Mewlana Melayê Cizîrî û Dîwana wî ya Hunerşah

Mewlana Melayê Cizîrî û Dîwana wî ya Hunerşah

Mewlana Melayê Cizîrî û Dîwana wî ya Hunerşah 

Ji bilî av û ax û agir û bayê hêmaneke pêncemîn jî heye ku evîn e û ew bingehê van her çaran e…. 

Mewlana Melayê Cizîrî  

Dîwana bêhempa ya ustadê hunera honan û rewanbêjiya edeb û suxenê Melayê Cizîrî hê ji dema zaroktiyê ve gava ku feqî bi mela û şêxan re dihatin gund û honraweyên wî bi beytikî dixwendin û bi qesîdeyî digotin çendî ku em zarok bûn jî lê dîsa pir bala me dikişand û em jî li goşe û quncikê ber derê eywan û odeyan li ber solan li dora wan kom dibûn û bi dilekî xweş me li wan guhdarî dikir û carina jî bi dizî me li dû wan digot heya çend riste ji wan ji ber dikir û dû re gava em zarok xwe bi xwe diman me ji hev re ew digotin. Demek piştre wextê em hinekî givroktir bûn û mezinan em danîn ber xwendina Quranê, apekî me yê nexweş hebû ku çend sal bûn ew xweser li erdê dima û nikaribû rabe bigere, carê gazî me dikir û bi me ew qesîde didan xwendin û gotin. 

Çend sal di pey de dema ku êdî ez xame bûbûm û ji bo xwendinê derketibûm feqîtiyê cara pêşî hingê min nisxeyeke Dîwana Cizîrî ya çapa 1919an li cem feqiyekî ji xwe mezintir dît û ez pir pê şabûm, lê mixabin ku xwendina wê ji min re pir zehmet bû. Çendî ku ew kitêbên erebî ku me dixwendin jî weke wê bê zêr û ziber bûn û ji xwe hê berê jî min hinek kitêbên kurdî/kurmancî yên mîna Mewlûda Kurmancî ya Ertûşî/Bateyî, Nûbihara Biçûkan û ´Eqîdeya Îmanê yên Ehmedê Xanî, Nehcilenama Mela Xelîlê Sêrtî, Tesrîfa Kurmancî, Terkîb û Zirûfa Helqetînî bi dersîtî xwendibû û ji ber jî kiribû, lê digel vê jî xwendina wê ji min re ne hêsa bû. 

Min ji wî hevalê xwe yê mezintir û bi kitêbên xwe jî li jortir hêvî kir ku ew li pêşiya min Dîwanê bixwîne da ez jî fêr bibim. Tê bîra min wî çend rûpel qelabtin û dû re qesîdeya “Mey nenoşî Şeyxê Sen´anî Xelet” bi nikleke xweş û dengekî zîz xwend. Wî pir xweş ew dixwend. Ew çend qesîdeyên din jî li pêşiya min çû û dû re jî çend rojan Dîwana xwe ku wî jî ji cihekî deyn kiribû da min. Dîwana Cizîrî çend roj li cem min ma, lê hê jî xwendina wê ji min re zehmet bû û ez lê ne rewan bûm. 

Heçî maneya wê ji xwe hê zehmettir bû, ji bilî çend ş´irên zimanhêsa min kêm jê fahm dikir ta ku  em ji bo xwendinê çûne Girikê/Silopya cem Seydayê Seyd Hesen (r. x.) ku li wê derê min Şerha Zivingî ya bi navê ´Iqd elCewherî/Gerdeniya Gewherî dît. Ew hem zêr û ziberkirî bû ku xwendina Dîwanê pir hêsatir dikir û hem jî bi xêra wê min maneya wê jî çêtir fêhm dikir. Hingê hê bêhtir min çêş ji Dîwanê girt û hindik be jî bi hunerê honan û rewanbêjiya Cizîrî hisiyam. Lê bi rastî jî têgihîştina ustadê mezin mewlana Cizîrî û çêşwergirtina tam ji honraweyên wî di dema transikribekirina me ya sala 1987an de ji min re çêbû û ez hingê pê hisiyam ku ew çi deryayek e bi mircan û mirarî û yaqût û zumrûdan dagirtiye. 

Vêca ji hingê ve min xwest ez hê bêhtir li ser rawestim û serê pêşî jî min Şerha Zivingî bi alîkaraiya Şefîq Kaya ku carekê çûbû Sûriyê û ew ji min re anîbû bi dest xist û piştre jî hino hino ez li ser xebitîm û min dest bi wergerandina wê kir ku hinek jê di kovara hunerî, edebî û çandî ya Nûdemê de jî di dema xw de hatibû weşandin. Pê re jî çiqas çû nirx û hajayiya Dîwanê li cem min bêhtir bû û min xwest ku herkes Melayê Cizîrî û hunerê wî yê honraweyî ku li gorî min rewanbêjtirîn û suxenwertirînê serdema xwe bûye, fêhm bike, qenc tê bigihê û bibîne ka vî ustadê honan û ristina suxenê/gotinê çawa zimanê kurdî bi taybetî jî zaravayê kurmancî bi bilindtirîn û rêkûpêktirîn xwedristiyê bi kar anîye. 

Îcar piştî temamkirina wergerana Şerha Zivingî çiqas ez li ser xebitîm min hê bêhtir Cizîrî nas kir û ez têgiham ku belê Dîwana wî bi rastî şahberhemek e ku divê ji her hêlê ve û pir bi balkêşî li ser bê rawestan û lêkolînên berfireh li ser bên kirin. 

Lê belê çawa ku Cizîrî jî di vê risteya jêrî de diyar dike: 

“Da min siroş wer mey binoş zewq û xwiroş lew çûm ji hoş

Ji wê ´işweya yar bû xwiya ew ne ji meya engûr-i bû” 

Çunkî her carê ez vê Dîwana wî ya giranbiha ku çiqas pesnê rewanbêjî û suxenweriya wê û hunera honan û ristekirina wê ya bedew î bêhempa bê dayin jî hê kêm e û ji xwe çawa tê gotin “ew û Dîwana xwe ji pesnê zêde ne”, dixwînim ez hinek destnîşaniyên nû tê de dibînim û dibêjim vê carê temam êdî min hemî tiştên tê de derxistiye, lê çi gava ez ji bo zanîna tiştekî yan gotinekê lê vedigerim dîsa ez bi hinek desnîşaniyên din dihisim. Ji ber vê jî ez li hev şaş bûme qenc nizanim ka gelo ne ez ji ziman û rewanbêjiya Melayê Cizîrî û Dîwana wî ya kêmhempa û têr û tije bahs bikim yan jî ji li ser nêrîn û ramanên wî yên tesewifî, felsefî, stêrnasî, evîndarî, civakî, siyasî û yên din rawestim.

Ji ber ku  bi rastî wî tu babet nehiştiye ku jê salox nedaye yan jî destnîşan nekiriye. Bêguman Mela ne bi tenê hema ji bo nivîsîna çend şi´r û qesîde û xezelan 30-40 salên xwe daye vê dîwanê, lê çawa dixwiyê wî xwestiye ku berhemeke welê biafirîne ku ji hemî babetî tê de hebe û ewqas bi hikmet û felsefe û zanînên din dagirtî be ku bi çendîn şerh û tefsîran jî têr û qenc nê ravekirin û têrî têgihîştina temamê naveroka wê neke. 

Ji xwe ger wî jî mîna gelek zanayên kurdan yên berî xwe van 30-40 salên xwe bida zimanê rewac yê hingê erebî û farisî yan jî yê desthilatdarê osmanî û bi wan kitêb binivîsanda bi kêmasî niha 15-20 kitêbên wî hebûn. Lê belê wî zimanê xwe yê kurdî di ser re girt û demeke dirêj li ser xebitî da şahberhemeke weha biafirîne ku karibe hemberiyê bi gelek giranbehatirîn û navdartirîn berhemên berî xwe, yên serdema xwe û heta bi yên piştî xwe re jî bike. Bi rastî xebata li ser kitêbeke weha ku mîna kitêbên semawî hemî tiştî hew bi i´caz û îşaretan bi kurtî destnîşan dike ne hêsa ye, ji ber vê jî ez dê li vê derê hema çend babetan bi kurtî bînim pêş çavên hunerperweran. 

Bêguman divê û pêwîst e dûr û dirêj li ser Melê û Dîwana wî bê rawestan û lêkolînên berfireh li ser bêne kirin, ku dilê min jî dixwaze ez vê xebata xwe heya ji min bê berfireh bikim û bigihînim radeya lêkolûneke hê berfirehtir ku layiqî şan û hêjayiya Mela û Dîwana wî be. Çendî ez dizanim ku bi rastî ez bi xwe ne fêris û palewanê vê meydanê me û rabûna bi karekî weha ve ji hêz û biriya min der e jî lê dîsa jî ez divêm xwe lê biceribînim û hê ku agahdariyên min yên ser vê Dîwanê taze ne tiştê di tûrikê min de heye raxim ber çavên dildarên hunera Cizîrî û bi hinek agahên cem xwe dakevim nav vê qadê. 

Heçî li ser jiyana Cizîrî û rewşa wî digel hêjayî û giranbihayiya wî bi xwe Zivingî hem di gelek cihên şerha Dîwanê de û hem jî di pêşgotin û paşgotinê tev de digel gazinên xwe ji yên berî xwe jî baş li ser rawestiyaye û kêm û zêde heya jê hatiye bi berfirehî li ser nivîsîye û gelek tişt destnîşan kirine ku ew dê di pêşgotina wegerana şerha Zivingî de jî bê dîtin. 

Bi vê re jî divê binumêm ku seydayê şareza Zivingî xwedî maf ji bo neparastin û guhnedana berhemeke weke vê Dîwana şaheser î giranbiha ku wê hevtayê çend dîwanên bilindtirîn û bêhempatirîn yên rojhilata navîn û belkî yên cihanê dibîne, rexneyên tûj li zana û rewşenbîrên kurdan yên berî xwe dike û herweha dîsa gelek rexneyan li gelek ronakbîr û nivîskar û lêkolînerên serdema navîn û yên mîna Îbn ul-Esîrên bira, Îbn ul-Hacib, Îbn Xelikan, Îbn us-Selah, Îbn ul-´Izz û yên din yên li pey wan dike ku çima qet nebe ji kitêbên xwe yên pir hima çendekan ji wan bi kurdî nenivîsîne. 

Bêguman rexneyên wî hemî di cih de ne, lê dîsa jî mirov divê bipirse ka gelo çima wî ev şerh bi kurdî yan jî bi kurdî û erebî tev nenivîsîye? Weke ku dixwiyê ew jî mîna yên berî xwe digel hişyariya xwe ya neteweyî jî dîsa xwe ji tesîra zimanê dînî û yê desthilatdaran xelas nekiriye û li dû rêçika wan domandiye herweke ku Mela Ebd us-Selam Naciyê Cizîrî (1878-1952)  jî ku li gor agahên niha hê berî wî jî dest bi ravekirina Dîwanê kiriye û Zivingî bi xwe jî pesnê wî û zanîna wî daye û ji bo alîkariyê jê re spas jî kiriye, ne bi kurdî lê bi erebî Dîwanê şerh kiriye.

Li vê derê divê bêgotin jî ku herçiqas Seydayê Zivingî li xwe datîne ku alîkarî ji Mele Ebd el-Selam Nacî wergirtiye jî lê ew ne qala awayê alîkariyê dike û ne jî diyar dike ku ew jî hê berî Zivingî bi karê şerha Dîwanê ve rabûye, lê hê berî ku biqedîne û bide weşanê wefat kiriye. Herweha ew qet nade xwiya kirin ku wî şerha Nacî ya destnivîs ji zaroyên wî deyn kiriye, demeke dirêj li cem xwe hiştiye û gelek fêde jî jê wergirtiye. Ew qet vê behs û bazarê jî nake û weke ku haya wî jê tunebe hew behsa alîkariya jê dike, lê bi çi awayî ew ne zelal e. 

Lê digel vê jî ew gotinên ku berê hê di salên 1965-66an de nemaze di nav feqî û melayan de belav bû û dihat gotin ku Zivingî piştî mirina Mela Ebd us-Selamê Cizîrî [E. S. N. C.] rabûye Şerha wî ji nû ve nivîsandiye û ew li ser navê xwe weşandiye, tam ne rast e. Lewra ger mirov wan bide ber hev çendî ku di hinek cihan de sûdwergirtina jê xwiya bike jî lê bi gelemperî cudahiyek di nav wan de heye. Ya Zivingî ji ya Nacî hem gelek berfirehtir û têr û tije tir e û hem jî ji hêla ziman ve jî hişktir û weke ku dixwiyê sererasttir û bi serûbertir e. Lê belê ya Mela Ebd us-Selam temamnebûyî dixwiyê û hinek cih tê de ravenekirî û vale mane çawa ku ji xwe T. Îbrahîm Dosikî jî di dema sererastkirina wê de destnîşan kiriye. 

Sala Bûyina Cizîrî 

Çendî ku di sala 1987an de gava cara pêşî me Dîwanê bi tevayî transkribe kir û bal kişand ser tarîxa bûyîna Melê di risteya “Ji herfan mah û salê ma nehat der şeklê falê ma” ya di hunraweya wi ya pêşî de ya “Newaya mitribû çengê fixan avête xerçengê” em sed der sed ne ewqas dil bi cih bûn lê dû re bi dîtina hinek tarîxên din ku ustad Cizîrî di çend risteyên din de destnîşan kiriye dilê min bêhtir li ser wê tarîxê kete cih. 

Çawa ku piştre gava van risteyan bala gelek lêkolînerên hêja yên din jî kişand û ew hê çêtir li ser xebitîn û ew bi pêşdetir ve jî birin û dû re bi vê xebata xwe ya ser vê wergerana Şerha Zivingî êdî ez qenc serwext bûm ku Mela di çendîn risteyan de bal kişandiye ser hinek tarîx û bûyeran. Ew risteyên balkêş ku Cizîrî bi wan çend tarîx û bûyer destnîşan kirine, çawa ku pêşî E. Narozi & Z. Kaya, dû re jî A. Durre, T. I. Dosikî, C. Yöyler, A. Bakî Turan û M. N. Doru jî di xebatên xwe yên ser Dîwana Cizîrî de heryek hinek ji wan destnîşan kirine ev in: 

1. Bûyîna Melê, êdî diyar û piştrast jî bûye ku Melayê Cizîrî di vê risteya: “Ji herfan mah û salê ma nehat der şeklê falê ma”, yan jî li gor çapa Baxdayê “Ji herfan mah û salê ma nehat der şiklê xalî ma” xwestiye roja bûna xwe diyar bike. 

Îcar ger ku ev riste li gor çapa Baxdayê be, hingê sala bûna Cizîrî ji gotinên “ xalî û herfan” derdikeve, çawa ku me jî di  sala 1987an de dema transikrîbekirina herfên Dîwanê ev riste li  gor çapa Bexdayê girt dest û bi hisabê ebcedê ji gotnên “ خاليû حرفان: xalî û herfan” (حرفان): 339+ (خالي): 641 = 339+641: 980/1570-72, Derxist. [1] 

Lê belê li gor vê çapa di destê me de ku ”Ji herfan mah û salê ma nehat der şeklê falê ma” ye, tarîxa bûna ustadê mezin Cizîrî li gor “hesabê ebcedê/cumelê suxra” ji van gotinên jêrî derdikeve: erfan(حرفان)=ح:8+ر:200+ف:80+ا:1+ن:50=339+mah(ماه):م:40+ا:1+ه:5=46+(سال):س:60+ا:1+ل: 30=91+ma(ما)=م:40+ا:1=41+(شكل) ;ش:300+ك:20+ل:30=350+(فال):ف:80+ا:1+ل:30=111. 339+46+91+41+350+111= 978/1570    

 Ev tarîx hinek ji ya Tehsîn Îbrahîm Dosikî ku di pêşgotina ser Şerha Dîwanê ya Mele Ebd el-Selamê Cizîrî de derxistiye (975/1567-68) cuda ye, lê bi ya min divê wî “ن:N”ya “حرفان:herfan” neavîta, lê ji dêl ve “ما:ma”ya duyemîn û “و:w”yê nehejmarta, çunkî “و:w” ne ji eslê gotinê ye û “ما:ma” jî dubare ye. 

Ji xwe li gor daneberheveke din ku D. N. Mackenzie di pêşgotina berhema Feqiyê Teyran ya Şêxê Sen´anî de jî kiriye, dibe 980[978]/1570. [2] 

2. Herweha Ustad cizîrî bi van risteyên jêrîn:

Turkê xwînrîz û xumarî me bi yek xemzeyekê

Zuhdê çilsale li min zêr û zeber kir ji esas

jî diyar dike ku dema wî ev şi´r nivîsîye çil salî bûye. 

3. Çawa ku Cizîrî di risteyên:

Ellah li min hubba te çi şekker û nebat e

Ji nû ve dê ciwan bim ger bihn bikim gula geş

de temenê xwe yê dema xelaskirina Dîwanê yan jî nivîsîna vê honraweyê diyar dike ku bi hesabê cumelê suxra ji gotina :“Ellah الله”  derdikeve:ا:1+ل:30+ل :30+ه:5=1+30+30+5=66.  

4. Dîsa Cizîrî di risteyên jêrîn de jî:

Sih sal e ji derd û ji belayê te hilak în

Hetta bi felek her diretin ah û ehê min

yan diyar dike ku dema nivîsîna vê honraweyê sihsalî bûye yan jî wî di sihsaliya evîndarî û mutesewwifiya xwe de nivîsîye. 

