Nasa: Asteroîdeke Nû Hate Vedîtin

Nasa: Asteroîdeke Nû Hate Vedîtin

Esmannasên NASAyê vedîtina asteroîdeke piçûk ku alîkariya çerixîna rojgerana hêşîn (gerdûn) ya li hawirdora rojê dike, ragihandin. Eşkêla asteroîda (heyv) biçûk ji 40î heta 100 metreyê ye û ji ber hêza erdkêşiyê (rakêş) ji rêgeha rojgerana me derneketiye û li gorî NASAyê dê asteroîda piçûk rewşa xwe bi qasî sedê salan bidomîne.

Asteroîda piçûk roja 27ê nîsanê bi teleskopa Pan-Starrs 1ê ya Zanîngeha Hawaii li Parka Neteweyî Haleakalayê hate vedîtin. Jet Propulsion Laboratory (JPL) ya NASAyê wiha radigihîne; “Asteroîda piçûk bi qasî sed salan e rojgerana me re hevaltiyê dike.” Beriya vê asteroîdê, di sala 2003an de asteroîda YN107 hatibû tespîtkirin lêbelê asteroîd di sala 2006an de ji rêgehê dûr û piştî demekî kurt ji rêgehê derketibû.

Asteroîda nû bi 2016 HO3 hatiye binav kirin û dikare ji rojgerana me bi qasî 100 kîlometre dûr bikeve û bi qasî 38 kîlometre jî nêzik bibe. Li gorî JPLê heyv ji rojgerana me pirr dûr e lêbelê binav kirina vê heyvê ya weke “heyva şopîner” ne xeletî ye û em dikarin bibêjin ku asteroîda piçûk û rojgerana me bi hev re govendê digerînin.

Li gorî Lindley Johnsonê NASAyê, xeteriya vê heyvê bo rojgerana me tune ye û dê di du salên li pêş me nikare ziyanê bigihîne rojgeranê. Jixwe pîvan û pêşbîniyên me nikare ji du salan zêdetir bibe.

Metîn Eser 

Çavkanî: BELGA

Bersivekê binivîsin