Navê Serekê Amerîkayê li Bizûza Nûvedîtî Kirin
Navê Serekê Amerîkayê li Bizûza Nûvedîtî Kirin
Biyologê peresînê Vazrick Nazari navê serekê Amerîkayê Donald John Trump li bizûz/gazûza nû vedîtî kir. Mûyên li ser serê bizûza nû ji rengê mişmişî (porteqalî) û zer e û dirûvê bizûzê jî dişibe Trump ku Nazari navê wî li bizûza nû vedîtî kiriye.
Bizûza nû bi qasî centîmetreyekî dirêj e û navê bizûzê jî “Neopalpa Donaldtrumpi” ye.Perrikên bizûzên nêr ji 3 mîlîmetreyê heya 4,6 mîlîmetreyê dirêj e û perrikên bizûzên mê jî 3 mîlîmetreyê heya 4,3 mîlîmetreyê ne. Taybetmendiyeke din ya bizûzê jî dirêjiya kîrê wî ye, lewre li gorî cureyê din yê bi navê Neopalpa Neopalpa ye û ji heman malbatê ye, kîrê Neopalpa Donaldtrumpi piçûk e.
Bizûza nû vedîtî li der û dora sînorê Amerîka û Meksîkayê dijî. Nazarî wiha dibêje; “Daxwaziya min bi binavkirina vê ajalê ev e ku dixwazim bala serekê Amerîkayê bikişînim li ser eko-sîstema parzemîna Amerîkayê, lewre veguherînin mezin û metirsîdar pêk hatine û xeteriya wê jî ji bo me mirovan heye.” Vedîtina nû li ser tora medyayê, bi taybetî di twitter û facebookê de bûye cihê pêkenînê û di nav bikarhênerên twitter û facebookê de weke “Donald Trumpê kîr piçûk” deng vedaye.
Metîn Eser
Çavkanî: De Morgen / 29.01.2017