5. Di helbesta “Me ji dil nêrgizên xasse divên” de çawa ku dixwiyê Melê di risteyên jêrîn de jî li gor hesabê ebcedê tarîxa temamkirina nivîsîna Dîwana xwe destnîşan kiriye:

Lew elif tên me di herfên falan

Ku li şeklê reqemê sersalan

Ji ber ku “elîf tên” bi piranî ye divê bi kêmasî du “اليف:ا bin; vêca li gor hesabê “Cumelê suxra” (hesabê Ebcedê) ji “elîfekê:ا” roja 1ê meha yekê ji serê sala koçî ku Miherrem e û ji yekê jî meha 1ê ya sala koçî derdikeve û ji Şekl (شكل): 350, reqem (رقم): 340, sersal (سرسال): 351= 350+340+351 jî sala 1041ê derdikeve. Yanî Mela vê qesîdeya xwe ku paşiya dîwana eslî ye, di 1-1- 1041/ 29-7- 1631ê de nivîsîye.[3] 

Mela û Evîn 

Çawa ku ji we ve jî eyan e Cizîrî gelek girîngî daye evînê û di şi´rên xwe de jî ew baş li ser evîn û cûreyên wê û bandora wê ya li ser felsefe û tesewifê rawestiyaye û evîn sedemê afirandina gerdûnê bi giştî û afirandiyên tê de jî bi taybetî dîtiye û ewqas pê ve çûye ku wî evîn li herçar hêmanên afirandinê yên ax û av û hewa û agir zêde kiriye, ew weke hêmana pêncemîn û sedemê afirandina gerdûnê dîtiye û yek ji hîm û bingehê hebûna mirovatiyê hesab kiriye. Herweha ew evîn û perweriyê  ji rindî û bedewiya ezelî ya herhebûyî dibîne û vê nêrîna xwe bi risteyên jêrîn bi awayekî felsefî weha derdibire:

Me cewher ‘unsurik xamis numa îro di tali‘ da

Di vê teqwîmê insanî li tali‘ bûne fal ebrû 

Li vê derê Mela dîtina Farabî, Ibn Sîna û Ibn ´Erebî ku evînê sedemê afirandina gerdûnê dibînin qewî dike, lê hê bêhtir pê ve diçe û wê li her çar hêmanên berê ku fîlozofên rojava (yûnanî) tesbît kiribûn zêde dike û wê hêmana pêncemîn û bingehê her çarên jorîn dîbîne. 

Bi gotineke din ew bi vê re jî aşkere diyar dike ku di afirandina mirovî ya bi vê bîreweriya xurt de ji bilî av û ax û agir û bayê hêmaneke pêncemîn jî heye ku evîn e û ew bingehê van her çaran e. Lewra afirandineke bi vê spehîtî û lihevanîna van nexş û nîgarên di çehre û laşên mirovî de weke birû, bijang, çahf, dest û pê û yên din digel ewqas zanîn, şarezayî, çeknasî û bîreweriya dahiyane ku bi mirovî re heye çawa ku hem di felsefeya siruştnasî de hatiye pejirandin û herweha di ya xwedawendigarî de jî bi ayetên “we ´elleme Adem el-esma`e kulleha: Xwedayê payeberz Adem fêrî hemî nav û agahan kiriye” û ”we le qed xeleqt ul-insane fî `ehseni teqwîmin: Min mirovî bi qenctirîn rewşenbîrî û bîreweriyê afirandiye” hatiye çesipandin û qewîkirin, ev şahberhem ancax bi evîneke xurt î bêhempa pêk tê. Çunkî divê hezkirineke pir zahf bi mirovî re be ta ku karibe li gorî dilê xwe tiştekî bîne pê yan jî icad bike û biafirîne. Nexwe bêhezkirin û evîneke bi hêz û bê dilxwaziyeke ji dil û can pêkanîna erkekê, pîşeyekî yan jî îcadekê pir zehmet û nebûyî ye. 

Herweha ew pêwendiya navbera evîn û spehîtiyê digel ya gerdûnê jî weha nîşan dide: 

 “Husnê hub anî zihûr ´işq e eslê ´alemê

Eslê eşya da bizanî wan çi esl û made bû” 

Spehîtiyê evîn diyar kir ku herdu pêkve bûn sedemê afirandin û bingehê cihan û gerdûnê hemî, nexwe divê li gor vê tu bingeh û hêmana tiştan bizanibî û bibînî ka çi ye. Çawa ku di cihekî din de jî dibêje: 

Hê di ber qalûbelayê belku ev ‘alem nebû

Çerx û dewran dewrê gerdûn gunbedê mîna nebû  

‘Erş û kursî hêj di mexfî bûn di kenza qudretê

Husnê Heq bû istiwayê lami‘a ‘işqê hebû 

Nehtibûn hukmê sifatan ew ji zatê lem yezel

‘Aşiq û me‘şûq-i yek bûn şem‘ û hem perwane bû 

Hê berî afirandina rûhan ya dema “qalûbelayê” ku Xwedê gava ew afirandin ji wan pirsî : “Ma ez ne xweda û perwerdigarê we me?” Wan jî got : “Erê, tu Xwedayê me yî.”, berî hebûna cîhanê hemî, berî çerxa felekê, berî ger û dewrana vê gerdûnê tev û berî hebûna vê kunbeta camîn/şûşeyî ya esmanî, berî derketin û diyarbûna Text û Kursiyê hêz û biriya xwedayî, berî van hemiyan spehîtiya tîrêjên rohniya rastî ya xwedayî li navroyê bû û tîrêja evînê jê vedida. 

Lêbelê ew ji zatê Wî yê bêneman/bêzewal re nebûbû pesin û taybetmendî û hêj dilgirtî û dilketî herdu jî yek bûn û mîna mom û xecxecoka/perweneya dora wê bûn ku perwane çiqas li dora momê digeriya mom geş dibû û ew çiqas geş dibû perwane jî doş dibû, xwe lê dixist û xwe jê re dişewitand. 

Ew hê jî pê ve diçe û weha didomîne : 

Husn û cemalê xwast evîn vêk ra di yek zatî cevîn

Nûra qedîm bû ‘işq û vîn wan lêk-i naz û ‘işwe da 

Husn û mehebbet her hebû Heq ‘aşiqê zatê xwe bû

Muhtacê husnek dî nebû neql û riwayet pê we da 

Spehîtî û rindiyê evîn xwest da herdu pêkve di yek kesî de bicivin û rohniya kevnare ya herheyî jî bû evîn û hezkirin û hemî gihan hev û nazî û delaliyên xwe li hev û dû kir. 

Bêguman spehîtî û dildarî herdem hebûne û Xwedayê payebez jî evîndarê zatê xwe yê qedîm î xweser bû û ji xwe li gor salox û veguhastinên rast î pêbawer ji bo wê evîna xwe ya xweser jî tu pêwîstiya wî bi bedewiyeke din nebû. 

Ji xwe Cizîrî di gelek cihên Dîwana xwe de cih dide evînê û xwe jî yek ji hosta û şarezayê  evînê dibîne û di rêzên jêrîn de jî baş li ser vê yekê radiweste gava ku dibêje: 

Me‘nayê ‘işqê bêm çi ye lew min bi çeşmê dil diye  

‘Eksa cemalek safî ye lami‘ di mir’ata me da 

Husn û mehebbet zatek in me‘şûq û ‘aşiq latek in

Lê sûret û mir’atek in her yek di me‘nayê xwe da 

Ger dilber û wer ‘aşiq in ‘arif di vê da sadiq in

Ayîneyê nûra Heq in cih cih di wan da cilwe da 

Ez divêm mane û naveroka evînê bibêjim û rastiya wê ji we re jî diyar bikim ku çi ye; lewra min bi çavê dilê xwe û bi awayekî derûnî dîtiye ku ew teyisîna şepaliyeke paqij î zelal e di neynika dilê me yê fîq de. Ji xwe bedewî û hezkirin yek in û dildar û evîndar jî yek perestî ne, lê di heman demê de heryek ji wan bi mane û naveroka xwe ya rastîn wêne û neynikeke xweser in. Ew bijareyên ku li gor maneya xwe wêne û nenynik in ew çi dilber û çi jî evîndar bin şareza tê de serwext in ku heryek ji wan neynika rohniya xwedayî ye, çunkî ew cih bi cih di wan de xwiya dibe û derdikeve holê. 

Herweha li jêr jî didomîne: 

Tu j´ Melayî her bipirs esrarê ´işqê hel dikit

Vê mu´emmayê çi zanin sed mela û muste´îd 

Di vê rêzê de ku Mela xwe weke zana û agahdarê ji raz û hikmeta evînê dibîne û dixwaze hem diyar bike ku bi tenê meletiya zahirî ya şerî´etê bê zanîn û nasîna evîna heqîqî têra têgihîştina hêz û biriya evînê û pîrmendiya wê nake û zanayên wê bi tenê nikarin biryarê li ser evîndaran bidin. Jixwe evîna heqîqî jî ku bavekî tesewifê ye ne dijî şerî´et û nessa kitêb û sunnetê ye. 

Lê digel vê giringî û xweşî û pîroziya evînê Cizîrî di gelek honraweyên xwe de cih daye derd û kul û jan û rencên evînê jî ku di vê biwarê de ev herdu risteyên wî yên jêrîn gelek manîdar in û hemî tiştî ji me re dibêjin: 

‘Işqê ji Xwedê da tu bixwazî jê ra

Ger dê li neyarek xwe bikî nefrînê 

Ey dost ger tu bivêyî nifir li neyarekî xwe yê dijwar bikî, ji Xwedê jê re hêvî û lavaya evînê bike bila bikeve tora evînê û êş û renc û azarên dilketinê bikêşe da heyfa te jê bê hilanîn û tu ji dijminiya wî xelas bibî. 

Her li ser van derbirîn û dozên Cizîrî wêjenas û şairê mezin yê Almanî Goethe jî wî rast didêrine û diyar dike ku şairê mezin yê bi navê Nişanî [Melayê Cizîrî] bi rastî qenctirîn kes e ku ji evînê û hêz û birî û hikmeta wê fam kiriye:

Şahberhema kitêban ya evînê ye

Min ew pir bi baldarî xwend

Hindik pelên wê qala xweşiyê dikin

Lê yên din hemî bi kul û keder in

Beşek jê jî tije hicran û cudahî û

babetekî piçûk jî li ser hevgihanê

lê belawela û perîşn.

Bes raveya xem û derdan bi cildan

dirêj dibe, bêhejmar û bêdawî.

Ey Nîsamî [Nîşanî?] axirî te riya rast dît

Kî ye vê raza xerbilî  jêk veke,

da evîndar ji nû ve bigihên hev. [4]   

Piştî lêzêdekirina hêmana evînê Cizîrî hêmanên berê yên din jî bi van risteyên jêrî rast didêrîne:                                                                                

Çar ´unsur in çar teb´et in vêkra bi mîzan vêk ketin

Bi hevra muxalifsîret in der sûretê şexsiyye da 

Hetta bi mîzan çar esil bi hevra nebin cem´ û wesl

Cisman ji hev nabin fesil bazû ji bazû şeq neda 

Çar ummehat in sê benat her bêqerar in bêtebat

Pir ´işq û meyl in iltifat d`vê taze deyrê kuhne da 

Hîmê wê alema (gerdûn yan jî ´Erşê) ku hêmana wê ya sereke evîn e li ser çar riknên bingehîn (av, ax, ba û agir) hatiye danîn û xwedî çar siruştên xwezayî ne (şilayî,hişkayî, germayî û serma) ku hemî pêk ve rêzbendkirî û bi pîvan in, lê her yek di tevger û lebta xwe de jî dijî hev û xweser in, (çawa dixwiyê li vê derê Ustadê mezin Cizîrî îşaret bi bal diyalektikê ve jî dike). Ji xwe heya herçar bingehên/hêmanên siruştî bi pîvan û rêkûpêk di cismekî/laşekî de (weke xwîn, zirav belxem û sewda) negihên hev û pêkve nebin yek ew ji hev cuda nabin û bazuyên wan nabe du şeq. Ew jî çar mak in (agir, ba, av û ax, ku çar endamên laş ên sereke serî, sîng, hinav û zik heya nigan bi wan re li gor vê rêzê û bi pîvan li hev dikin) ku dibin riknê gerdûnê yan jî yê ´erş û sê keç (heywan, nebat û hişkeber, herweha buxar, ewr û baran) in ku di vê xaneya kevnare de ji ber evîneke dijwar û dilbijîn û hogiriya pir herdem bêbiryar û bêtebat in û qet ranawestin. [5]

Herweha dibe ku mebesta Mela li vê derê çawa ku Doru jî destnîşan dike[6] bi “çar unsur/hêman, çar teb´et/siruşt û çar esil/bingeh”an her diwazde birc bin û bi “çar ummehat/mak/dê û sê benat/keç/qîz”an jî heft felekên/çerxên esmanan û heft rojgarên wan bin ku li gor hinek stêrnasan her çerxek/felekek yanî esmanek rojgarek tê de ye; çawa ku ev herdu risteyên pey jî vê nêrînê xurt dikin: 

Hin suflewî bazî dikin hin meylê evrazî dikin

Xweş reqsek şehbazî dikin sergeşte ne di halê xwe da 

Hinek ji wan ber bi jêr ve diçin û dileyîzin û hinek jî berê wan li hevrazî ye; hemî pêk ve reqs û govendeke xweş î şahane dikin, lê di wî halê xwe de sergêj û şaşamayî mane, nizanin dê ta kengê weha bêrawestan bigerin. Lê bêguman ew ne bêsedem weha sergêj û heyrîmayî digerin, ew ji bo xatirê jiyana mirovan di vê kefteleftê de ne çunkî 

Cewherê ´alî ye ´unsur me Mela

Bi l-heqîqet ne ji xwar estuqus în 

“ey Mela bi rastî hêmanê me mirovan ji cewherekî behadar î esilzade afirandî ye ne ji bingehekî kêm î bêbiha ye”, çawa ku di risteyên jêrî de jî vê yekê destnîşan dike: 

Bi husna ehsen it-teqwîm û zahir sûretê zat î

Nezer dî “ellem el-esma`” we batin ´eynê mir`at î 

Spehîtiya dildarê ku mebest jê mirov e qenctirîn û rewşenbîrtirîn bedewî ye û ew bi xwe jî berbiçav teswîr û nîgara rindiya rewneqa zatê Xwedê ye ku li gor ayeta “we ´elleme Adem el-esma`e kulleha: Wî nav û agahan hemî fêrî Adem (e. s.) kir”, bi derûnî bûye neynika cemala wî zatê aferîner bi xwe. 

Yanî çendî ku mirov berbiçav madî be jî lê di bingehê xwe de ew evînê temsîl dike û jixwe hemî tişt jî ji bo gihîştina wê evînê hatiye xuliqandin û sazkirin. 

Ev riste û yên jêrîn giş diyar dikin ku çawa mebest ji danîna darê xwarina fêkî û berê wê ye wisa mebest ji afirandina gerdûnê jî afirandina mirovî ye ku kamiltirîn afirandiyê Kirdigar e. Çawa ku dibêje:  

Her neh felek lê kaxik in dûr û diraz wek axik in

Tê dar in ew jî şaxik in vê terhê insan mêwe da 

Insan ber e ´alem dirext sultan ji xelwet hate text

Pê zeyyinîn iqbal û bext dewlet ji bala tale da 

Sultan ji bala hate xwar lahût bi nasûtê veşar

Peyweste bû nuqta medar dewra ´urûcê gerr we da 

Her neh çerx û felekên gerdûnê jî mîna koşkek yan xaneke ku bergehekî fireh î dirêj û asodûr li ber e û tê de mîna baxçeyekî mezin darên şaxîn î yekcûre şîn bûne û mêwe û berên wan şax û terhan jî bûye mirov û mirovayî. 

Yanî cîhan bi xwe dar e û mêwe û berê wê jî ew mirov e ku mîna desthilatdarekî xwedî ferman gava ji valehiya nebûnê derket û hat li ser textê hebûnê rûnişt hingê talih û bext pê xemilîn û di çerxa felekê ya kamîraniyê de dewleta şadiyê hilat û derket. Herweha siltan yanî mirov jî ji payeya bilind ya ezelî daket rêza jêrîn ya hebûn û peydabûnê û bi siruşta xwe ya nasûtî ya mirovahiyê payeya xwe ya xwedawendigarî (lahûtî) nixumand û bû navenda gerra nasûtê/madeyê û xala nîvê çenbera hilkişîn û bilindbûnê. 

Bêguman Cizîrî di van honraweyên xwe û gelekên din de jî ramana afirandina mirovan di deverên cihê de destnîşan kiriye, lê bi gelek awayên cihê û pê re jî dîtinên cuda yên li ser vê yekê jî daye berhev, ew gihandine hev û cûreyên van ramanan çi yên rojava bin û çi jî yên rojhilat bin heya bigihê yên islamê yên kevn û nû hemî bi awayekî giştî rûbar kiriye û xwestiye wan nêzî hev bike. 

Dê heya vê derê bibe beşek

Felsefe û Tesewifa Cizîrî 

Mela giringiyeke pir daye tesewif û felsefê û gelek ramanên xwe yên afirandina gerdûn û mirovahiyê yên ser cûreyên evînê û awayên jiyana civakî bi nêrîneke felsefî û tesewwifî diyar kiriye û di gelek cihên dîwana xwe de pirê caran jî bê navdan cih daye dîtinên mitesewif û fîlozofên din jî û ew destnîşan kirine: 

Feyza ´ulûmê felsefe pir kifş e lê sitr û xef e

Min dî di camek qerqef e fincan bi can min cur´e da 

Di piyaleyeke meyê de dema min qulpek ji fincana wê bi ser canê xwe dakir hingê min dît ku çi xêr û bereketeke pir di ilmê felsefê de heye, lê ew veşartî ye û ji herkesî ve nexwiyaye. 

Mela di gelek cih û waran de xwestiye fîlozafiya cihanî ya mîna Arîsto, bi taybetî jî Eflatûn û ya îslamî mîna ya Ibnî Sîna, Farabî, Îbn Ruşd û Îbn Erebî ku yê dawî di gelek cihan de tesîr lê kiriye, bigihîne hev û dijîtiyên navbera wan ji holê rake 

Ez dibêm ´Îsa ye ew ya Bû Elî Sîna ye ew

Lew bi remz û ´işweyan pir mu´cîzat û şîwe ye 

Bi ya min ew dildar ya weke Îsa (e. s) bi nîşan û dirûv û naziyên xwe yên weke mu´cîzatan miriyan sax dike yan jî mîna Ebû Elî Îbn Sîna (Avicenna, 980-1037) bi şêweyên zanista tibbî (bizîşkî) dibe dermanê derdê dilan û jana wan baş dike û vedijîne.

Li vê derê ew ramanên îbn Sîna ku yek ji şareza û rêşînasê mezintirîn yê felsefê bûye û di gelek waran de ramanên fîlozofên rojava, bi taybetî jî yên yûnanî ku berê bi saya wergerên bo erebî yên Huneyn ibn Îshaq û kurê wî Ishaq îbn Huneyn (nêzî 870-910) gihabûn nav cihana islamê, berfirehtir û bi awayekî sistematik bi rêkûpêktir kiribû, destnîşan dike.

Herweha Ibn Ruşd/Averroes (1126-1198) jî filozofekî islamê yê navdar e ku li ser ramanên Aristo (384-322 b. Isa) û berhemên wî xebitîye, ew rave kirine û berfireh û bi rêkûpêktir kirine û gihandine alema islamê û ya rojava.    

Nêrîna Cizîrî li Hellacê Mensûr û Sirrên Tesewifê 

Mela rewşa wehdet ul-wicûdê û rêbaza Hellac weha rave dike: 

Ji ene l-heq bi lebên le´l-i xeberdarî bûyîn

Bi gulaba serê zulfa xwe te Mensûr-i kirîn 

Dema em bi wan gotinên te yên xweş î şêrîn ji naveroka “ene l-Heq” agahdar bûn hingê bi wî toqê serê biskê xwe te em kirin mîna Hellacê Mensûr ku me jî fena wî dest bi şetatî û petatiyan kir. Li vê derê jî Mela Dîtin û ramanên Hellac pîroz didêrîne û gotina wî ya “en el-Heq” jî ji ber ku di halê gihîştina radeya tesewifê ya wehdet el-wicûdê de gotiye rast dibîne, lê herweha ji ber ku ev derbirîn li gor wî bûye sedemê diyarkirina razeke nihênî ya tesewifê, encamdana wê ya bi sezakirina Hellacê Mensûr jî xwezayî û maqûl didêrîne.

Mela rewşa wehdet ul-wicûdê û rêbaza Hellac weha rave dike: 

Remzek nihîn avêhte dil mihrê ji batin mêhte dil

Şehzadeyê sur rêhte dil şehkaseya ferfûr e dil 

Hostayê ´işqê dil hevot ser ta qedem hingî disot

Remza “ena `l-Heq” her digot bawer bikin Mensûr e dil 

Dilketiyê bi nihênî îşaretek avête dil ku bû evîneke bi şewat û ji hundir ve li dil mijiya ta ku cezbê rête wî dilê weke piyaleya ferfûrî.

Gava dil bi hevîrê evînê ji hêla ustadê evînê ve hat sitran û qenc hat hevotin hingê kelekê lê da û şewatekê ew girt ku êdî hişê xwe winda kir û weke ku hebûna wî ji holê rabûbe xwe nedît û di nav xeyala Xwedê de winda bû û bêhemdê xwe weke Hellacê Mensûr ji devê wî jî şetatî û petatiya “ez Xwedê me” derket ku ev jî jê re bû nîşana gihîştina radeya wehdet el-wicûdê.

Di vê malikê û ya pêşiya wê de Mela dide zanîn ku Hellacê Mensûr ji ber agir û kelewahca evîna xwedayî gihaye radeya wehdet el-wicûdê, bi Xwedê re bûye yek û xwe di zatê Wî de dîtiye ta ku van gotinên “en el-Heq, En el-Lah” û yên din gotiye û tê de serê xwe jî daye. Vêca çendî ku li gor zanîna berbiçav û şerî´eta zahirî ew ji bo van gotinan hatiye sezakirin jî lê wî ne vala weha gotiye, ew gihîştiye radeya “fena fî l-Lahiyê” ku loma weha ji pesnan xeberdaye. Nexwe sedemê sezakirina wî belavkirina sirrê tesewwifê bûye ku diviya wî xwe ragirta û wan sirr û razên wê payedariya berz belav nekira. 

Herweha ew bi risteyên:

Xizmeta pîrê muxan dê kit kesê meqsûd e mey

Şîşe û cama zucacî ê divêt dê ret Heleb 

Cewrê Hindî dê kişînit her kesê tawis divêt

Cewher û durra yetîm bê terk-i ser têtin teleb 

jî belkî Suhrewerdî Eb ul-Feth Şehabeddîn Yehyayê kurd (549-587/1154-1191) û çûna wî ya Helebê û kuştina wî li wê derê bi fetwaya komek zanayên serdema Selaheddînê Eyyûbî (1138-1193) yên xwedî desthilat destnîşan dike ku serpêhatiya wî jî ne kêmî ya Hellac e.

Yanî: Çi kesê ku amanca wî şerab be dê ji pîrê meyxaneyê re xizmet bike, lê yê ku piyale û îstekana camîn bivê û ji bo wan bi dest bixe bila here heya Helebê cem desthilatdarên mezin î comerd û hingê jî dê ji ber daxizî û zikreşiya di riya evînê de û ji ber gotin û nêrînên cuda yên nû di halê fena fî l-Lahiyê de bi giliyê çavnebar û heqîqetnenasan bê sezakirin. Ji xwe her kesê ku bixwaze bigihê “teyrê tawis” û wî bibîne jî dê tadeyiya yê hindî bikêşe, lewra bê dana serî yan jî bê terkeseriya ji welatê xwe kes nagihîje gewher û mirariyên bêhempa. Dibe ku Cizîrî bi vê risteyê çûna cem sadatên neqşebendî yên Hindê yên serdema xwe destnîşan kiribe ku Îmam er-Rebbanî es-Serhindî (Ehrarî-Neqşî 1564-1624) yê hevdemê wî jî hingê li wê derê bûye. 

Me bi işraqî sualek ji lebê xunçekuşa kir

Go bi ilhamê dizanî di suala me cewab e 

Bi awayê rêbaza fîlozofên îşraqî min di dilê xwe de bê ku ez biaxivim ji dildarê xwest ku bi lêvên xwe yên gulbişkoj pirsa renckêşiya me ya ji ber êş û belayên vê evînê bike. Wê jî bê ku bi wan lêvên weke pijkoja gulê biaxive, bi rêya sirûş û îlhama îşraqiyan bersiv da û got: “Tu dizanî ku bersiva pirsa me ji pirsê bi xwe tê zanîn û ji ber wê jî tu pêwîstî bi pirsa rewşa te nîne”.

Yan jî wê bi pirsê bersiva me da û “Go (ma) tu bi ilhamê dizanî?” Yanî ger tu bi ilhamê zanibî û gihabî radeya têgihîştina sirûşî hingê pêwîstiya axaftin û xeberdanê nake.

Mela di van herdu risteyan û yên raser de dide zanîn ku Şêx Şehabeddîn Suhrewerdî ji ber nêrîna xwe ya îşraqî li Helebê bi fetwaya zanayên zahirî ku heqîqetnenas in û bi fesadî û zikreşiya wan û israra li ser Selaheddînê Eyyûbî ji bo derxistina fituya kuştina wî, hatiye kuştin û li gor wî mîna Hellacê Mensûr neheqî pê re bûye, lê sedemê vê jî dîsa derxistina wî ya razên heqîqetê ye.     

Weke ku me berê jî got Cizîrî bi dilekî xurt û aspekteke fireh li gelek raman û nêrînên fîlozofî nihêrtiye, giringî daye pirên wan û ew hêjayî destnîşankirin û ravekrinê dîtine. Mîna van risteyên jêrîn ku tê de hem dîtina fîlozofên mu´teziliyan dest nîşan dike, ku dibêjin: “Her kes kirdeyê/fa´ilê kirina/fi´la xwe ye, ger na nexwe ev çi xêr û guneh û seza û padaş e.” Yanî ger her tişt bi Xwedê be nexwe perestina Wî bes e êdî qeyd û benda kufr û îmanê/bibawerî û bêbaweriyê çi ye û çima heye?[7] Hem jî mîna Shakespearê hevdemê xwe bi van risteyên jêrîn nêrîn û teoriya Eflatûn ya “Bûn û nebûn”ê (To bee or not to bee: Bûd û nabûd) destnîşan kiriye. 

Herdu birhên te ne mîhrab çi îman û çi kufur

Bûd û nabûd ku yek in ev çi sewab û çi ´îqab 

Çi bawerî hebe û çi jî tunebe mihrab û berîgeha (qîbleya) perestinê her tu yî û birûyên te ne, vêca ger hebûn û tinebûna baweriyê mîna hev be, nexwe ev çi padaş û çi seza ye. 

Lê digel destnîşankirin û ravekirina dîtin û ramanên van fîlozofan giş jî dîsa Cizîrî di honraweya xwe ya dirêj ya li ser gerdûn û awayê afirandina wê de gava rewşê bi berfirehî rave dike, dibîne ku bi rastî ew gelekî tevlihev e û têgihîştina wê bi awayekî yekser û konkret ji her kesî re ne hêsa ye, heta pir zehmet e jî ku loma dixwaze vê yekê diyar bike û dibêje: 

Min dil ji fehmê qasir e ji wî sûretê çar ba gire

Pê kir temam ew dayire neqşek ji wê terwende da 

Bêguman dil û hişê min ji têgihîştina vî karî re kêm dimîne û têr nake, çunkî di vî wêneyî de gelek pirsên bi hişkegirêk hene ku mirov nagihê koka wan, lê tiştê diyar ew e ku Kirdigarî hino hino çembera çerxê temam kiriye û her roj nexşeke nû mîna mêweyê terwende jê afirandiye. 

Yek jê ji teqwîma qedîm lê bû neseq hukmê Hekîm

Avête wê lewhê reqîm têk ´alemê pê şu´le da 

Xwedayê dadres yek ji wan nexş û nîgarên nû ku di bîrewerî û têgihîştina kevnare de hebû bi rêkûpêk ew rêz kir, penda perwerdigarî tê de bi cih û rast kir û ew avêt lewheya ku nivîs û hejmar li ser hebûn ta ku gerdûn hemî bi wan nexşan rohnî û geş bû û şewq veda. 

Hingî ku xett û nuqte ne ewda´ û eşkal tê hene

Her yek bi miqdarê xwe ne esla tesewwur rê neda 

Bêguman ji ber piraniya xet û xalên di wê lewheya nivîsî de û hebûna rewş, awa, şêl û şeklên cihê yên tê de, digel tibabeke din ku ew jî ne kêm ne zêde bi qasî heryek ji wan bi xwe ne, ew bi rastî dûrî raman û bîrbirinê ye û bê sirûşa xwedayî kes neşê tê bigihê. 

Miqdar û şiklê hendsî kêm zêde yek pê nahesî

Teswîr dikir Iqlîdesî hetta bi sethê sufle da 

Ew tibab û miqdarê wan şekl û rewş û şêlên wan xêz û xalên endaziyarî kes zêde pê nahise û pê nizane, lewra yê ku pê dizane û ji çerxa jorî heya rûyê xwarî yê vê erdê pîva ye û şekil dayê Iqlîdes (Euklîdes 283-306ê berî Îsa) e, hew ew pê dizane. 

Mersef di nav van meş´elan qet´a mesafa merhelan

Sirra birûc û menzilan resma sulûkê cadde da 

Rêzbendî û cadeya navbera van meşaleyên stêrên çerxa felekê û birrîna wan ya qonaxên dûriyê di wê gerra xwe de digel razên birc û qonaxên esmanî di vê çerxa gerok î fireh de wêneyê çûyîn û rêwîtiyeke bedew û gereke ecêb î bêhempa da.

Bi vê re jî Mewlana Cizîrî divê bide zanîn ku zanîneke yekalî û sade heya ya metafizîkî bi tena serê xwe jî têra têgihîştina awayê afirandin yan jî hebûna siruşt û gerdûnê hemî nake, lê digel zanîn û şarezahiya fîlozofî divê ya matematik, astronomî, fizîk û kîmyaya xurt jî hebe ta ku karibe qanûnên ger û pêç û deweran û fetlên xweza û gerdûnê fêm bike û wan ji hev derîne/derxe.  

Herweha ji bilî vanên jorîn Mela gelek fîlozofên mîna Empedokles (berî Îsa 490-430), Aristoteles (384-322 b. Isa), Eflatûn/Platon (427-347 b. Îsa), Sokrates (470-390 b. Îsa) û mutesewifên mîna Marûfê Kerxî (m+ 200/815), Şiblî Ebû Dulef (m. 946 p. Isa), Ibn Seb`în (1197-1270), Ibn ´Erebî (1165-1240), digel sofî û şairên mîna Se´dî (580-691/1183-1291) û Hafizê Şîrazî (1320-1388-90), Camî (1414-1492), Ferrûxî (m. 1038), Rûmî (1207-1273) û Şemsê Tebrîzî (1185-1247) jî di cihên cuda yên Dîwana xwe de destnîşan kiriye û bi dana navê wan hem ramanên wan yên felsefî û rewanbêjî raxistiye ber çavan û hem jî carina bi kurtî ew rave kirine. Çawa ji vê yekê jî baş dixwiyê ku Cizîrî hem muteswif û fîlozofekî rewşenbîr î serwext û hem jî rewanbêj û suxenwerekî çalak î hêja yê honrawe, wêje û edebiyatê bûye.  

Rewşa civakî, siyasî û dîrokî di Dîwana Cizîrî de 

Gava mirov bala xwe dide rewşa kurdistanê ya 300-350 salê berî Cizîrî heta hê berêtir jî dibîne ku gelek bobelatên mezin bi ser kurdan ve hatine ku mezintirînên wan jî êrîşa Cengizxan (1162?-1227) û neviyê wî Hulagoyê (1217-1865) hîmdarê dewleta ilxaniyan bû. Piştî wî jî dewleta ilxaniyan di navbera du serekên ilxaniyên moxulî de hat parvekirin: Seldoz û Celayir (738/1336-7) û pê re jî welatê kurdan bû dû beş, lê demek piştre bobelateke nekêmî herduyên jorî ya Tîmûrlengê (1336-1405) zordar û sitemkar bi ser wan ve hat ku bi rastî van hersê çar desthilatdariyan gelek kuştin, xwînrêjî, talankarî û wêrankariyên mezin li Kurdistanê kir. Dû re piştî Tîmûrleng jî ji ber şer û cengên desthilatadariyê yên di navbera moxilên celayirî û tirkmanên Kara koyunlu (1375-1468) û Ak koyunlu (1378-1508) de di welatê kurdan de wêrankarî û talankarî kêm nebû û her bi wê sitemkariyê domand û ziyaneke mezin da kurdan û welatê wan.

Îca hê ew tam ji ser kurdan ranebûbû ku vê carê jî zilm û zora sefewiyan bi ser herêmên kurdan ve girt û gelek navendên weke Cizîra Botan, Diyarbekir, Mêrdîn, Hesenkeyf û yên din ketin bin dagîrkeriya şah Îsmaîlê esil kurd, lê çendî ku kurd bû jî ji bo nêrîna xwe ya mezhebî bi riya raspêrên xwe yên şî´î pir tade û zordarî li kurdan kir ta ku kurd bêgav bûn û bi riya Îdrîsê Bedlîsî peyman bi Yawiz Siltan Selîmê Osmanî re çêkir û bi alîkariya wan û serkeftina cenga Çaldêranê (1514-1517) sefewiyan ji hinek welatê xwe  derxist û zilma ser xwe kêm kir. Piştî vê jî aştiya ku di navbera dewleta Osmanî û ya Sefewîyan de di sala 1542an de pêk hat bi gelemperî navçe û bi taybetî jî Kurdistan hinekî ser rihet bû û aramiyeke kurt hat herêmê. 

Lê hê di sala 1553yan de êrîşên kuştin û wêrankiriyê yên Şah Tahmasbê Sefewî dest pê kir û heya sala 1589an bi bûyerên cuda domandin ta ku hingê di navbera herdu hêlan de lihevhatinek pêk hat û heya sala 1603yan domand. Bes dû re ji hêla osmaniyan ve aştî hat xerakirin û wêrankarî û talankariyên Şah Ebbasê Sefewî li Kurdistanê dîsa dest pê kirin ta ku demek piştre di sala 1639an de bi peymana Qesra Şêrîn Kurdistan di navbera herdu desthilatan de bi tamamî hat parvekirin. 

Vêca çi ev texrîbkarî û wêrankariyên berî serdema Cizîrî bin ku divê wî ew hem di kitêbên tarîxê de xwendibe û hem jî ji serpêhatiyên kurdan yên devikî bihîstibe û çi jî ji yên ku di dema wî de qewimî bin û wî bi çavên xwe ew dîtibin, bi wan re mezin bûbe û jiya be, bêguman divê van hemiyan bandoreke pir li ser kiribe, bi wan zahf êşiya be û renc û azareke dijwar ji ber wan kêşabe heya ku di gelek beşên honraweyên xwe de digel şewata derdê evînê û pêwendiyên perwerî yên fîlozofî û tesewifî wî ev kul û keser, êş û jan û kovan û xemên xwe jî gotiye û derbiriye.

Jixwe ustadekî Weke Cizîrî ku yek ji zanatirîn û rewşenbîrtirînê serdema xwe bûye ne mimkin e ku ev wêrankarî û talankariyên kambax bala wî nakişandibin û wî ew di ser guhê xwe re avêtibin, li ser ranewestiyabe û di honraweyên xwe de cih nedabe wan û ji wan re bêdeng mabe.

Na ne mimkin e, bêguman ew li ser wan rawestiyaye û di van risteyên xwe yên jêrîn û gelekî din de eşkere ew bi nav û adres destnîşan kirine, çendî ku di hinek cihan de wî bisk, gulang, kezî, birû, çav û bijangên dildara xwe bi wan şibandibe jî lê amanca wî ya sereke bi wê mînandinê jî dîsa diyarkirina zordarî, kotekî û sitemkariya wan e.

Hinek ji wan risteyên wî ev in: 

 Ji re´na nêrgizên tey mest û xwînrîz  

Zeman bû ´ehdê cengengîzê Cengîz 

Ji  ber rindî û xweşengiya çavên te yên nêrgizî û awirên wan yên tûj ku xwîna evîndaran dirêjin, dem bû weke serdema êrîş û cenga Cengiz Xan ya ser welat û mirovan ku cihanê kiribû gola xwînê. 

