Louis Althusser

Louis Althusser (1918-1990)
Louis Althusser ramanwerê fransî yê Marksîst. Bi nivîsên xwe yên ku di derheqê Marks de nivîsî ye hatiye naskirin. Yek ji wan ravekarên sereke yên Marksîzmê ye. Hewl daye ku teorîya Marksîzmê li gor roja me ya îroyîn nû bike, an jî bi awayekî nûtir şirove bike. Pirsa ‘felsefe çî ye’ wiha bersivandiye: ‘Qurama (teorîya) cîbicîanîna quramê ye.’ Ji bo wî tiştê girîng, guherîn e. Di dawîyê de bi nexweşîyeka psîkolojîk ketiye û xwestiye ku avahîya zanîngehê bişewitîne. Jina xwe xeniqandiye. Dawîya jiyana xwe jî di timarxaneyê de (mala dînan de) derbas kiriye. Di sala 1990 an de ji nexweşîya zatûreyê, çûye ser heqîya xwe.
Navê çend berhemên wî
1- Nivîsarên Felsefî û Sîyasî
2– Li ser Hunerê
3- Li ser ji nû ve hilbirandinê
4- Bersiv ji bo John Lewis
Berhemên wî yên navborî li Tirkiyeyê ji aliyê weşanxaneya Îttakî ve hatiye çapkirin.
Ali Gurdilî
Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî
Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021