Najbeer AL Shekh: Felsefe, hêza guherîna civakê vediguhezîne şexsan.

Najbeer AL Shekh: Felsefe, hêza guherîna civakê vediguhezîne şexsan.

Najbeer AL Shekh: Felsefe, hêza guherîna civakê vediguhezîne şexsan.

Di bingehê çêbûna mirov de gelek xerîze hene, girîngtirîn xerîze jî ew e lêgerîna rastiyê ye, ya ku ne diweste û ti carî jî nasekine, mirov her tim birçiyê zanebûnê ye lewma li zanistan digere yek ji wan zanistan  felsefe ye ku dibe bersiva gelek pirsên di mejiyê mirov de digerin wekî pirsa:

– Çawaniya çêbûna mirovan

– Destpêka avabûna cîhanê her wuha bidawîbûna wê

– Rastî û çewtiya hebûna firîşte û giyanan

– Sedemên kêfxweşî û xemgîniya mirov û hwd…

Wekî em dizanin her yek ji me her û her tim di nav hewildanên bidestxistina bersivên wan pirsan e lewre jî gava bersivan nabîne xwe bi Efsaneyan dide qebûlkirin, lê ya rast zanista ku me bigihîne bersivên dirust û birçîbûnê têr bike felsefe ye.

Rola felsefeyê ya mezin di jiyana mirov de û di gelek astan de heye: 

– Asta takekesî (ferdî):

1- Fêrbûna zanistan mejiyê zarok di hemî astên mezinbûna wan de ji dema xwendina seretayî derbasî ya zaningehî dibe, ramanên wan fireh û bi pêş dixe.

2- Dihêle ferd bibe xwediyê çandeke zanistî û felsefî ku êdî dikare xwe îfade bike her wuha analîzkirina buyerên li derdora wî diqewimin û rexnekirina wan.

– Asta civakî:

1- Felsefe nirxên rêxistina civakê yên di jiyana civakî de serdest in diyar dike.

2- Hêza guhertina civakê di ferd de diçîne ji ber her guherînek li ser bingehê felsefeyê ava dibe.

– Asta mirovbûnê ango mirovbûna mirov:

1- Vekirina çavên mirov li ser çanda felsefî û danûstandina bi wê re,hînkirina hişmendiya nirxên mafên mirov her wuha baweriya bi nirxên bilind, lixwekirin û parastina wan wekî (azadî, edalet û maf).

2- Nasandin bi şerê çandî, psikolojî û îdeolojî yê di cîhanê de belavbûyî û pêşwazîkirina wî şerî bi awayekî erênî.

Di encamê de em dikarin bibêjin pêdiviya me herî pir bi felsefeyê heye ji ber mirovbûna mirov bêyî perwerdeyê ava nabe. Girîngiya perwerdekirinê ji girîngiya felsefeyê ye her wuha girîngiya felsefeyê jî ji girîngiya perwerdekirinê ye.

Najbeer AL Shekh

02.03.2016 

Bersivekê binivîsin