Sef sef mi dîn Hindî û Zeng Cengîz-i hat Teymûrê Leng

Xef wan reşandin dil xedeng teşbîhê tîrên Xan Şeref 

Min Leşkerê hindî û zenciyan[8] sef bi sef rêzbûyî dît ku dihatin me û herweha zordar û sitemkarên mîna Cengizxan û Tîmrûleng jî bi sipahên xwe ve hatin me û hemiyan bi dizî tîr avêtin dilê me ku tîrên wan jî mîna yên Mîr Şeref Xan dijwar bûn. 

Rûm û Ecem ji her teref ceng û suwaş e wan bi xef

Hindî û Zengî sef bi sef hatine ber liwayê zulf 

Sipah û leşkerê Rûm û Ecem ji her hêlê ve bi dizî bi hev re ceng dikin û sipahên hindî û zenciyan jî hatine li ber alaya zulfan rêz bûne û sef girtine. 

Geh dil û geh can dibin tirkên te tên

Nakirin yexma û talanê xelet 

Ey dildar hember û gelacên ku di fizûliya/fesadiya xwe de mîna tirkan dilreq û xwînrêj in, ne bi şaşî lê bi zanîn geh tên êrîşî dilê me dikin û geh jî canê me talan, axme û telef dikin. 

Meşrebê tirkan Firat û Nîl-i kir

Teşneleb çû terfê ´ummanê xelet 

Dildarê, berê tirkên sîtemkar î dilreq û fitnebaz da ser ava şêrîn î tamxweş ya çemê Firat û Nîlê, lê evîndarê tîyê lêvziwa û lewazê ji ber germa evînê li hev şaş kir û berê wî da deryayê ta ku bi ava wê ya şor û tahl tîbûn û kelewaca wî zêde bû û bêhtir lêvçikçikî ma. 

Turkê xwînrîz û xumarî me bi yek xemzeyekê

Zuhdê çilsale li min zêr û zeber kir ji esas 

Ew dildara me ya weke tirkên xeddar î xwînrêj û sergêj î serxweş bi yek awireke çavên xwe yên sêrbaz û dilrakêş terkecihanî û perestina me ya çil salî serobono û bermeqlûb kir. 

Tu binê Rûm û ´Ecem kuştine zengî di kemîn

Hane her tête peyapey ji teref Rûm xweş û xweş 

Ey dost tu li sipahên Rom û Faris binêre bê çawa êrîşî zenciyan kirine û ew di şargeh û stara wan de kuştine û ji vî leşkerî re ha ha ye ji hêla Romê ve li pey hev û bi lez hê hawar jî tê. 

Rom û ‘Ecemî girtiye oxilme bi sef sef

Cohtê muxulan hatine cengê hebeşî 

Leşkerê Rom û Ecem di qada cengê de li ber hev pahn û rêz bûne xwe ji hev re digurgirînin û fêrisên moxulî jî hatine şerê hebeşiyan û cote cot êrîşî wan dikin. 

Tox û ala ku xwiya bûn ji ´Ecem

Ereban tîp-i şikestin çep û rast 

Çi dema direfşên moxulî û alayên faris yên Ecem ji aliyê rojhilat ve derketin û êrîş anîn ser leşekrên ereban hingê ew bi yek derbekê şikestin û rast û çep bi lez û bez reviyan.      

Bikaranîna hunera bedî´/bedewî û rewaniyê: 

Ustad Mewlana Cizîrî jî mîna gelek şairên serdema xwe di honraweyên xwe de gelek qaîdeyên suxenwerî û rewanbêjiyê ku wêjeyê/edebiyatê bedew didêrîne û payebilind dike bi hostatî bi kar aniye:

Mîna bikaranîna gelek gotinên hevmane û yên sec´î (سجعي) ku paşiya hevok û gotinan lihevhatî ne: 

Lew weku sewda û dîn im herdema dêmê dibînim

Dîn dibim heyran dimînim Muşterî ya Zuhre ye 

Sedemê ku ez weke evîndarê sewsî û dînê sewdaser im ew e ku çi gava ez rûyê dildarê dibînim û çavê min bi çehreya wê dikeve ez dîn dibim, heyran dimînim û nizanim çawa bi hişê xwe ve bêm, çi bibêjim û tiştên ku dibînim jî ji hev venaqetînim. Ez nizanim gelo ew tiştê ku ez dibînim rûyê dildarê yê rohnî ye yan jî çehreya wê ya geş e, yan jî rojgara Bercîs a bi şewq e, yan jî stêra Gelavêj ya bi rohniya rengmirarî ye.   

Şems di nêv burca şeref da sed kewakib çar teref da

Muşterî hatî bi ref da istiwa çû qible ye 

Min rûyê dildarê di nîvê birca şerefê ya bilind de dît ku li dor herçar hêlên wê jî bi sedan xişrên mîna stêrên pertewdayî diçirisîn. Herweha guharê guhê wî jî digel refên xişrên wê dibiriqî û xeta rûyê wê jî ku digiha heya nîvê esmanan, bûbû qibleya temaşevanan û Kabeya evîndaran. 

Teşbîh/mînandin:

Leylet ul-Qedr û Berat in zulf û cebhet subhê ´îd

Dêm weku fesla biharê lê qiyamet qedd û qam 

Biskên dildarê weke şeva Qedrê û ya Bera`etê reş î pîroz û bi rûmet in, eniya wê jî mîna roja cejnê bi rewşen û diçirise û rû jî fena demsala biharê bi gul û çîçekan şên e, lê bejna wê jî weke roja qiyametê tije ye ku mirov nikare berê xwe bidê û lê binêre.

Li vê derê di navbera zilf û şevên Qedr û Bera`etê de, di navbera enî û serê sibeha îdê gava tav diavêje de, di navbera dêm û gul û çîçekên biharê de û di navbera bejn û roja Qiyametê de teşbîheke rewanbêjî heye. 

Qewsê du hilalan ku li ser bircê esed bit

Bû şuhre di ´amê ´emel enguştê numa girt 

Çi dema ew kevanên wek hîva yekşevî ku birû ne, hatin raserî birca şêr ku çav in, nav û dengê wan di nav xelkê de belavbû û bi tiliya hatin nîşandan.

Li vê derê di navbera birûyên dildarê û heyva nûavêtî ku cara pêşî li esmanan xwiya dibe, de teşbîh heye. 

Mecaz, kinaye û isti´are (idyom): 

Bîzê dikit ji qencan ji remz û naz û xencan

Qedrê gulan çi zanit kerbeş divêt kerê reş 

Ew bêcanê dilhişk ji bedewên spehî û nîşan û nazên wan bîzê dike û ji wan direve, îcar dê çawa qîmeta gulên bihnxweş zanibe, çunkî ew ker e û ker jî hew ji giya û qîvarê kerbeşê hez dike. Îdyoma “Qedrê gulê çi zane kerbeş divê kerê reş” tê nîşandan, yanî merivê nezan qîmeta tiştê baş nizane. 

Belku dîwar-i bi guh bin bi Xwedê kî bi Xwedê

Bi tu rengî nekirî eşkere esrarê hudûs 

Tu bi Xwedê kî, tu bi tu reng û tu awayî raz û nihêniyên çêbûna gerdûnê eşkere mekî, lewra dibe ku dîwar bi guh bin, wan bibihîzin û wan belav bikin.

Li vê derê idyoma “Hêdî bêje dibe ku dîwar bi guh bin, bila nebihîzin” destnîşan dike, yanî gotinên girîng li her derî mebêje! 

Nesîmê sinbul û sêvan seher da hebs û zindanê

Vebû qufla me bê mifte ziringînî ji quflê da 

Dema bayê nesîm yê qencî û dilovaniyê ji ber gulang û dêmên dildarê di berbangê de li me evîndarên dil mîna zindan da, hingê qefla derê wî dilê reng zindan bê mifte vebû, zingînî jê çû û dengê wê giha her derî.

Li vê derê Cizîrî hunerê isti´arê kiriye ku sinbul û sêv bi gulang û dêmê û dil  jî bi zindanê şibandiye. 

Cînas/tecnîs (gotinên hevherf û manecuda): vêca ger herdu gotinên hevherf û manecuda di hejmar, rêz, awa û cureyên herfên xwe de weke hev bin, ew dibe cînasa tam û ger di yek ji van de ji hev cuda bin hingê dibe cînasa kêm. [9]: 

´Izarê ger li min dî tu li dil de

“Li enn el-qelbe qed yehwa ´izarek” 

Ey dildar ger ji ber ku min ji heddê xwe zêde kiriye û dil berdaye ne hinkûfan tu bivêyî serê sertîrî li min bidî, fermo li dil de çunkî ew e sûcdar û gunehkar ku ji gulangênser rûyê te hez dike û dil berdaye wan.

Ji xwe cînasa tam ya navbera herdu ´îzaran diyar e ku mebest ji ´izara pêşî sertîr e û ji ´izara dawî jî bisk û gulang in. [10] 

Vê firqetê pir dil şewand cerhên qedîm dîsa kewand

Şîşên di sor tê da tewand feryad ji destê firqetê 

Vê cudahiyê dilê me pir şewitand û peritand û birênên kevn jî ji nû ve kewandin û şîşên sorkirî ji tê de birin û anîn ta ku ew tewandin, ax ji destê vê cudahiya dilşewêt û rencdêr.

Di vê derê de jî hunerê cînasa kêm heye ji ber ku “wand”a peyvên: şewand, kewandû tewandê yek e lê peyv giş na. 

Telmîh/bibîranîn (bi gotin yan jî hevokeke kurt destnîşankirina bûyereke dîrokî yan jî serpêhatiyeke navdar): 

“Minnet ji tali‘ her ji bext Asif bi text û bext û rext

Belqîs ewî anî bi wext îro Suleyman î Mela” 

Ez ji vî bext û şensê xwe yê xweş î baş re gelek minnetdar û spaskar im ku mîna Asif ibn Berxiyayê hêzdar û bi şiyan ji min re dildara fena Belqîsaya şahbûnaya welatê Sebe´ê mezin û peyebilind di cih de digel text, bext, cilûberg û pertalên malê pêk ve anî û ez mîna Silêman (e. s.) şa kirim. 

Li vê derê jî Cizîrî bûyera Silêman (e. s.) û Belqîzayê ya “Qal el-lezîne –” t. d.diyar dike. [11] 

Dîsa bi risteyên:

“Şukur bînahiya min hat û Yaqûb dîde rewşen bû

Bi boya Yûsufê Misrî li Ken‘anê beser peyda” 

Şikir ji Xwedê re ku ew dildara weke rohniya çavên min hat û pê re jî bînahiyên min zivirîn, çawa ku bi hatina bihna qutikê Yûsufê Misrî jî rohniya çavên Yaqûbê Ken‘anî lê vegeriya bû. Li vê derê jî bûyera Yûsuf (e. s.) ku bi anîna kirasê wî rohniya çavê bavê wî Yaqûb (e. s.) lê vegeriya bû, destnîşan dike. 

Herweha dîsa bi risteyên:

“Ger ji wê horîsiriştê ´îşweyek izhar-i bit

Dê bibit narê Xelîl il-Lah û dojeh sar-i bit” 

Eger yek libteke narîn û nazenînî ji wê dildarê çêbibe û here ser wî dilê mina agirê dojehê dê ew agir weke dêza agirê ku Nemrûd, Îbarahîm (e. s) avêtibû nav, sarbibe û bibe ewlehî.

Mela bûyera ku Nemrûdî Îbrahîm Pêxember (e. s.) avêtibû agir, destnîşan dike. 

Tewriye (rexneya sergirtî, poşîna rastiyê): Ger gotin, hevok yan jî risteyeke ku du mane û zêdetir maneyan bide û ji dêla ya nêzîk ve ji bo sergirtin û poşandinê maneya dûr bê amanc kirin ew tewriye ye: 

“Ayetê husnê mufessel ke ji keşşafê cemal

´Ilmê ´işqê bike tefsîr û ji defter meke behs” 

Tu nîşan û dirûvên spehîtiyê li gor raveya cemal û şepaliyê ya ayeta “Xwedê rohniya erd û esmanan e” qenc şirove bike da tu li gor wê, tefsîra zanîna evînê bikî û behsa kitêb û defterên din mekî.

Di van risteyan de hem nazikî û rewanbêjiya bedew ya bikaranîna gotinên nêzîk yên”ayet, mufessel, keşşaf” û ”tefsîr”ê heye û hem jî tewriye heye ger ku ji “Mufessel” û “Keşşaf”ê navên kitêban[12] bên girtin ku maneyan wan ya dûr e. 

Mubalexe/zêdekirin (pesindan û danenasîna zêde): 

“We`r ji ber perdê yedê beyda bi mu´ciz bête der

Şems û kewkeb dê hilên ´alem tejî enwar-i bit” 

Ger bi rêya mu´cîzeyekê destên spî ji ber perdê bêne der, hingê dê roj û rojgar hemî hilên û cihan giş rohnî bibe.

Di hilatina rojê û stêran ji ber destê spî û rohniya cîhanê de zêdekirineke rewanbêjî heye. 

Tecrîd/ (ku xwe têxe ciyê yekî din û bi xwe re biaxive): 

“Leşkerê ´alem meger yekser te dijmin bin Mela

Xem bi mûyek nakişînî ger te dilber yar-i bit” 

Ey ”Mela” ger ku dildara te bi te re dost û yar be leşkerê temamê cihanê neyarê te be jî dîsa bi qasî yek mûyekî jî xem nake û tu çu minet ji wan hilnayinî.

Di vir de Cizîrî bi gotina “Mela” ku xwe dixe ciyê yekî din û pê re diaxife, hunerê tecrîdê yê rewanbêjiya bêhempa (bedî´ê) dike. 

Alliterasiyon/ (dubarekirina deng û ahengkirina gotinan): 

“Şox û şengê zuhrerengê dil ji min bir dil ji min

Awirên heybetpilengê dil ji min bir dil ji min” 

Ew xezala narîn û dildara ku rohniya rûyê wê weke gelavêjê tîrêj dide bi dilê min girt û revand, herweha awirên çavên dildarê yên tûj ku bizd û xofa wan mîna ye tirs û bizda pilingî dilê min talan kir û bir 

Telmi´/du-sê-zimanî (Nivîsîna riste yan jî malikan bi çend zimanan): 

Di iqlîmê suxen mîr im di şi‘rê de cehangîr im

“We ye‘lu mewkib el-‘uşşaqi e‘lamî we rayatî” 

Bêguman ez mîrê welatê xweşbêjan û yê herêma rewanbêj û xweşaxêvan im û di pîşeyê honraweyî û honana helbest û qesîdeyan de cihangîrê şair, xwedî dîwan û nivîskaran im û gava karwanê koma evîndaran here hizûra pîroz ya bexşandinê û civata nêzî gihîştina cem, hingê alaya min bi ser ya wan dikeve û bandrola min jî li pêşiya karwanê wan bilind dibe. Çunkî serdarê pêşeng û mîrê mezin ez im 

Faxriye/pêpesnîn/bixwepesinîn: 

Di î´cazê beyanê da suxen ger bête insafê

Dizanit muxteser herkes Melê sihr e `îbaret kir 

Di biwara diyarkirina mu´cîzatan yanî tiştên ji her hêzê der de gava bi wijdan bê axavtin hingê hemî kes bi kurtî dizane ku hevok û gotinên Melê fena efsûn in. 

Medhiye/pesindan: 

Xanê xanan lami‘ê necma te her pirnûr-i bî

Keştiya bextê te ez bayê muxalif dûr-i bî 

Ey mîrê mîran ez ji Xwedê hêvî û lava dikim ku stêra te ya tîrêjavêj herdem pirgeş be, yanî hertim bextxweş bî û herweha ez hêvîdar im ku gemiya bextê te jî ji bayê dijberê gemiya te dûr be da ji rêya xwe nemîne. 

Ji bilî van jî ustadê gewre Mewlana Cizîrî gelek hunerên bedewdêriya rewanbêjiyê yên din jî mîna tibaq û tezad, tenasub, ne´t, terci´ê bend, texmîs û terdiye û yên din bi kar aniye, lê ji ber dirêjiyê me ew hiştin ji lêkolîneke berfirehtir re. 

Xwendin û Zanîna Cizîrî

Usatadê hunera ristin û honanê Cizîrî jî mîna pirên zana û alimên serdema xwe li Medreseyên Kurdistanê û yên rojhilata navîn hemî zanîn û şarezahiyên pêwîst yên wê serdemê xwenidne û bi taybetî di rêzimana erebî û hunerê edebiyata wî de baş perwerde bûye. Herweha ji bilî ilm û zanînên pîşeyî yên mîna nehw û serf (rêziman), munazere, mentiq, kelam, fiqih, hedîs, şerî´et, usûl, ´eqaid, tefsîr, felekiyat, hendese, hisab, fizîk, û yên din wî di zanîna beyan, me´anî, i´caz, rewanbêjî û suxenweriyê de jî xwe qenc gihandiye û ji bilî erebî ew serwextê bi zimanê farisî, tirkî (osmanî) û zimanê xwe yê kurdî bûye.

Ji bilî vanên jorî ew li ser tesewwif û felsefê jî gelek xebitîye û li gor naveroka Dîwanê, wî xwe li ser dîrok, usûl ul- fiqih, stêrnasî û estetîkê jî qenc gihîştandiye.

Ew ji bo perwerdehiya van ilmên jorîn û gelekên din jî çawa li jor jî bihurî, weke adetê hemî zana û xwendekarên kurdan li gelek xwendegehên Kurdistanê (Cizîr, Diyarbekir, Hekarî, Îmadiye) û çendekên welatên cîran jî mîna Iraq û Şamê û Misr û Îranê jî geriyaye û piştî qedandina xwendina xwe jî li Farqîn, Amed (Diyarbekir) ku li gor Ezeddîn Mustefa Resûl û Celadet Bedirxan bireke pir ji honraweyên xwe hingê nivîsîye, li Heskîfê (Hesenkeyfê) li medreseya mîrekên eyyûbî û paşiyê jî li Cizîra Botan li Medreseya Sor ya mîrekên Botan dersdarî kiriye û di van zanînên navbihurî de gelek zana û muderris (mamoste/ustad) derxisitine û muntehî/mentehî rakirine. [13] 

Li vê derê ji bo hinek taybetmendiyên Medreseya Sor belkî pêwîstî bi danenasîneke kurt hebe. Ya rastî ew bi serê xwe newaziş û xarîqeyek e ku hima bi çavpêketina wê bi tenê, Dîwana Mewlana Cizîrî bi hemî naveroka xwe ya xurt û heya ber dev dagirtî tê ber çavên mirov.

