Murat Boran: Çanda kurdî bi serê xwe felsefeyeke jiyanê ye.

Murat Boran: Çanda kurdî bi serê xwe felsefeyeke jiyanê  ye.

Çanda kurdî bi serê xwe felsefeyeke jiyanê  ye

Pirs ev bû: “Pêdiviya me, çima bi felsefeyê heye?“ Dibe ku rasttir e ku em bipirsin “ Pêdivîya me bi kîjan felsefeyê heye? “. Anku ji bo vî gelî bindest, bi taybetî di hêla raman û helwest de çi divê? Gelo rêyên felatê çi ne û ji bo felata vî gelî, me çi divê? Em ê di vê kurtenivîsê de, bersîvên van pirsan bigerin. Bi ya min, felsefe zanista lêgerîna heqîqetê ye. Heqîqeta me kurdan jî welatê me ye. Çanda me, dîroka me û zimanê me ye. Şaristanîyek herî kêm 5 hezar salî, bi hemû şaxên xwe ve divê dîsa di warê xwe de bê dîtin. Lewra weke ku em dizanin, tiştên windabûyî, divê cihê ku li wira hatine wendakirin, wiha jî li wira bên peydakirin. Hêjayî gotinê ye ku, zimanê kurdî, çand û erdnigarîya Kurdistanê laboratûarên zindî ne û tevî ku astengî, zordestî, qedexekirin û bişaftinan, dîsa jî wek rojê diberiqin û ji bo avakirina pêşerojê, bingehên gelê me ên sereke ne…

Çanda kurdî, bi gelek şaxan ve, ji çandên gelên din ên dinyayê cûda dibe. Mînak;  peyv û têgeha “BEXT“.. Kesên ku wateya “bext” baş dizanin, dikarin bi hêsanî bibêjin ku ev têgeh bi sere xwe felsefeyek e. A ku, taybetmendîyeka çanda kurdî ye. Û ji bilî kurdan, di çanda kêm netewan de heye, û belkî tine be jî. Bext peymanek nenivîsandî ye, rûmet e, xwedîderketin û parastina wî, nirxa herî giring e. Dema bext bê dayîn, her tişt betal dibe, neyartî, nexêrxwazî, fesadî û hwd… Ti qanûn tine ye lê “bext” heye. Û ti gotin an ferman nikare ew betal bike.Û kesên “BÊBEXT” kesên herî beredayî û bêrêz in.  Ev e, felsefeya me a sereke…  Me ev divê di serî de…!

Di van rojên dîrokî de, pêdivîya me di serî de bi yekitî heye. Wek gel, wek milet, wek netew û wek kesên xwedî rumet… Pêdîvîya me bi “ Bextdayînek” nû heye. Divê em wek gel berê xwe bidin zimanê xwe, dîroka xwe, çanda xwe û sedemên hebûna xwe. Tiştên ku em pêdivî bi wan hene, hemû di “laboratûarên zindî” de veşartî ne. Mesele ew e ku, mirov li eslê xwe vegere,  lêbigere û heqîqet li wira bibîne. Dersên dîrokê xweş bixwîne, pêşgotin û zargotinan baş têbigîhîje û felsefeyek taybet bi navê “felsefeya kurdî” biafrîne. A ku heye û li benda me ye…. Felat li wira ye

Ma ne,  çiyayê helbesta kurdî mamoste Berken Bereh dibêje;

Hê ku tu akterekî li vê şanoya derew

Em vegerin li rastiya xwe

Li sîrîk û soryaz, li govend û kilama

Ji nû ve vejînin kelama serdemên kesk…

Serdemên kesk li benda mêrxas û jinxasên xwe ne.

Murat Boran 

28.02.2016

Ji bo pîrozbahiya Roja Felsefeya Kurdî ya 09ê adarê, me ji mamoste Murat Boran pirskir bê ‘Çima pêviya me bi felsefeyê heye?’; mala wî ava û wî jî dilê me nehişt û vê bersiva xwe ji bo me bi rê kir. Ev bersiv, dê piştre wekî PDF dosye jî ligel 100 bersivan were weşandin. Malî ava mamosteyê hêja, em gelek spas dikin.

Bersivekê binivîsin