Mîtosa Heraklesê Leheng

Mîtosa Heraklesê Leheng

Mîtosa Heraklesê Leheng

Di mîtolojiya yewnan de, wek ku di gelek mînakan de jî tê dîtin; di navbera Xweda û mirovan de derbaseyeke nerm heye. Ev yek jî nîşanî me dide ku, têkiliya wan; têkiliyeke rasteqîn e. Di vê xala herî nêzîk a gihêjtinê de jî, leheng hene. Lewra ew ne Xweda bin jî, hêzên wan ê neasayî (deradet) hene. Di pêşiya hemû lehengan de jî, Herakles tê.

Bavê Herakles, Zeus e. Diya wî jî, Alkemeneya jina Amphitryon e. “Amphitryon, kurê qralê Tirynsê; Alkaîos e.” Hera dixwaze ku wî di dergûşa wî de bikuje. Ji bo vê yekê jî, du maran dişeyne nav dergûşa Herakles. Lê Herakles, wan dixeniqîne. Piştî ku dibe ciwanekî çeleng, bi Megaraya keça Kreon re, li Thebaîyê dizewice. Di dema dînîtiyeka xwe de, jin û zarokên xwe dikuje. Li ser vê bûyerê, wî dişeynin Tyrnsê; cem qral. Li wê derê 12 (diwazdeh) erkên dijwar ên ku qral dide wî; tîne cîh, gelek serboriyên evînê dijî û gelek caran lehengîtiya xwe nîşan dide. Dil dikeve Deîaneîrayê û pêre dizewice. Piştra, dilê wî dikeve Îoleyê jî. Deîaneîraya hesûd, îşlikeke bi jehr jêre dişeyne. Dema ku Herakles îşlik li xwe werdigre, di cîh de dimire. Rihê wî, diçe çiyayê Olîmposê û li wir, tê qebûl kirin.

Di mîtolojiya yewnan de lehengekî din jî, Perseus e. Perseus, kure Zeus û Danaeyê ye. Bapîrê wî, wî û diya wî dixe nava sindoqekî û berdide behrê. Qralê Seriphosê, wan xilas dike û bi diya wî re dizewice. Piştra, ji bo serê dêwê Medusa jê bike; destûrê ji qral distîne. Ji xwe armanca qral jî ew e ku, xwe jê xilas bike. Perseus bi alîkariya Athenayê, vê wezîfeya xwe tîne cîh. Piştî demekî Perseus, diçe Hebeşîstanê û Andromedaya ku li wir êsîr bû, rizgar dike û pêre dizewice.  Lehengê Îason jî, ji Teselyayê ye û kurê qral Îokos e. Kentaurosê Khoron, wî mezin kiriye. Îason dixwaze ku di dewsa apê xwe de, ew derkeve sert text. Dema ku apê wî têdigihîje ku çavê wî di textê wî deye, wezîfeyeka gelekî dijwar dide wî. Piştî serpêhatiyên gelek dijwar, Îokos vê wezîfeya qral tîne cîh û li Korinthosê, bi jineka leqleqe re dizewice û jiyana xwe ya mayî, li wir derbas dike.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin