Natrium

Natrium

Sêva helisî/hishk dikare di shoresha enerjiyê de bibe elementeke diyardar. Karboneke nû ya ji chopa sêvên helisî tê peyda kirin, diyar kir ku di testên li ser berkevkirina enerjiyê de encamên pozîtîf bi dest dixîne. Bi rê û rêbazeke herî erzan berhevkirina enerjiyê weke mifteya shoresha enerjiyê tê dîtin, lewre bi ve yekê hilberîna guhêrbar ya bê (ba) û tirêjên rojê dikare were berhevkirin. Vê gavê di teknolojiyê de lithium-ion baterya ya herî serkeftî ye, lê ji bo vê bateryayê daringên (maddeya xam) pirr buha divê ku ew li ser rûyê erdê li chendek shûnan tê dîtin û pêre jî bi kobalteke tê bidest xistin ku bo xwezayê pirr bi xeter – xerab e.

Natrium

Ji ber vê pisporên li her aliyê cihanê lêgerîna teknolojiyên nû yên shûna lithium-ion dikare bigirin, pêk tînin, û bateryaya natrium-ion yek ji cihgirê vê pêvajoyê ye. Natrium di qafika erdê de 100î de 2,6 cih digire, hilberîna natriumê hêsan û erzan e li gorî lithium ê. Herwiha bateryay natriumê bêyî ku ziyanê bide, dikare bi temamî vala bibe. Lê teknolojî hê bi temamî nehatiye bi dawî kirin û lewre hilberîna ya di warê bazirganiyê de jî pêknehatiye.

Pisporên Technologisch Instituut yê li Karlsruheyê bi sêvên helisî gaveke din nêzîkê serkeftinê ne. Pispor biserketin ku ji berhevkirina sêvên helisî karboneke nû chê bikin ku tê de taybetmendiyên elektrokimyayî yên herî bash hene û di natrium bateryayê de weke elektrota negatîf cih digire. Bateryaya bo testekirinê pishtî 1000 carî sharjkirinê hê jî bihêz û biîstikrar bû. Pispor diyar dikin ku teknolojiya nû ne tenê bo enerjiyê lê herwiha bo îsrafkirina sêvan jî chareserî ye. Ji holê rakirina sêvên bi temamî negîhishtine û yên helisî ne, pêk tê.

Chavkanî: IPS Werger: Ji Hollandî, Metîn Eser

Bersivekê binivîsin