Nadya Murad Ji Gundekî Bê Xwedî Bo Balyoza Aştiyê Li NY

Nadya Murad Ji Gundekî Bê Xwedî Bo Balyoza Aştiyê Li NY
Li tebaxa 2014 an li roja sê-yê ji havîneka gerim hovên biyaban û konên reş û ehlê qetl û kizb û nîfaqê şengala keça 73 ferman û genocidan kire amanca xwe û bi şêweyekî dirrindane dûr ji binemayên mirovatiyê fermana 74 an pêkanî û gelkujî li gundê koço yê Xweda û hikumeta îraq û herêma kurdistanê ji bîrkirî pêkanî, mêr bi rêz kuştin û keç, jin û zaro bi xwe re birin li ber çavên heft milyar mirovên bê deng û bê helwîst!
Nadiya Murad êk ji keçên gundê koço ye, terorîstên dewleta îslamî- daiş- ew û gişt keç, jin û zaroyên gundî bi xwere birin û li ber çavên wan bav û birên wan kuştin û qetlûam kirin bi şêweyekî hovane û li ber çavên nadiyayê şeş kesên mala wê kuştin û ji nav birin, bi sedan çîrokên weha cerigbir û dil êş rûdan li gundan û li çiyayê şengalê jî kû çi wijdan û eqil teqebûla wan nakin, kolanên gundan û latên çiyayê şengalê pirr bûn ji terim û laşên bû ruh qey tû di fekirî roja qiyametê ye, di heman demê de keç û jin hatine laqekirin (îxtîsabkirin) û kirine sebaya bo xwe û çekdarên xwe yên hov, û bi şêwazekî dirrindane serederî pêre kirin û eşkence didan mînak birs, tirs û tawanên sêksî û derûnî bi vê yekê ketine nehametiyeka mezin û barekê pirr giran.
Nadiya jî ji wê eşkencedanê bê behir nebû û bi zorî çekdarên hov ji xwere bir û rastî gelek rûdanên nexweş kirin û tawanên sêksî û cesteyî pêre bi karanîn, lê nadia xwedî hêzeka mezin bû bi hemû îrade û baweriya xwe ya jinanî karibû xwe ji destên terorîstan rizgarbike û ber bi asoyeke geş û ayîndeyekê azad bi meşe, û her zû nadiya murad li ser rêbazên aşitî û medeniyane dest bi xebat û lebata xwekir ta wî radeyî pitiriya serok û serokwezîrên hemû cîhanê û rêkxistinên mirovdost û aştî hez û pelementoyên ewrupî û pitirya cîhanê pêre civiyan tenê yên herêma kurdistanê nebin, û daxwaza gişt mafên êzidiyan kir bi taybet rizgarkirina keç û jinên êzidyan yên heya niha li bin destên teroristan rojane sed caran rastî mirinê dibin û dêne eşkencedan, ji ber rolê wê yê aştiyane û mirovayetî bi harîkariya rêkxirawa Yazda dibe kandîda xelatê nobil yê aştiyê û ked û xebata wê didome heya bûye balyoza aştiyê û niyet pakiyê bo NY li gişt dunyayê li 16 rezbera 2016 an, ev post bo wan kesane yên xizmeta mirovatiyê dikin bi aştiyane, nadiya xan baweriya NY wer digire û dibe balyoza aştitiyê di rê û rismeka hejî û giring de û nadiyayê ragihand pêwîste keç û jinên girtî didestê terorê de azad bibin û dibêje mejî mafê jiyanê heye nek tenê we û xêzanê we ev axiftina bedew li hember sekreterê giştî yê YN û balyoz û diblomasên cîhanê bi wêrekî ragihand.
Nadiya xan niha mîna teyr tawuseka aştiyê li asîmanê gişt dunyayê difirre û daxwaza mafên mirovan dike ew mafên bi zorê jê hatine wergirtin, ez bi omîdim nadiya di karê xwede serketî be û karên baş encam bide bo civakên cîhanê bi taybet yê êzidiyan, nadiyaxan ji gundekî xerrabat bo balyoza aştiyê li NY kete meşê û karwanê meşa wê didome, li dawiyê ji hin kesan re dibêjim nadiya himberî we biserket û her kesê dijayetiya wê bike wê rastî şikestin û şerimzariyê bibe û pêwîste nadiya û hemû nadiyakan ‘erşê dujminan bi hejîne û serşorbike û bersivek bo filmê #reşeba em keçên xwe yên rizgarbûyî nakujin belkû em dikene balyoz û kevokên aştiyê li hemû dunyayê.
Sekar Kamil Osman
01.10.2016
- Nadya Murad Ji Gundekî Bê Xwedî Bo Balyoza Aştiyê Li NY - 01/10/2016
- Xelkê Şengalê Nakokiyên Siyasî Qibûl Nakin - 29/08/2016
- Nadiya, Firîşteya Heştemîn û Nûrek ji Laleşê - 21/08/2016