Mijarên Felsefî û Wêje
Berhevdan, zanîn û têgihiştina zanayî, mijarên felsefî û her cure zanayiya zanistî, ji bo zimanê kurdî pêdiviyeke mezin e û ji bo zimên jî, dewlemendiyek e. Çawa ku pêdiviya meriv bi edebiyatê hebe, wisa jî bi felsefe û zanistê jî heye.
Zanîn, têgihiştin û bikaranîna zanayiyên felsefî û zanistî, berhema edebî xweşiktir û zengîntir jî dike. Bi saya pirs, fikr û fikarên felsefî, berhema edebî bêtir dibe berhemek xweser û mayende. Ji bo pêkhatina vê yekê jî, pêdiviya me bi xwendin, fikirîn, nivîsandin, xeberdan û minaqeşekirinê heye.
Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
09.03.2015