Medreseya Sor bi kunbeta ku gora Melê, ya Mîr Xan Şerefê IIem, Mîr Emadeddînê hevpesindarê Melê digel yên çend mîrekên Cizîrê yên din di bin de ne, xwedî cudahiyeke xweser e ku min di tu kunbetên camî û medereseyên din de nedîtiye. Lewra qubba ser gorên navdayî ku bi Medreseya Sor ve ye ber meqlûb û serobino ye, yanî qeware û valehiya kunbetê bervajî û berbi jêr ve ye, ne mîna yên din e ku qubba wan bi jor ve ye û ji nav ve qewartiye.

Herweha di hawîrdorê hewşa medreseyê bi xwe de jî hicrikên piçûk ji bo xwendin û xebatê hene, lê tiştê balkêş ew e ku di her yek ji van hicrikan de jî quncikekî cida heye ku hew cihê kesekî tê de heye. Çawa dixwiyê ew çilekêşgeh/xelwenişîngeh bûne ku xelîfe û zahidan di dema silûkê de tê de çilên xwe kişandine, herweke ku Melê jî di gelek cihên Dîwana xwe de behsa wan kiriye.

Deriyekî piçûk ji hicrikê diçe çilegehê û bergazeke/zereqeyeke (paceyeke piçûk weke mezxelekê) jî li pêş di dîwarê  derve de heye. Ji vê jî diyar dibe ku li wê medreseyê ji bilî ders û xwendinê xelîfeyên terîqetê û zahidan jî tê de emel kiriye û li gor normê tesewif û terîqeta hingê hatine perwerdekirin. Bi gotineke din Medreseya Sor çawa medreseya xwendin û zanînê bûye herweha di heman demê de tekye û warê gihîştandina zahid û mitesewifan bûye jî. 

Astrolojî/felekiyat/stêrnasî di Dîwana Cizîrî de 

Weke ku ji xwendevanên Dîwana Cizîrî ve jî xwiya ye Melê di zanîna stêrnasiyê de gelekî serwext bûye û di gelek şi´rên xwe de ew bi şarezayî xebitandiye û di dem û rewşên cihê cihê de gerr û dewra çerxa felekê û herheft rojgarên çerxê hem bi navên erebî yên felekiyatê û hem jî bi navên îranî-kurdî daye nasîn û bi kar aniye.

Herweha wî gerr û dewrana rojgar û cûreyên stêran di çerxa felekê de û ketina wan ya bircên esman digel pêwendiyên wan bi deng û awaz û ahengên alav û meqamên muzîkê re jî di gelek honraweyê xwe de destnîşan kirine. Ji xwe wî navê gelek aheng û meqamên mûzîkê jî di şi´rên xwe de digel alavên muzîkê yên curbecur yên heya serdema xwe bi nav kiriye û pê re jî kîjan ji wan enstrumentan bi kîjan aheng û meqamî re, di kîjan wextê salê de gava roj û rojgar di kîjan bircê de bin li ser rawestiyaye û di honraweyên xwe de destnîşan kiriye.

Nimûne:

“Newaya mitrib û çengê fîxan avête xerçengê

Were saqî heya kengê neşoyin dil ji vê jengê” 

Yanî dema roj di birca kêvjalê de ye ku navbera 21-hezîranê û 22 tîrmehê ye dengbêj bi awaza çengê (harpê) re û bi ahenga/meqamê newayî sirûd û stran gotin heya ku dengê wî giha ber birca xerçengê. Çawa ku di wê serdemê de li rojhilata navîn di wî wextê salê de xelk ji bo şewbêrkan/şevbihêrkan li qahwe û meyxaneyên baxçe û bostanên bilind û li ser banê wan diciviya, honrawe dixwend û stran û lawik û lawje digot heya awaz û dengê wan digiha ber birca xerçengê/kêvjalê. 

Ji xwe ji bilî ku Mewlana Cizîrî di van risteyên jêrî de hêmanên alem û gerdûnê nîşan dide herweha çawa N. Doru[14] jî di wê baweriyê de ye, weha dixwiyê ku Cizîrî di heman demê de xwestiye bi van risteyan 12 birc û heft çerx û felekên esmanan û rojgarên di wan de jî destnîşan bike: 

Çar ´unsur in çar teb´et in vêkra bi mîzan vêk ketin

Bi hevra muxalifsîret in der sûretê şexsiyye da 

Hetta bi mîzan çar esil bi hevra nebin cem´ û wesl

Cisman ji hev nabin fesil bazû ji bazû şeq neda 

Çar ummehat in sê benat her bêqerar in bêtebat

Pir ´işq û meyl in iltifat d`vê taze deyrê kuhne da 

Û herweha ew navên wan jî li gorî cih û rewşê bi aheng û alavên mûzîkê re yeko yeko diyar dike: yanî 12 /perde/aheng/meqamên mûzîkê, 12 alavên mûzîkê, 12 bircên esman/felek/çerxê û 7 rojgar + 5 komstêrên navdar ku pêkve dibin 12 (rojgar û stêr) di her heft çerxan de: 12+12+12+12. Mela van yeko yeko bi hevahengiya 12 destgahên/meqamên mûzîkê yên ku ji dozde alavên cihê derdikevin û li gor ku her yek ji wan bi kîjan birca felekê re li hev dike, di risteyên cihê de honaye.

Gelek mumkin e ku kesên di zanista stêrnasiyê de serwext bin, dikaribin dema honan û nivîsîna riste û şi´rên Melê jî bi hisabê felekiyat û qayideyên wê derxin holê. 

12 Bircên esmanan/çerxan/felekan: 

Birc   derece      hêman      Kalite Rojgara piştgir,Çerx/Felek 

 Beran       1°–30°      Agir  Şareza/rewşenbîr       Behram/Spehrî/Merîx/Mars, 5em 

Ga    31°–60°    Erd   Saxlem/qayim    Gelawêj/Nahîd/Zuhre/Venus/, 3em 

Cêwî 61°–90°    Hewa        Guhêrbar  Tîr/Utarid/ ´Etarid/Merkur, 2em 

Kêvjal       91°–120°   Av    Şareza/rewşenbîr       Heyv/Hîv/Qemer, 1em 

Şêr   121°–150° Agir  Qayim/saxlem    Roj/Şems/Xwirşîd, 4em 

Sinbul       151°–180° Erd   Guhêrbar  Tîr/Utarid/ Merkur, 2em 

Mêzîn        181°–210° Hewa        Şareza/rewşenbîr       Gelavêj/Nahîd/Zuhre/Venus, 3em 

Dûpişk      211°–240° Av    Saxlem/qayim    Behram/ Merîx û Pluton/Mars û Pluto, 5em 

Kevan       241°–270° Agir  Guhêrbar  Bercîs/Muşterî/ Jupiter, 6em 

Nêrî  271°–300° Erd   Şareza/rewşenbîr       Kîwan/Keywan /Zuhel/ Saturn, 7em 

Dewl 301°–330° Hewa        Saxlem/biryardar       Kîwan/Zuhel/Saturn/Uranus, 7em 

Masî/Hût   331°–360° Av    Guhêrbar  Bercîs//Muşterî/Jupiter, Neptun 6em 

1.    Birca Beran/Berx (Hemel) 21/3-19/4, (rojgar: Behram/Merîx/Mars, alavên muzîkê ney û nay: , aheng: sema): 

Heyheya reqs û semaya te çi xweş bestiye çerx

Ku di bircê bi sema tête li ser destê xwe Berx 

Dengê wê heyheya te ya xweş ya di kêf û şahiya reqs û govenda ayinî de welê lê kir ku berx/beran jî di birca xwe de li ser destê xwe li ber ahenga semayê bireqse û bê govenda semayî. [15] 

Mey ku biçit saxerê di destê wê dilberê

Sondê bi Xaliq dixwim roj e di birca Hemel 

Ez bi Kirdigarê payeberztirîn sond dixwim ku gava piyaleya şerabê bi destê dildarê bê dagirtin hingê ew şerab dibe weke Roja geş î xweş ya biharê ku hingê ew bi awaza ney û nayê re bi aheng û perdeya semayî dadikeve birca berxê/beranî. 

2.    Birca Ga/Gaw (sewr) 20/4-20/5, (rojgar: Gelawêj/Zuhre/Venus; alav: ney ûçeng, meqam: zengûle û gerdanî): 

Herdu qewsên te ji qudret ne ji Yeng                   

Jê bi mîzan bireşînin me xedeng

Biderin sîne bi serpence peleng

Romê pişt dit ‘ecemî bête fireng

Lê ne wek waqi‘eya Gêw û Peşeng

Hilbitin qenc-i ji nêv ateşê ceng

Tên suwaşê hebeş û nûbî û zeng

Tu dizanî çi neheng in çi neheng

Veke le‘lan tu ji ser şekkerê teng

Ku j’ murada te bûyîn pêt û pereng

Mestê cewra te me bê bade û beng

Bê te cana li me ‘alem bûye teng

Ji cefaya te nema qet li me reng

Tu dizanî çi dibêjit ney û çeng

Ji çi peyweste dinalin seradeng

Me dixwînin qed û bejna te yî şeng

Nêrgizên mest ê binaz û neyireng

Lê tu Tûba we ezê xeste yî leng

Çi bikim feyde ku êvar e dereng

Mutriban da nekevin çengê ji çeng

Da nedit perdeyê ayîneyê zeng

Ku ji çenga me binalit xerçeng

Wek Melayî bi hezar reng û aheng

Bi fixan bêt û ji ber sed ferseng

Çi xeber dim ji dilê te y` wekî seng

Dikujî ‘aşiqê miskîn bi tefeng 

Nekirî terkê tu vê kafiriyê

Dînberê horîmisalê zeriyê

Nazikê neyşekerê surperiyê 

Çawa ku dixwiyê Melê “Gêw” hem ji bo pahlewanê dîrokî yê efsaneyî “Gêwê Guhderz” bi kar aniye û hem jî “Gaw”a ku bi farisî navê birca “Sewr”: yanî ya “Ga:” ye bi formê kurdî tewandiye da du maneyên berbiçav ji hev cuda, lê di bingehê xwe de ji hêla mezinahiya bûyerê ve nêzî hev, diyar bike û herweha hinerê xwe yê suxenwerî yê i´cazê ku di gelek risteyên xwe de pê dipesine, nîşan bide. Lê dû re jî birca kêvjalê daye pey ku ji xwe du meh piştî birca ga roj dikeve wê.  

[Ji xwe gava mirov qenc li raveya berfireh ya risteyên jorîn jî hûr dibe ev mebest jê diyar dibe:] Ey dildar ji birûyên te yê mîna kevanan ku ne ji sazkariya welatê Yengê lê ji destkariya desthilatiya perwerdigarî ye, tîrên dijwar bi kêş û bi rêkûpêk direşînin dilê me û bi penceyê pilng yê dirinde dilê me yê birîndar ji sînga me derdixin û datînin ser kefa destê xwe.

Lê ev cenga ku bi êrîşa van sipahên pir pêk tê jî ne mîna bûyer û cenga navbera du serdarên mezin yên îranî Gêw û Peşeng  e, lê belê bi dijwarî, bi xesar û ziyanê xwe di ser wê re ye. Çunkî ji bilî ku ev şer ji nav gurriya agirê cengeke dijwar î kambax derketiye û alav daye, di ser re jî biskên porê reş ên kagul, enî û yên din jî mîna sipaha hebeşî, nûbî û zenciyan haha ye êrîş dikin tên alîkariya cengê û şerê me dikin. Ji xwe tu jî dizanî ey dildar ev sipahên êrîşkar xwedî çi hesp û hûtên behrî yên xurt û çi tîmsahên (nehengên) deryayî yên mezin î dijwar in, ji ber vê jî ji kerema xwe re lêvên xwe yên lalî û sor ji ser wî devê teng î şêrîn rake û bi zar û zimanekî şêrîn ji me re gotinên xweş bibêje û me bi sozê nêzîkbûn û gihîştina cem xwe şad bike.

Lewra ji ber negihîştina viyana xwe dilê me ji te bûye gurrî û bizotekî agir ku alav jê diçe û em ji ber tadeyî û azara evîna te bêşerab û babûng û afyonê serxweş û bêhiş bûne û ji ber dûriya ji te jî tu xweşî û hêsanî û çu reng jî li me nemaye, ya rastî ji xwe cana min bê te cihan jî li me teng bûye û tu tahma wê ji me re nemaye.

Ey evîndar ma tu dizanî ku alavên mûzîkê yên mîna ney û çengê bi awaz û naxmeyê xwe çi dibêjin û ji bo çi dengbêj herdem li pey hev bi dengê bilnd distirên û gazî dikin? Erê ew pê gazî me dikin û me vedixwînin dîdara bejina te ya rast î hilkişiyayî û bala teya şepal î rind û herweha şabûna bi çavên nêrgizî yî şêrîn û nazdar î efsûnkar û neyreng. Lê ax ka li kû ye ew gihîştin? Ma dê çawa bibe, tu bi xwe dara Tubayê ya xweziyan î li esmanê jorîn û ez jî nexweşekî qels î perîşan û seqetekî qop î kulek im [li vê erda ku sembola birca gêw (ga) ye]; ma di vî wextê dereng û vî temenê derbasbûyî de ev fersenda dîtinê û şabûnê ji min re tê û ez ê êdî çi fêde û sûd ji vê dîtinê wergirim.

Lê belê digel vê jî divê evîndar jî mîna sazbend û dengbêjan bêhêvî nebin û cehd û xebata xwe bernedin da neynika dilê wan zengarî nebe, çavên wan tarî nebe û birca kêvjalê ji ber qarîn û zarîna wan li esmanê jorîn nenale [ û ew nalîna wan jî negihêerdê cem birca ga].[16] 

3.    Birca Cêwî (Cewza): 21/5-21/6, (rojgar: Tîr/´Utarid/ Merkur; alav: ney, aheng: newa): 

Newaya mitrib û nayê fîxan avête cewzayê

Fe ya heyya bi kasatin we ya heyya bi tasatî 

Dema ku roj di birca Cêwî ya navbera 21/gulanê û 21/hezîranê de bû, fîxan û nalîn bi dengê stranbêj re digel awaza neyê û bi ahenga newayê re bilind bûn heya gihan ber birca Cêwî ya di çerxa duyemîn de. Ey meyger ji kerema xwe re tu bi lez û bez bi tas û kaseyan şerabê bi me bigihîne da em sedemê wan fîxan û nalînan û wan awazan bi çavên serê xwe bibînin. 

4.    Birca Kêvjalê (xerçengê): 22/6-22/7, (rojgar: Heyv/ Hîv/Qemer; alav: çeng, aheng: newa): 

Newaya mutrib û çengê fîxan avête xerçengê

Were saqî heta kengê neşoyîn dil ji vê jengê 

Heyata dil meya baqî binoşîn da bi muştaqî

Ela ya eyyuh`es-saqî edir ke`sen we nawil ha 

Dema ku roj di birca kêvjalê de bû ku navbera 21-hezîranê û 22 tîrmehê ye, Deng û awazên dengbêj bi yê çengê re di ahenga/meqamê newa de bilind bû heya giha ber birca kêvjalê ya ber perê esmanan. Ey meyger her di wê demê de tu jî were me bi şeraba xwe ya nemir (baqî) av bide û dilê me yê mirî bi evîna xwedayî bişo û sax bike, da em wê şeraba evîna baqî ji dil û can vexwin û dilê xwe pê xweş û şad bikin û bigihên jiyana nemir. Ma xwene qey em ê vî dilê gunehkar û qirêj î zengarî heya kengê neşon û di vê kirêtî û gemarê de bihêlin: ”Ey meyger fermo van şûşeyên tije şeraba sermedî bigerîne û bi destê me bigihîne”. 

5.    Birca Şêr (Esed): 23/7-22/8, (rojgar: Roj/Şems/Xwirşîd; alav: çeng, aheng:rast, uşşaq): 

Perwaneyên sotîkebed dilber ji ber birca Esed

Tîr dan ji reştûzên semed lew têk ji xwînê neqqişîn 

Em mîna wê xecxecoka/mizgînoka kezebşewitî ne ku dildarê ji bijangên xwe yên reş î kilkirî yên semedanî û eniya xwe ya giç î bilind a mîna birca şêr tîr avêtin me ta ku ji ber wan derban hemî endamên laşê me bi xwînê neqişîn û lewitîn. 

6.    Birca Sinbul: 23/8-22/9, (rojgar:Tîr/´Utarid/ Merkur, alav: ney, aheng:zengûle): 

Sinbulan seywan li dêmê taze kir

Afitab îro di birca Sinbul e 

Sinbulên biskan û yên kagula ser eniyê bi awayekî wisa bedew î bêhempa li dor wî rûyê rojîn hale dan û bûne xelek ku êdî wan dêman mîna roja di birca sinbulê de şewq û şemal dida û tîrêj ji wan diçûn. 

7.    Birca Mêzînê (terazûyê): 23/9-22/10, (rojgar: Gelavêj/Nahîd/Zuhre/Venus, alav: ney û çeng aheng: zengûle, gerdanî û rast): 

Senemê ji qewsê ebrû du hilalên new numandin

Du keman li burcê mîzan bi xezeb li min kişandin 

Dildara senemîn herdu kevanên birûyên xwe mîna heyva dasûkî ya nû yî zirav têlbend kir û ew hilkişandin ser eniya mîna birca terazuyê û ji herdu kevanên birûyan awirên tûj yên mîna sertîran bi awazên ney û çengê re bi meqamê rast reşandin dilê min.    

