Muharrem Binay: Felsefe, rêwîtiyeke evîndarî ye.

Muharrem Binay: Felsefe, rêwîtiyeke evîndarî ye.

Muharrem Binay: Felsefe, rêwîtiyeke evîndarî ye. 

Pêwistiya meriv çima bi felsefeyê heye?  Ya rast pirs yek e, lê bi milyaran bersiv hene. Lewma ji ber ku her ramanek yan fikirandina mirov, felsefeyek cudatir e. Mirov ji serî heta bi nigên (lingên) xwe felsefeyeke balkêş e. Ji ber wî felsefe ji bo zanîne, hînbûne, fikirandinê, ramanân û hwd. gelek  girîng e.

Felsefe pêşî bi hişyarbûne, bi ser dikeve. Ji ber ku Xwedê mirov afirandîye û aqil (mejî) li mirov bar kirîye, ji bo bifikire û rêya rast li pêş xwe veke û di wê rêya rast da bimeşe. Ew rêya rast, li ber mirov ronahîyek evîndarî ye. Ew evîndarî însan ji nezanîyan dûr dixe, aqil dişixulîne, hişmendiyê dide, rast û şaşiyê ji hev digre, difikirkîne, rastî û zanistî yê dide meriv.

Mirov dema ku wê rêya evîndariyê bi dil û can bibîne, wê deme mirov digeheje armancên xwe û li ser wê rêya (rêwîtîya) jîyanê de,  li ser xwe, armancên wekî din nîşan dide û rêwîtîya xwe, li ser wê armancê jî didomîne.

Ji bo wî, felsefe di domandina jîyanê de rêwîtîyeke evîndarî ye.

Muharrem Binay

02.03.2016 

{Têbinî: Roja Felsefeya Kurdî ya 09’ê Adarê ez bi navê xwe pîroz dikim. Dixwazim ew roja pîroz ji bo Kurd û Kurdistanê bibe sedema  xêr û xweşiyê.  Ji bo ked û xebatên we xwedê her dem alîkarîya we be û kemasîya we nede. Serkeftin ji bo hemû xebatên we.}

Bersivekê binivîsin