Mîtosa Çêbûna Gerdûnê

Mîtosa Çêbûna Gerdûnê

Mîtosa Çêbûna Gerdûnê 

Di dîroka ramanê de şiroveyên mîtolojîk, nêzîkê ramanên felsefî têne hesibandin û ji hêla şirovekirinên xwe ve jî, rolê helbestkarê Hesîodos girîng tê dîtin. Hesîodos Beriya Zayînê di sedsala VIII. an de jiyaye û cotkarekî ji Boîtîayê ye. Her çiqas bi awayekî misoger neyê zanîn ku ew ji kû derê ye jî; tê zanîn ku wî li Khalkîsê, pêşbirka helbestkaran kar kiriye.

Hesîodos hewl daye da ku di têgihiştineke mîtolojîk de, bi rêbazekê aqilane; zayîna Xweda û çêbûna gerdûnê şirove bike. Lewma jî, di çanda yewnanî de xwediyê rolekê girîng e.

Li gor baweriya Hesîedos, di destpêkê de bi tenê Qaos (sehm) heye. Ango, valahiya ku vedizêle. Tevlîhevîyekê bêdawî ye Qaos.

Ji Qaosê (Khaos) Nyks (şev) û Erebos (valahiya di bin erdê de a ku mirî lê ne) derketine. Nyks, keça Khaos e û Erebos jî, kurê wê ye. Ji Nyks û Erebos jî, Eros çêbûye.

Bi çêbûna Eros re, delalî û rêk û pêkî, ketiye dewsa tevlîhevîya qaosê…

Eros jî, Eter (ronahî) û Aîtherosê (roj) pêk anîye. Di vê navberê de jî bingeha her tiştî, Gaîa; ango erd, derketiye holê. Gaîayê jî, Uranosê (ezmana bi stêrk) çêkiriye.

Piştra Gaîa û Uranos, gelek heyînên wek Okeanos, Kyklops û Tîtanan çêkirine. Zarokên Gaîa û Uranos, Kronos û Rea; dê û bavê serokxwedayê Zeus in.

Dêwên ku bi navê Kyklops têne nasîn, di nîvê serê wan de çavekî wan ê mezin heye. Piştî van heyînên wek çiyayan, Tîtan hatine. Tîtan jî xwediyê hêzeka raser in û ji wan, Xweda pêk hatine…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî 

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

 

Bersivekê binivîsin