 8.    Birca Dûpişk (Eqreb): 23/10-22/11, (Behram/Merîx/Mars/Pluton, alav: ´ud, aheng: huseynî): 

Bomawer û şîrînlebê wê xûb û nûrînxebxebê

Bedra di Birca ‘eqrebê kengê ji ber perdê derê 

Ez nizanin gelo ew dildara bêhngulav î lêvşêrîn û xebxebrewşen ku rû jî mîna heyva çardeşevî ya di birca dûpişkê de û di nav wan biskên gulang û kagulên xwar î badayî de ye, dê kengê ji ber perdê derê [û bi sehera sibê re me bi awaza ´udê û bi aheng û perdeyên curbecur mîna huseynî û yên din şad bike]. 

9.    Birca Kevan (qews): 23/11-21/12, (rojgar: Bercîs/Muşterî/Jupiter, alav: ´ûd, aheng: rehawî):      

Wey spêde j’ bircê qews ebrû numandin mahê new

Xweş ji qewsê ebrûyan vê ra kişandin mahê new 

Ji birca kevanî ya ser eniyê wêneyê birûyên mîna heyva nû zirav û kevankî û weke spêdeyê bi rohnî diyar kirin û xetatan jî bi wan birûyên kevankî re bi awayekî qenc î xweşik bi awaza udê û bi meqamê rehawî re wêneyên heyva nû jî li ser rû kişandin. 

10. Birca Nêrî (cedy): 22/12-20/1, (rojgar: Kîwan/Zuhel/Saturn, alav: çeng, aheng: sema) 

Di pabûsa semensayê mi nêrî bejn û balayê

“Le‘ellî eblux ul-esbabe esbab es-semewatî” 

Di dema ramîsana nigê dildara weke yasemînê nazik î xweşik de min xwe ji mezinahiya wê re tewand û bi hêviya ku ez bigihêm rê û dirbên rastî yên cihên bilind û payeyên pêşwaziyê, min bi dengê çengê û naxmeyên di meqamê sema de li spehîtiya wê bejn û bala şepal î bilind nihêrî û qenc bala xwe da xwoşewistiyên wê.

Li vê derê ji peyva “nêrî” hem lêkera “nêrîn” û hem jî birca nêrî hatiye amanc kirin da bi alîkariya birca nêriyî hilkişe rê û dirbên esmanan û çerxên tê de. 

11. Birca Dewl/delw/xerab, 21/1-19/2, (rojgar: Kîwan/Zuhel/Saturn/Uranus, alav:ney û nay, aheng: sema´î): 

Tû şerabê bi xerabê bi nehingan de demê

Dê kîfayet bi çi rengî me bikin kûze û tas 

Ey dost ger tu evîndarên weke tîmsah û şêrên deryayê bi şerabê av bidî, da ew pê xurt bibin û xwe li ber tade û renca evînê ragirin, bi dewlên mezin bide wan ne bi sewîl û tasên piçûk, çunkî ew kezebşewitî ne, kelewaca nava wan bi amanên piçûk yên weke kûz û tasan sar nabe û heya ku nebe jî ew nikarin li awaza ney û nayê ya di ahenga sema´î de guhdarî bikin û tê bigihên. 

12. Birca Masî (neheng/hût), 20/2-20/3, (rojgar: Neptûn/ Neptun, alav: ney ûçang, meqam:  ´uşşaq): 

Bi evînê melek û çerx û felek têne sema

Rewşen in têk-i bi mihrê ji sema ta bi semek 

Hemî melaîket û çerx û felek tev di gerîneka evînê de direqisin û ji esmanê jorîn heya bigihê deryaya cihê masiyan gerdûn giş pêk ve bi gelemperî çi diyar çi derûnî û hemî heyî (afirandî) çi terr çi hişk, çi rewan çi rawestiyayî bi nûra evînê rewşen û rohnî bûne û li dor xala evîna rastî digerin û li ser qutbê evîna rebbanî xwe radigirin û bi bandora evîna zatê Xwedê digel awaza ney û çengê ya di meqamê uşşaq de direwin û tev digerin. [17] 

Mûsîk, desgah/aheng/meqam û alavên Mûzîkê di Dîwanê de: 

Desgah/aheng/meqam: 

Newa:       

Newaya mutrib û çengê fîxan avête xerçengê

Were saqî heta kengê neşoyîn dil ji vê jengê 

Heyata dil meya baqî binoşîn da bi muştaqî

“Ela ya eyyuh`es-saqî edir ke`sen we nawil ha”

(Ji bo maneyê binêre li jor li xala birca kêvjalê) 

Ageh/yekgeh: 

Çendî dinê bit her hebî ‘alem di ber hukmê te bî

Herçî divê te her we bî lebsê te kîmxe w xare bî

Dayim bi remz û ‘işwe bî şubhet gula her xunçe bî

Wî buxçeyê xar tê nebî ageh ji ‘uşşaqên xwe bî

Çeşmek li ehwalê me bî derheq me lê bêperde bî

Saxer medam pir bade bî pirşefqe û xweşme‘de bî

Bihtir bi rehm û şefqe bî b`şîrê te da perwa nebî

Mexmûrê çehvên şehle bî sotîne narê firqetê 

Ey dildar ez hêvîdar im ku heya dinya hebe tu jî hertim hebî, cihan hemî di bin desthilata te de be û li gor dazwaziya te be. Herweha cil û bergên li ser te ji hevrîşimê tenik î giranbiha û hevrîşimê pêlpêlî yî hêja bin û herdem tu bi nîşan, bi naz û delalî, nazik û kubar û li pêşber hempayên xwe serbilind bî. Tu mîna guleke bijkoj î nevekirî spehî û destnedayî bî û dirî û sitrîn di baxçeyê rindiya te de tune bin da tu ji tade û azarê wan paristî bî. Bi vê re jî tu ji hemî rewş (û ahenga) evîndarên xwe (ya yekgah) agahdar bî, çavên te li ser wan be, wan jibîr nekî, paşguh nekî û çavekî te jî li ser rewş û ahenga me dildaran be, lê digel vê jî ji bo me tu bê perdeyeke ahengxwan bî û şepaliya xwe ji me veneşêrî.

Bila piyaleya şeraba te ya şadîmanî û dilxweşiyê timî tije û bi serî be, tu li hemberî me dilsoz, ji me re dilovan, beşerxweş û devliken bî û dilovaniya te ji me re ji ya herkesî bêhtir be da em ji awirên çavên te yên weke şûran bêperwa û bêfikar bin û çavên te yên xezalî jî herdem mest û xumarî bin da me efsûn bikin, lewra bi rastî agir û şewata cudahî û dûriyê dilê me peritandiye û kezeba me biraştiye.    

Sêgah/sîgah:

Li l-lah were saqî bi du caman me ciwan ke

Mutrib bi defê ra bide sêgah û şebabê 

Ey meyger tu bi Xwedê kî were du piyale ji şeraba jiyandêr ku pîran can dike û caniya kalan li wan vedigerîne bi de me û me ji nû ve ciwan bike. Ey hunermendê dengbêj tu li defê xe û aheng û awzên sêgah bide bilûrê da coş û xiroş rabe, kêf û şahî geş bibe û piyale bên gerandin. [18] 

Sema´/sima´î/sema´î/sema: 

Dê bişaret bi işaret ji neyê bête sima`

Tu ji nayê di sima´ê bike bawer meke behs 

Ey evîndar dê nîşan û îşaretên mizgîniya gihaştina cem dildarê ji dengê muzîka neyê ya di meqamê sema´î de bê sehkirin; ji ber wê jî tu ji wî dengê civata muzîkê bawer û dilbicîh be û qala rêyeke erêkirinê ya din meke, çunkî ev îşaret bi tenê têra dilbicîhkirinê dike. 

Rast:

Heyîv bû ew di zulmatê dixwim sondê bi ayatê

Ku nûrê da semawatê esed hat rastê mîzanê

Qemer hat rastê perwînan ji bo xemlê şemal înan

Me nêrgiz dîn di nesrînan di nêv baxê gulistanê 

Ez bi bi ayetan sond dixwim ku ew heyva taritiyê gava rohniya xwe da esmanan hingê awazeke meqamê rast ji birca şêr derket û bilind bû heya giha birca mêzînê, her di wê gavê de ew heyv jî li gor wî meqamê rast li ber şewqa perwînê xeml û şemalek da xwe û ew der ewqas rohnî kir ku di baxçeyê gulan de nêrgiz û nesrîn çirisîn û reng vedan. 

Dil dixwînit zulf û xalan dêm û balayên ji nûr

Her bi qanûn mujdeya xeybê ji nayê rast û çep 

Dil zilf û xalên ser dêm û balaya nûrîn vedixwîne û qanûn jî digel neyê bi meqamê rast mizgînî dide ku dê ji xeybê rast û çep deng were. 

Zuhre û ´iqda Sureyyayê di şerqê keşşifîn

Leylet ul-qedrê ji mexrib perde dayê rast û çep 

Gava ew dildara mîna bercîsê digel gerdena weke Surreyayê (komika Sêwiyan) ji rojhilat ve xwiya bû hingê ji hêla rojava ve bi niyeta şeva Qedrê awaza dengbêj ji perdeya meqamê rast rast û çep bilind bû. 

İsfehan:

Cohtê hebeşan bi terfet il-´eyn

Anî qederek ji Espehan/Esfehan bac 

Herdu çavên dildarê yên mîna laşê hebeşî reş di demek pir kurt de ku bi qasî niqîna çavekî bû bi hêza rindiya wan çavên ku mîna ahenga isfehanî xurt in, dest danî ser bajarê Îsfehanê û tibabek bac jê anî. 

Gerdenî (´iqd): 

Zuhre û ´iqda Sureyya keşşifî bûn ew di şerq

Sayeya bextê me dayê ma li ser perde w niqab 

Stêra gelavêj û gerdaniya perwînê ji rojhilat ve avêtin, lê bextê min yê reş bû sî û perde li ser wan û ew niximandin ta ku awaza wan ya meqamê gerdenî ji binî birrî. 

Koçek/Kuçak (çengî di vî meqamî de lê dixe): 

Fehmê raz er bikirî wer bibihî mujdeyê saz

Çengî bêperde dibêjit ne ney û nayê bi deng 

Ey evîndar ger tu bivêyî razên zanista evînê û nihêniyên pîşeyê hezkirinê fêhm bikî fermo were civata mûzîka çengiyê da tu ji awazên hemî alavên mûzîkê di ahenga kuçak de mizgîniya raz û penhanan bibînî. Çunkî çengî bê ahenga xwe ya kuçakê jî biçengê ji te re raz û nihêniyên ku ji awaza “nay û ney”ê nayê bihîstin, dibêje.   

´Uşşaq: 

Di iqlîmê suxen mîr im di şi‘rê de cehangîr im

“We ye‘lu mewkib el-‘uşşaqi e‘lamî we rayatî 

Bêguman ez mîrê welatê xweşbêjan û yê herêma rewanbêj û xweşaxêvan im û di pîşeyê honraweyî û honana şi´r û qesîdeyan de cihangîr im û gava karwanê koma evîndaran digel awazên bi aheng û meqamê ´uşşaq ber bi hizûra pîroz ya bexşandinê ve diçe hingê alaya min bi ser ya wan dikeve û bandrola min jî li pêşiya wan rewan dibe. 

Zengole/zengûle/zeng: 

Ku işaret bi bişaret bidirit nexmeyê çeng

Ji rûyê ayîneyê dil biretin perdeyê zeng 

Gava alavê muzîkê yê harpê bi awaza xwe ya di meqamê zengûle de mizgîniya pêkanîna mirada evîndarî bide hingê dê neynika dil rohnî û zelal bibe û pê re jî dê ew zenga ku bûye weke perdeyekê li ser û nahêle dil bigihê zanîna xwedayî, paqij bibe û ji ser rabe.   

Reha/Rehawî/rehawend: 

Ji wê zulfê ji wê bendê reha bim lê ji peywendê

Siyehçeşmê spîzendê te sohtim şubhetê findê

Şubih şem‘ û şemal im ez ji ber hubba te lal im ez

Ze‘îf im wek hilal im ez sifetgoyîn dikalim ez 

Ez ji benda qayim ya wê biska ku dildarê dest û nigê min mehkem bi xelekên wê ve girêdabûn çiqas ku xelasiya jê zehmet bû jî, [dîsa ez bi alîkariya ahenga rehawî] filitîm. Lê belê ma qey felata ji te heye ey dildara çavreş î zendspî, na bi rastî nîne çunkî te ez bi arê evîna xwe şewitandim û laşê min jî ji ber wî agirî weke mom û şimayê heliya û ji ber êşa evîna te mîna şimayê zermihî, lê digel vê jî ez ji ber dildariya te lal bûme nikarim gilî û gazinên xwe jî bikim. Herweha laşê min jî ji ber hezkirina te qels û lewaz bûye û pişta min jî fena heyva nûderketî xwar û zirav bûye, bûye weke dasûkekê ku ji ber vê jî ez mîna pepûkê herşev ji êvarê haya serê sibê natebitim û dikim nalîn û zarîn û her sibe bi bilbulê bax û bostanan re ku li ser gul û kulîlkan dixwîne, jî axîn û oxîna min e. 

Humayûn (meqamê lorîna dayikên kurdan): 

Nefesek bê te me naçî ne dijîn bê te demek

Ji te hat emrê humayûn te we me´mûr-i kirîn 

Kêşana yek hilm û bêhneke bi tenê ku em dikêşin jî bê hebûn û viyana te ji me nayê û em bê te ne dişên wê bidin û ne jî bistînin, çawa ku em yek kêlîkeke bi tenê jî bê te nikarin bijîn. Ji xwe fermana siltaniyê ya ji bo vê yekê jî di meqamê humayûn yê lorîna dayikan de ji bal te ve hatiye dayin û te em weha pê erkdar kirine.[19] 

Alavên muzîkê: 

Bilûr (şebab): 

Li l-lah were saqî bi du caman me ciwan ke

Mutrib bi defê ra bide sêgah û şebabê     

(Ji bo maneyê bnr. li jor li xala meqamê sêgah) 

Çeng (arpa/harpa niha): 

Ku işaret bi bişaret bidirit nexmeyê çeng

Ji rûyê ayîneyê dil biretin perdeyê zeng

(Ji bo maneyê bnr. li jor li xala meqamê zengole) 

Fehmê raz er bikirî wer bibihî mujdeyê saz

Çengî bêperde dibêjit ne ney û nayê bi deng

(Ji bo maneyê bnr. li jor li xala meqamê kuçak) 

Def (dahol/tebil) : 

Mey hate fincana sedef, kes dê vexwit îro bi xef

Saqî bi çeng û nay û def ferfûriya mehtab-i da 

Piyaleya sedef bi şerabê hat dagirtin û badegêr jî ew bi dengê çeng, ney û defê re li civatê gerand, ka gelo kes heye rahêle vê badeya di vê cama ferfûrî de ku weke ya qiralê Çînê rohnî dide û diçirise, bi ser xwe dake û vexwe? Na herê, kes nake lewra yê ku vê bike barekî giran dide ser milê xwe ku daxwaziya şahê mezin e. 

Canê Melê rûha Melê nûra ji qudret nuqte lê

Remzek nihîn da min welê nalî ji ber wek nay û def 

Can û rihê Melê dîtina wî rûyê geş e ku ji hêza xwedayî xalên reş lê ne û bi yek nîşaneke nihênî nalîneke weke ya nayê û tingîneke weke ya defê ji min anî. 

Erxenûn: 

Nûra ji qudret lê du nûn jê ra dinalin erxenûn

Wer ayeta ´işqê bixûn xweşnusxeyek mestûr e dil 

Ji ber evîna wê eniya geş û rewşen ya dildarê ku du birûyên kevankî yên fena du nûnên bermeqlûb li ser hatine kêşan, dilên evîndaran weke nalîna erxenûnê lê dide . Ey dost bi lez were ayeta evînê û sembola ku li ser rûyê wî dilî hatiye nivîsîn, bixwîne û bibîne ka ew çi naveroka nusxeyeke çak û nameyeke spehî û bedew ya evîndariyê ye. 

Muxnî: 

Ney û muxnî me hemraz in di remza ayîne camê

Li min mehrem def û saz in didin bêperde peyxamê

Dinalin kewkeb û bazin hezar rengê di ilhamê  

(Herdu alavên mûzîkê] Ney û muxnî hevsirrên me ne û piyaleya me ya ayineyî jî dirûvên def û saza xwemalî ku name û peyama evînê bêaheng û perde didin, nîşan dide û bi wan re jî bazin û guharên rengstêr bi hezar awayî dinalin û sirûşa perwerdigarî pêşkêş dikin.  

Nay û Ney: 

Remz û razên ney û nayê ku sema´î ne hemî

Ji mehalat e bi ´eqlê xwe bizanî ji qiyas 

Ey evîndar gava tu wan nîşan û dirûvên rastî û razên xwedayî yên ku bi rêya dengên alavên muzîkê yên mîna ney û nayê bi meqamê sema´î hatine bihîstin û guhdarîkirin, weha dibihîzî tu çu cudahî naxî nevbera wan alavan û ji xwe ne mimkin e ku tu bi hiş û pîvanê di maneya wan naxmeyan de bigihêyî. 

Qanûn: 

Zuhreçingê ev suwaj dî ew ji çeng avête çeng

Xweş li pê qanûnê wê guh de tu qanûn û rebab 

Gelavêja reqqas î çirisî gava şer û qirêna nav cihanê û ev bêrêkûpêkiya gerdûnê dît hima bi yek carê pergalên reqsê ji vî çengî avêt çengê û ew guhert meqamê newa yê kul û  keder û xemgîniyê. Ey evîndar tu jî dev ji vê kêf û şahiyê berde û bide pey xemgînî û dilbikuliya Gelavêjê û guhê xwe bide awazên qanûn û kemaçeyê yên xemxwar û keserbaz. 

Ribab/rebab: 

Lew di çengê me dixwînî ku di ´işqa te bi saz

Me bi bejna te dixwînin ney û qanûn û rebab 

Vexwendin û ezimandina me bi awazên çengê û bi dengê peywengên din yên mîna ney û qanûn û ribabê bi bal evîna te ve ji bo dîtina bejna te ya nazenîn û dilruba ye. 

