Mansûrê Hellac

Mansûrê Hellac

<Mirov dil e, dilîn e. Xwiyakirina wî/wê mîna guldangê ye û bimirin e. Mirov, ketiye şeklekê madî. Heçku, ji hêla hindûrîn ve xwe di şeklê dil de nîşan dide. Hemû tişt, ji aliyê dil ve têne diristkirin û hemû tiştî, dil dikargerîne. Dil, bêhn dide giyanê û giyan, mirovan raserî alema daringî (madî) dike.

Laş, di nav danûstandinên daringî de ye. Gurza mebestê, di zincîra têkiliyan de delka (zagona) resen e. Made, mirov diavêje nav dinyaya nesneyan. Ew mirovên ku di têkiliyên madî de girêdayî dimînin, ew êsîr in. Divê mirov, ji madeyê derbas bibe û dakeve nav dinyaya wateyan. Rêzanê giyan, dil e. Ev rêzan, mirovan radigihîne qata Xwedê û ji êsîriya madeyê, mirovan azad dike.

Mirov, divê guh bide dengê dilê xwe û xwe ji madeyê rizgar bike. Dil, ji bo dîtina Xwedê; ji aliyê Xwedê ve bi awayekî xwemal hatiye afirandin. Heke mirov bizanibe dilê xwe veke, dê Xwedê, dilê wî bi dilînê (evînê) dagire. Xwedê, afiraner e û ji hemû tevgerên mirovan, ji yên hindûrîn û ji yên der, berpirsiyar e. Yên dikûje û yên vedijîne jî, Xwedê ye. Ecel û roja mehşerê, ji roja ewilî ve hatine destnîşankirin. Di rêwîtiya jiyanê de, qûtê mirovan dîsa Xwedê dide mirovan. Ji bo mirovan tiştê girîng hilbijartina başî û xirabiyê ye. Yên rê nîşanê mirov dide, zanist e. Mirov dikare bi hêza xwe hestên xwedbîn (reşbîn) dahf bide aliyekî û bigihêje delaliyê. Di vê domanê (pêvajoyê) de, wê dil jê re rêzaniyê bike. Waswas, çavê dil diqerimîne û nezanî jî, mirovan ji xwedê dûr dike. Dil û aqil, pêwîst e hevdu temam bikin.>

Mansûrê Hellac (858-922)

Çavkanî: Jiyan û Felsefeya Mensûrê Hallac Enel Heq’- Ali Gurdilî. Weşanên Evrensel. Stenbol 2015

Bersivekê binivîsin