Rûd/Saz: 

Suhbet bi sazan hate saz pê mewwicî deryayê raz

Da dil ji nû bayê mecaz wê keştiyê sukkan e reqs 

Bi alavên muzîkê yên sazîn civat û suhbet hat gerandin/sazkirin û pê re jî pêlên deryaya razan rabûn û li dil da ku bi wan pêlan re bayê evîna mecazî jî xwe gihand dil û lengerê keştiya wî ji cihê xwe ferqizî û rabû reqsê. 

Ku Katib dêmê cedwel kit şikestexet muselsel kit

Ji yek herfan mufessel kit kî ye vê muşkilê hel kit

Dizanî rûd û ‘ûd ewwel çi tavêtin surûd ewwel

Ke ‘işq asan nimûd ewwel we lê uftad-i muşkilha  (ji bo manayê li jêr binêre!) 

Tenbûr: 

Mehbûb xwe nîşan da sefê carek di cama qerqefê

Hatî bi awazê defê tenbûr û çengê nexme da 

Gava dildarê di rêza govendê de û di nav piyaleya şerabê de carekê xwe nîşan da hingê di cih de  tenbûrê jî digel def û çengê dest bi awaz û ahengên muzîkê kir û lorand. 

´Ûd: 

Ku Katib dêmê cedwel kit şikestexet muselsel kit

Ji yek herfan mufessel kit kî ye vê muşkilê hel kit

Dizanî rûd û ‘ûd ewwel çi tavêtin surûd ewwel

Ke ‘işq asan nimûd ewwel we lê uftad-i muşkilha 

Dema nivîskarê qudretê ruyê dildarê bi gulang û kagulên bi ser hev şikestî ve xemiland, ew li pey hev rêz kirin û bisko bisko ji hev veqetandin, gelo ew kîjan pispor e ku vê gelşa zor û tevlîhev û vê mamika xerbilî ji hev derîne û şirove bike. Na ji bilî wî Aferînendeyê hêzdar kesî din nikare. Ey dengbêj ma tu dizanî gelo rûd ‘ûd serê pêşî dema distiran çi deng û awazan derdixistin? Wan digot: ”Evîn serê pêşî hêsa û xweş bû, ew ji hevdîtin û lihevnihêrtineke xweser û besît derket holê, lê dû re ji evîndarê reben re bû zehmetî û tadeyiyeke zor ku digiha kêrta mirinê. 

Zengil (ceres): 

Cana ceres û rehberê/rehrewê ‘işqa te ez im qet

Ageh bi fixan û herekatê ceres î tu 

Ey dildar û cana min ez zengilê stuyê dewara pêşiya karwanî me û rêşînasê rêya evîn û dildariyê me da rêberiya rê bikim û riya rast nîşanî evîndar û bengiyan bidim ku nekevin ser riya şaş û winda nebin. Lê ez nizanim gelo qet haya te ji hawar û qîreqîr û lebta vî zengilî heye ku çiqas tade û eziyet dikêşe û çendî hewceyî dilovanî û henûniyê ye. 

Gavek ji dengê zengilan êmin çi rûnîn menzilan

Hey hey dibînin mehmilan feryad e her qentarê çerx 

Gava em dibînin ku wa kerwanê rêwiyan herdem di rê de bi kefteleft digere û qîrewîra dengê zengilê wan e bi meqam û ahenga zengûle feryad û fîxan dike, em ê çawa yek kêlîkekê jî karibin di mehafeyan de rûnin û weke tişt nebûbe li cihê xwe rawestin. 

Rewşa ziman û vejîna wî di Dîwana Cizîrî de 

Gava mirov baş honraweyên Cizîrî dixwîne û ji her hêlê ve lê dinihêre dibîne ku Melê di honraweyên xwe de çiqas li evîn, tesewif, felsefe, dîn, rewanbêjî, rêşînasî, astronomî, mûzîk û ahengên muzîkê fikiriye ewqas jî bala xwe daye ser rewaniya ziman û xweşbêjiya wî çawa ku li jor jî nîşanên wan derbas bûn. Wî digel bikaranîna gelek gotin û hevokên biyanî jî ku bi rastî wan jî zahf bi şarezayî xebitandiye, zimanê kurdî çi ji hêla rêzimanî ve û çi jî ji hêla struktur û avakirinê ve be û çi jî bi awayê pevgirêdan û vejandina qotin û derbirînê ve be bi her awayî bi hostatiyeke pir bi rêkûpêk bi kar aniye.

Ji ber vê jî mirov texmîn dike ku xwestiye nîşanî dost û dijminan tev bide ku zimanê kurdî bi zarava û devokên xwe yên dewlemend ve xwdî hêzeke ku kare hemberiyê bi hemî zimanên navçeyê, heya bi yên cihanê re jî bike.

Ji bo vê jî wî hem gotinên zaravayên kurdî di şi´rên xwe de bi kar aniye û hem jî ji gelek devokên/varyantên  kurmancî pir nimûne dane ku ji van jî dixwiyê ew bi ziman, ferhenga kurdî û hevoksazî û peyvnasiya wî jî baş serwext bûye û li pirrên deverên kurdistanê geriyaye û li ser ziman xebat jî kiriye.

Çawa ku Abd ur Rehîm Rehmiyê Hekarî jî bi honraweyekê ev serwextiya wî ya bi zimên destnîşan kiriye û pê pesnê Melayê Cizîrî daye: 

Şîrazî li nav fursan kêşa ´elema ‘işqê

Mella te bire ew can Hafiz bike pê meşqê 

Lakin bi kirasek dî nûrê şefeqek tê da

Dîbayekî kurmancî raçand di Cizîrê da 

Mella te wekî Hafiz Firdewsî nekir ustad

Hem ‘işqê ji nû hilkir Kurmancî te kir îcad 

Pûlêd zexel Kurdî te bi yek nezerek zêr kir

Mala ku feqîr mayî tijî durr û gewher kir 

Kurmancî divê herdem fexrê bi te kin el-heq

Lakin tu ku Mensûr î rutba te bû ena l-Heq

Abd ur-Rehîm Rehmiyê Hekarî [20] 

Bikaranîna zaravayên kurdî û devokên/vayantên kurmancî di Dîwanê de:

Bikaranîna zaravayan:

Zaravayê soranî:

–          Ji dêla Xwedê: xwey/xwoy/xwa gotiye: 

Ku tûlê asîtanî dûr nekî êdî ji dergahî

Ji ba Xwey vê ricû nakin di babê lutf û rehmê da 

Em hêvî dikin ku tu tûleyê ber derîzana xwe ji dergahê xwe dûr nekî.

Haşa ev ne ku daxwaziya me ye ji Xwedê, lê ji xwe ew di beşa qencî û mihrîvaniya wî de heye. 

Mihnet û cewra hebîbî qehr û azara reqîbî 

Heq tinê da min xerîbî lê şukur baxwoy we daye 

Xwedayê payeberz ji ezelî ve êş û bela û zilm û zora dildariyê û hêrs û keder û tadeyiya hemberiyê jî ji nav cihanê hemî bi tenê para min rebenê bêkes î dûredest xistiye. Lê digel vê jî ez li zora xwe naynim, bêhnteng nabim û gilî û gazinan jî nakim, çunkî Xwedê ji ba xwe ew bela daye min û tiştê ew bide şikir jê re. 

–          Ji bo pir û gelek: zor 

We´hdetê Mutleq Mela nûr e di qelban cela

Zorê di vê mes´elê ehlê dilan şubhe ma 

Ey Mela bêguman wehdta mutleq (yektahiya xweser) rohniyeke ku di dilan de diyar dibe, lê pirên dilpeyrewên rêçika tesewifê di vê pirsa wehdeta mutleq de ku digihê heya radeya (wehdet ul-wucûdê) di gumanê de mane. Hinek wê rast dibînin û diparêzin jî, lê hinek jî tê de guman dikin. 

Herweha:

Her şevem ne´rezenan ta bi seher

Be segê koyê tu ra hemnefes în 

Ji ber kelewaca evîna te herşev ji êvarê heya serê sibê çavên me nayên ser hev, xew nakeve wan û bi seyê ber deriyê te re em jî heya şeveqê direyin û dizûrin. 

–          Ji bo giran û şiddetê: tund û tundî 

Da me şehzade bi destê xwe y mubarek qedehek

Ne xubarek ji xumarî û ne tundî û ne xeş 

Ew dildara ku fena şehzadeyan bi rûmet bû bi destê xwe yê pîroz îstekanek ji şeraba safî, ya bê toz û qirêj, bê serêşiya piştî serxweşiyê, bêtundî û tûjî û bêav û telp û tiştên din da min. 

 Zaravayê dimilî/zazakî: ji bo Xwedê: Huma/homa/humay 

Nefesek bê te me naçî ne dijîn bê te demek

Ji te hat emrê humayûn te we me´mûr-i kirîn (ji bo maneyê li jor binêre) 

–          Ji bo tirî: engûr 

Hindekî roj û şev in têk ‘îd û Leyl ul-qedri bin

Cam medam pir bade bit lê ne j’ meya engûrî bî 

Ez hêvîdar im ku çiqas şev û rojên te hebin hemî cejn û şevên qedran bin û piyaleya te ya şerabê herdem tije badeya xweş î biçêş be, lê ne ji şeraba tirî, ji şeraba evîna xwedayî be. 

Bikaranîna qaydeyên rêzimanî di Dîwanê de:

–           Şev û şêv, nav û nîv/nêv 

Azarê mihrdaran nedî lê destê bedkaran nedî

Bi nûnekê yaran nedî nêv me w xwe estaran nedî

Tîran ji nûbaran nedî derdan bi bîmaran nedî

Ji xeyrî sê caran nedî rîş in nedêrin taqetê 

Divê tu guh bidî evîndarên xwe yên rast î pêbawer, tade û azarê nedî wan û wan nexî nav lepê xerab û bedkarên ku rewşa wan tevlihev bikin û wan bi bihayekî hindik î nehêjayî nedî, çunkî ew giranbiha ne, herweha ti star û perdeyan nexe nav me û xwe ku bibin asteng ji şabûna bi şepaliya te. Tu tîrên awirên xwe jî ji wan birûyên fena kevanên nû nereşîne me û li me nexe da jana wan jî nede ser ya evîna te, lê ger li gor adetê dilberên giram avêtina wan pêwîst be jî bila ji sê caran ne bêhtir be lewra ji xwe berê dil bi tîrên pêşî birîndar in êdî taqeta wan careke din ji derbên tîrên din re nemaye. 

Ergatif û zimanê axaftinê:

Cinn û teyyarek mi dî werbû di min winda kirim

Dame ber pençe w kulaban hilfirandim wek ´uqab 

Min dît ku efrîtekî firinde di min wer bû, ez hingaftim û winda kirim, wî ez di nav pençe û napên xwe de girtim û weke balinde ez birim ber perê esmanan. 

Suflewî înam û avêhtim zemîna zulmetê

Lê ku hişyar im gelo yan xewn e min dîtî bi xwab 

Wî firindeyê jêrîn ez anîm û avêtim erdeke reş û tarî, lê ez nizanim gelo ne ez hişiyar bûm gava min ev yek dît yan jî xewn bû. 

Mûyekî ez ji te nadim bi dused Zîn û Şirînan

Çi dibit ger tu hesêb kî mi bi Ferhad û Memê 

Ey dildara min ez yek muyekî bi tenê jî ji laşê te nadim bi dused spehiyên rind yên mîna Zînê û Şêrînê. Hima ji bo vê be jî gelo ma çi dibe ku tu jî min weke Ferhadê evîndarê Şêrînê yan jî Memê dildarê Zînê bibînî û bihesibînî. 

Bikaranîna devokên/varyantên kurmancî di Dîwanê de: 

–       Yê hêla Bedlîsê, Licê û der û dorên wan, “li bo” ji dêla “ji bo” ve: 

–       Etwarê ´işq û mestî esrarê butperestî

Teqrîrê sed riwayet nakit li bo kifayet 

Bi sedan gotin û gerandina ji devan jî têrî şirove û eşkerekirina rewşa serxweşî û evîndariyê û penhaniyên (sir) senemperestinê nake. 

–          Heçî, herçî, hindî, çendî, sibe, siban, sibehan, spêde li gor devokên cihê 

–          Devoka mardînê “di dil da nî” ji dêla “di dil da yî” ve:

Di dil da nî we dîsa dil disojî

“Etehriq ya melîk el-`husni darek” 

Ey evîndar tu dizanî ku tu di nava dilê min de yî û te ew ji xwe re kiriye cih û war, lê digel  vê jî tu wî bi agirê evîna xwe û dojeha bengîtiya xwe dişewitînî û telef dikî. 

–          Devokê dora Sêwrekê û der û dorên Amedê peyva Zatî.

Zatî ji wucûda me sebeb wê tu dizanî

Naête hisabê felekê tedwîrê 

Ey dost ji xwe tu bi rastî sedemê hebûna me ya vê cihanê û afirandina me dizanî û agahdar î ku ew nakeve ber hisab û hejmara çerxa feleka teqdîrkirî û biryardayî. Herweha ew ji bûyin û pêkhatina karên hercarîn yên biryardayî jî nayê fahmê û bi nêrîneke weha di ser re û sivik jî xwiya nabe, lewra ew karekî nediyar e û weke mamikekê ye ku ji bo têgihîştinê pêwîstî bi lêkolîn û lênêrîneke hûr û kûr heye. 

–          Devokê Torê rabê û ya xerzayê jorîn jî rabî ye 

Herkesê rabê/rabî di be´hsê carekê mehder bikit

Xeyrê heftê hec didêrit belku bihtir ew sewab 

Çi kesê ku bi vê babeta dûriya min ji dildarê ve rabe û ji bo rakirina wê dûriyê li cem dildarê  şefa´et û doza bexşandinê bike dê xêra heftê hecan, belkî bêhtir jî ji xwe re bîne. 

–          “Bi şefqet ke” devokê mêrdînê, devokê xerza û bişêriyê “şefqet bike” ye.

Were pêşber Melayê xwe şehîd û mubtelayê xwe

Bi şefqet ke liqayê xwe Mela nemrit bi dayê xwe

Mesîha yî li bîmaran kesên geztî du reşmaran

Şehîdên şîr û mûkaran kirî amancê nûbaran 

Li dîdara te heyran im “sebah ul-xeyri ya xanim”

Were bînahiya çehvan bibînim bejn û balayê 

Ey dildar were pêşberî Melayê evîndarê xwe yê şehîd û tiryakiyê evîna xwe û bi dilovanî wî bi dîdara xwe şad bike da Mela bi van derd û kulên dilê xwe yên cudahî û dûrîyê nemire.

Ey dildar tu jî weke Îsayê Mesîh î ku çi kesê du bisk yan jî keziyên weke du marên reş ew geztiye yan jî ew kiriye amanca awir û niqînên çav û birûyên weke şûr û miqaran, tev de sax dikî.

Ey dildar û sitiya min a ku ez hesret û arezûmendê dîdara wê me roja te xweş û gula te geş be ey rohnî û bînahîya çavên min ka kerem bike were da ez wê bejna te ya şepal û bala te ya zirav î hilkişiyayî bibînim û bi dîtina wan bedewî û spehîtiyan şad bibim. 

–          “ca” ya farqînkî ye, bikaranîna devokê Farqînê û nîşandana “go” ya axaftinê ji dêla “got” ve.

Min go di şevan şubhê şemalan we disojin

Perwanesifet ca here bê sewt û his î tu 

Min ji dildarê re got: Em bi agirê evîna te bi şevan heya serê sibê bi rengê xecxecoka ku xwe diavêje ser mom û çirayê bê deng û pêjn û bêqarîn û zarîn her dişewitin û diperitin. Wê bi dengê bilind û bi xeyd bersiv da û got: A niha rabe ji ber çavên min winda bibe û here da ez te nebînim. 

Mela li gor devokan hem “-ker” hem jî –kar” weke ´işweker û bedkar, dixebitîne 

 ‘Işweker şêwe numa ya me ji wê rûh û heyat

Senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat

“Ehsene l-lah û tebarek” ji sura wê senemê 

Dildara me ya ku giyan û jiyana me jê û pê ye û her şêweyên cuda yên nazî û delaliyan diyar dike ew senem e ku dilrubayî û pîremendiya hêza Xwedayê bêniyaz e, bejna wê mîna qamîşê şekir çikrast e û lêvên wê jî ji şekirê dilêşê bi xwe ye; pesin ji Yezdan re be bê ew çi dilrubayî û spehîtî ye daye wê senema xwoşewîst û bedew. 

Azarê mihrdaran nedî lê destê bedkaran nedî

Bi nûnekê yaran nedî nêv me w xwe estaran nedî

Tîran ji nûbaran nedî derdan bi bîmaran nedî

Ji xeyrî sê caran nedî rîş in nedêrin taqetê

(Ji bo maneyê bnr. li jor li xala rêzimanî) 

Afirandin û bikaranîna gotinan:

– hem “sadedil” û hem jî “dilsade” bi kar aniye, dibe ku yek li gor rêzimana farisî û yek jî li gor ya kurdî be, yan jî li gor formên herêmî bin. 

Di riya dostê Mela yekcihet û sadedil în

Me hetta can heye haşa ji teleb dest bihilîn 

Ey Mela bêguman em di biwara evîna dostê û hezkirina yarê de yekhêl û yeknêrîn in ku jê pê ve em ji kesî din hez nakin û berê xwe nadinê, herweke ku dilê me jî pê re rast e, tu dilxişûşî û dilxirabî tê de nîne û heya em sax bin jî haşa ku em tu carî dest ji hêviyên jê û ji evîna wê berdin. 

‘Aşiq divê dilsade bit xaka riya yarê xwe bit

Sed dax di dil wek lale bit xwînê bixwit rengxunçe bit 

Pêwîst e ku her dildar derbarê evîna xwe de dilpaqij û dilsafî be, xişûşî û bêbextî pê re tunebe û xwe bike axa rêya yarê ya ku pêlê dike û ger bi sedan birînên dax û kewînên mîna yên laleyê di laşê wî de vebin jî û dilê wî ji derd û xemên evînê xwîn jî bibe û wê xwîna mîna gula sor î nûbijkojdayî vexwe jî . . . 

–          Pencumîn/pêncumîn/pêncemîn

Dê ji çerxê pencumîn bêtin tenezzul kit Merîx

Mîslê Şemsê ger kişînîtin li wan tîxên xezeb 

Ger dildar hêrs bibe û şûrê xezeba xwe li stêra Behram û Rojê bikşîne dê Behram ji esmanê pêncan û Roj jî ji yê çaran hahakê bi lez dakevin jêr û serî li ber fermana wê daynin û jê re stuyê xwe xwar bikin. 

–          Gotinên mîna sohtîdil, siyehreng, reşkagul û yên din ji dêla dilsotî,rengsiyeh, kagulreş û yên din bi kar aniye, gelo şibandiye farisî yan jî divê di kurdî de weha bin, yan jî berê weha bûne piştre guherîne? 

Ji bo du kirdeyan bi yek predîkatekê (lêkerekê):

Şemsa felekê ya melek î hê jî nizanim

Horî û perî ya bi xwe Rûh ul-qudus î tu 

Ey dildar ez heya niha jî nizanim gelo ev şewq û geşiya rûyê te ji ber ku tu roj bûyî di çerxa esmanan de û daketî xwarê yan jî ew rohniya te ya zêde ji ber ku tu fireşteyeke nûranî yî ku ji rohniyê hatî afirandin, yan jî tu horiyek ji yên bihuştê yî yan jî periyek î ketî kirasê mirovan yan jî tu Ruh el-qudus î pifdikî laşê evîndarên mirî da giyanê wan li wan vegerînî.  

Di risteya jêrî de:

“Ba nesîm dê çî lezînî sax û salim ma tu bînî

Vî kumêdî lê gehînî da siwar bit lê peya ye” 

Ey bayê Nesîm zû here û bilezîne vî hespê kumêd bighîne dildarê da hê ku nesax nebûye û ji rêveçûnê neketiye lê siwar bibe, çunkî ew hem peya ye û hem jî nexweşê bi derdê evînê ye û ji ber xemên dûrî û cudahiyê bêweş e, nikare bi rê ve here.

Du lêker “dê çî lezînî” li pey hev bênavgîn û bi yek kirdeyî “Ba nesîm” tên bikaranîn. 

Tu pirihsan û xweyrehm î li derwêşan a bêxeşm î

Çi bîtin ger bi nîv çeşmî nezer kî tu li astanê 

Ey dildara min tu pir camêr, xwedî qencî û dilovan û mihrîvan î û herweha tu ji derwêşên belengaz î xwespartî re jî bêxeyd, ji wan xweş, ji wan re baş û bi rehm î.

Ma qey çi dibe ku tu hima bi nîv çavî û telikî berê xwe bidî derîzana ber deriyê xwe û vî evîndarê belengaz î sewsî li ber derîzana xwe bibînî û dilê wî xweş bikî. 

Li vê derê mîna devokê Torê ku gelek caran “a”yeke weha bi kar tînin, destnîşan dike 

Hevoksazî, peyvnasî, peyvsazî û rêzimana kurdî: 

Te divê zêr û zeber kî me du zulfan bide ber ba

Te divê qenc-i qiyamet li me rabit bi xwe rabe 

Ger tu bivêyî me serobino û perîşan bikî û me bitewînî hima herdu zilfên xwe bide berbayê bila xwiya bibin bes e û ger te divê bibe roja me ya paşî û qiyamet li me rabe hima tu bi xwe rabe derkeve hafa me hingê em dê bimirin û dê bibe roja me ya paşî. 

‘Işqa me ji ber mewc û ‘ecacê bûye derya

Wê zêr û zeber kit me bi dest hind û xurabê 

Bêguman ji ber kelwahca bengîtiyê û pêlên wê yên mîna bablîsokê evîna me li me bûye weke deryayeke kûr î bêbinî ku ji ber pêl û mewcên dijwar î xurt keştîvanê hindî haha ye me serobino bike, bitewîne heya ku niqo bike.—–

Ayet ul-Lahî şerîfnusxe divên

Lê bi i‘rab û xet û cezme divên

Dilrubayan ne tinê xemze divên

Bi mesîhasifetî ‘işwe divên

Samirî sihrisifet şêwe divên 

Em yeke ku rûyê wê hemî ji nusxeyeke pîroz ya nîşan û dirûvên destkarî û afirandina Xwedê be û bi xal û nîşanên reş, bi xetên çehre û yên raserî cênîkan û bi daîre û çembera dev û çavan xemilandî be divên. Her weha em ji wan rindên dilruba hinek taybetmendiyên din yên mîna naz û delaliyên ku weke Îsa (e. s.) dilên mirî sax dikin û layî efsûna samirî maden digerînin golikeke bi morî divên ku hişê dîtiyan şaş û matel dike û radiwestîne.

Yan jî em hevokên weke ayetên Qur`ana pîroz bi rêkûpêk divên lê qayde û rêbazên tewangê yên rast divên, çawa ku em peyv û gotinên mîna yên pêxemberan bi i´caz û beyan û mîna yên hunermend û sihirbazan efsûndar û rewan divên. 

Feyza me şubhê Nîl e em Dîcle û Firat in

Ger şeyx û wer îmam e vê ra ye min keşaşkeş 

Lehî û rabûna kela dilê me weke ya çemê Nîlê bi feyz û bereket e lê em bi xwe mîna Dîcle û Firat in ku hercar pêl li ser hev tên li dilê me dixin û wî difûrînin ta ku li hev diqalêbin û serobino dikin. Îca ger li vê derê şêx yan jî pêşrew hebin û dijî vê dîtina me derkevin ez amade me di vî warî de bi wan re lecbazî û keşakeşê bikim û derxim holê ku navbera Dicle û Firat jî bi her awayê xwe ne kêmî Misrê û Nîlê wê ye. 

Li vê derê Cizîrî hem hersê çemên mezin yên bi xêr û bereket destnîşan dike û hem jî qala du şaristaniyên mezin î dîrokî ya Mezra Botan/Mezobotamya û ya Misrê dike û pê re jî diyar dike ku kurd û gelên der û dor û yên navbera Dîcle û Firatê jî mîna yên Misrê mîratxwerên miletên kevnare û xwedî bajarvaniyeke kevintirîn û bilindtirîn in.   

Cizîrî di honraweyên xwe de gelek sembolên mitolojî û dîrokî digel kesayetiyên tarîxî û navdar, cih û deverên cografî û welat û bajaran bi awayên cihê û di rewşên cuda de pêşkêş kirine.

Weke nimûne ji Pêxemberan ji Adem û Nûh bigir heya Yaqûb û Yûsuf, Zerduşt/Zerdeşt, Suleyman û Mûsa, Îsa û Muhemmed (e. s) û gelekî din, ji eshaban ji Şêrê Elî bigir heya Huseynê kurê wî, Hemzayê apê Pêxember (e. s.), Xalidê kurê Welîd û hinekî din (r. e.), ji fîlozofan ji Aristoteles û Empedokles bigir heya Eflatûn (Platon) û Sokrates, ji Îbn Sîna heya Ibn Ruşd û Xezalî, ji mutesewifan ji Hellacê Mensûr, Marûfê Kerxî û Şiblî bigir heya Îbn Erebî û Suhrewerdî û gelekî din, Ji şah û padişahan ji Cemşîd û Selaheddîn bigir heya Cengizxan û Tîmûrleng û gelekên din, ji Kesên dîrokî û mitolojîk ji Xizir û Ilyas û Îskender bigir haya Gêw û Rostem û Peşeng û Efrasiyab digel gelekên din.

Herweha ji serpêhatî û bûyeran jî ji ava heyatê bigir heya teyrê Enqa, ji evîna Yûsuf û Zuleyxa, Suleyman û Belqîsa bigir heya ya Ferhad û Şêrîn, Mehmûd û Eyaz, Xwisro û Şêrîn, Mem û Zîn û gelekî din, Ji Cama Cem bigir heya Neynika Îskender, ji şûrê Misrî û elmasî bigir heya miska Xetenê ji Silêmanê dunikul bigir heya zerbavê, ji welatê Belqîsê Sebayê bigir heya textê welatê Xetenê, ji Kabe, Qudis û Beytê bigir heya Laleş û ateşkedeyê, dêr û mizgeft û kenîseyê, ji Ahura Mazda û Hurmiz, Budha (483-563 b. Îsa) û Konficyus (551-479 b. Îsa) bigir heya Ebyed û Ehremen (Ezazîl/Îblîs), ji Avesta, Incîl û Tewratê bigir heya Zebûr û sihûfan û kitêbên navdar yên mîna Lubab û Keşşaf û yên din, Ji ziya û mar û dûpişkan bigir heya ejderhayê Dehhak û Kawa yan jî Ferîdûn hemî yan qala wan kiriye yan jî îşaret bi bal wan ve daye.

Ya rasttir bi kurtî mirov dikare bêje ku hima Mela ji her tiştî salox û xeber daye. Lê herkes li gorî xwe û zanîna xwe yan jî întrese û baldariya xwe dikare yan jî dixwaze hew hinek ji wan fêhm bike û diyar bike.

Çawa ku Abdullah Yaşîn jî dibêje:

“Ustadê Mezin Cizîrî bi zimanekî wecîz û bi risteyên kurt bi awayekî rewanbêjî qala hemî tiştî kiriye û honraweyên xwe bi rewanbêjtirîn û bêhempatirîn hunerê şi´r û edebê honaye.

Bi rastî jî her honraweyeke wî gencîneyeke dagirtiyê ji hunera edebî û felsefî ye”[21].Lewra Mela çawa ku ew bi xwe jî di honraweya xwe de dibêje ew mîna derya û okyanos e: 

Narê ji rengê dojehê husn û cemala wê mehê

Me d’perdeya vê xergehê xef kir çi ‘Umman î Mela 

Ey Mela me di bin perdeya dilê xwe yê mîna xergeha serdar û siltanan de agirê evîn û bengîtiyê yê mîna agirê dojehê gurr û wêneyê spehîtî û şepaliya wê dildara rûheyvîn di derûnê dilê xwe de veşartiye. Bêguman ez li vê şaş û heyrî dimînim ka gelo çi dilekî weke deryayekê yan jî okyanosekê bi te re ye ku tu dikarî ewqas tişt ragirî. 

Bi l-lah çi teb‘et adem î yekser dibêm yek ‘alem î

Deryayê Qaf û Qulzum î yan çerxê gerdan î Mela 

Ey Mela tu bi xwedê kî tu ji min re bibêjî ka tu çi xuymirov î ku tu dikarî ewqas tade û renca evînê bikêşî? Ez dibêjim qey tu yan bi tena serê xwe cihaneke xweser î yan jî Okyanosa mezin î yan jî deryaya çiyayê Qaf û ya Qulzum î ku tu dikarî ewqas tiştên ecêb î kesnedî bixî dilê xwe, yan jî tu çerxa felekê ya gereoke û mezin î ku vê cihanê bi hemû kar û kirinên xwe ve digirî nav xwe.    

Cizîrî di tesewifê de fenafillahiyê û wehdet el-wicûdê parastiye, lê di dîwanê de hima çi bigir hemî radeyên tesewifê û payeyên wê yên bilind nîşan daye û bi kurtî qala wan kiriye.

Wî her honraweyeke xwe bi herfek ji alfabeya kurdî ya hingê qedandiye ku pê hem awayekî hunerî yê kevnare yê ferhengî destnîşan kiriye û hem jî alafabeya kurdî ya serdema xwe nîşan daye.[22]

Bi rastî jî Mela beşawendên (qafiyeyên) honraweyên xwe ji bilî zal(ذ) ,´eyn(ع)  û xeynê (غ) bi hemî herfên erebî digel P, G, Ê û Îya kurdî qedandiye herweha “H:ه”ya erebî jî hem ji bo “H”ya kurdî û erebî û hem jî ji bo “E”ya kurdî bi kar aniye. 

Emîn Narozî        

[1] Bnr. pêşgotina Dîwana Melayê Cizîrî ya transikrîbeya M. E. Narozî û Z. Kaya, weşanên Roja Nû, 1987, Stokholmê.

[2] Bnr. li pêşgotina ser berhema Feqiyê Teyran ya Şêx Sen‘an, Roja Nû, Stokholm, 1986, transikrîbeya Memo Yetkîn rûpel 31 ; Pêşgotina Dîwana Melayê Cizîrî, Roja Nû, 1987, Stockholm, Transikrîbeya E. Narozî & Z. Kaya r. 21-23; Pêşgotina T. I. Dosikî, li ser Şerha Dîwana Şêxê Cizîrî ya E. Selam Nacî Cizîrî, Spirez, 2003, Dihok, r. 11-12; A. Turan, Melayê Cizîrî Dîvanî ve Şerhî, Nûbihar, Stanbol, 2010, r. 17, 53, 67; M. N. Doru, Melayê Cizîrî Felsefî ve tasavvufî görüşleri, Nubihar, Stanbol, 2012, r. 22-23

[3] Binêre pêşgotina Dîwana Melayê Cizîrî, Roja Nû, 1987, Stockholm, Transikrîbeya E. Narozî & Z. Kaya r. 21-23; digel guhertinên piçûk ji bilî raveya Yoyler ku jiyana Melê (mîna mesela hirç û rêçê bi zorê) dixe salên 997/1589-1664an, bnr. Li Pêşgotina T. I. Dosikî, li ser Şerha Dîwana Şêxê Cizîrî ya E. Selam Nacî Cizîrî, Spirez,  2003, Dihok, r. 11-12; A. Turan, Melayê Cizîrî Dîvanî ve Şerhî, Nûbihar, Stanbol, 2010, r. 17, 53; M. N. Doru, Melayê Cizîrî Felsefî ve Tasavvufî Görüşleri, Nubihar, Stanbol, 2012, r. 22-23

[4] Johann Wolfgang von Goethe, Dîwana Rojhilat ji Şairê Rojava, wergera swêdî, ji M. Tegena; Naîf Tahir Mikaîl, b. n., r. 66.

[5] Xalid Cemîl Mihemed, el-Cizîrî Şaîr ul-Hubb we l-Cemal, Dar el-Zeman, Demeşq, 2006, r. 94-96 ;  A. Tûra, b. n. r. 573-75; M. N. Doru, b. n. r 152-55.

[6] Bnr. M. N. Doru, b. n., r. 88-89

[7] Bnr. Se´deddîn Teftezanî (m. 791), Şerh ul-´Eqaid/Kestelî, Salih Bilici Kitabevi Yayınları, 1966, Stanbol, r. 109-112.

[8] Bi ya min mebest jê xanedanên ku di dema medan de ji hêla Hindê ve hatine, mîna Persan û yên din û ereb, nûbî yan jî misriyên ku hatine cenga pêşiyên kurdan in.

[9] Ji bo berfirehî bnr. I. A. c. 3, 193, xala cînasê; A. Baki Turan, b. n. r. 101-102.

[10] Bnr. Zivingî, Iqd el-Cewherî fî Şerhi Dîwanî Şeyx el-Cezerî, qesîde 60, ya bi beşawenda “K”yê

[11] Bnr. sûretê Nemil (27), ayet 4.

[12] Ev navên du kitêbên navdar yên ´Ellame Eb ul-Qasim Mehmûd ibn ´Umer ez-Zemexşerî (467-538/1074-1143) ne, Keşaf tefsîra Qur`anê ye û Mufessel jî ya nehwê (rêziman) ye. Ew li Zemexşera Xwarzemê hatiye dinê, di dema lêgerîna xwendin û zanînê de çûye heya Bexdayê û ji wê derê jî çûye Heccê,  li wê derê maye û bûye cînarê Kabê ta ku tefsîra xwe temam kiriye. Ew mezinekî mu´teziliyan bûye û di rewanbêjiya erebî, zanîna beyan, me´anî û honraweyê de serwext bûye. Ji bilî Keşşaf û Mufesselê berhemên wî yên el-Minhac fî i-`Usûl, Rebî´ el-Ebrar, Dallet en-Naşid û el-Faîq fî Xerîb el-Hedîs jî navdar in.

[13] Îzeddîn Mustefa Resûl, Melayê Cizîrî Şitek Derbareyê Jiyan û Berhemî, Wezareta Perwerdê/Zanîngeha Selaheddîn, 1990, Hewlêr, r. 11-12 ku ji Qenatê Kurdo, Tarîxa Edebiyata Kurdî, Roja Nû, 1983, Stockholm, c. 1, r. 91-93; Celadet Bedirxan, Hawar, hejmar 26.

[14] M. Nesîm Doru, b. n. r. 88-89

[15] Bnr. Ebd us-Selam Nacî Cizîrî, Şerha Dîwana Şêxê Cizîrî, Spirez, 2004, Dihok, honrawe 31

[16] Bnr. M. M. Zivingî, b. n. qesîde 114.         

[17] Bnr. Zivingî, b. n. qesîdeya 59an ya “Ey şahidê qudsî”.

[18] Bnr. Zivingî, b. n. qesîde 95: Ey şahidê qudsî

[19]. Ji bo berfirehî li ser van desgah û meqaman bnr. H. Mem, Behrûz Rezaî, Muzîka Seraya Kurdî, Imaj Matbaacılık, 2007, cih nîne; Sufism Music and Society in Turkey and The middle East, Swedish Research Institute, Stanbol, 2001, wergera ji frensî Sylvia Zeybekoğlu, r. 149-160; Osmanlı Türk muziği Ontolojisi, Lalezar Topluluğu, Kültür A. Ş., Istanbul, n. d., r. 13-40, (ji arşîva mamoste Lutfî Baksi); Mehrdad R. Izady,Bir El Kitabi Kürtler, Doz yayınları, 2007, Istanbul, wergera Cemal Atila, çap 7, r. 426-430.

[20] Bnr. ´Izeddîn Mustefa Resûl, b. n. r. 49.

[21] Bnr. Abdullah Yaşîn, b. n. r. 118-120

[22] A. Yaşîn, b. n. r 118-120 

Jêder: Kurdinfo 

Bersivekê binivîsin