Nêrînek Li Ser Dîroka Kevnar

Nêrînek Li Ser Dîroka Kevnar

NÊRÎNEK LI DÎROKA KEVNAR [1]                                                                    

Pêşgotin

Ser axa Kurdistanê, wê durîyana şaristanîya mirovatîyê ye kevnar, gelek dewlet û ol hatine damezirandin. Hinek ji wan bê şop winda bûne, şopên çendekên mayî hê jî ser wê axê tên dîtin.

Îro ser wê axê bi ola îslamê re tevayî, ku ola serdest e, olên xaçparêzî, elewî, êzdîyatî, yarsanî (ji wê olê re usan jî Ehl î Heq û kakeyî tê gotin), şebak, bi seda hezaran parêstvanên xwe hene û jîyana xwe didomînin.

Eger ji bo dîrok û bawarîyên olên îslamê û xaçparêzîyê, ku olên cihanî ne, hema bêjî her tişt dîyar û zelal e, vê yekê ji bo olên Kurdistanêye mayî, ku ser wê axê hatine damezirandin, nikarî bêjî. Parêstvanên olên mayî bi hezarsalan bindest bûne, pir caran ji bo bawarîyên xwe olî rû bi rûyî komkujîyan bûne û gelek caran neçar mane bawerîyên xwe ji kesên ne ji wê olê veşêrin. Ji alîkî mayî ve, pir caran niviştên wan e nivîskî hatine tune kirin. Ji ber vê jî di dîrokên wan olan de hê jî deqên tarî hene. Ronîkirina wan deqan, ne ku tenê nirxê xwe yê zanyarî heye, lê usan jî wê naskirina wan olan hêsan bike. Ev yek dikare ji bo firekirina tolêrans, temûla olî li Kurdistanê, roleke erênî bilîze.   

Di vê gotarê de em dixwezin bi lêkolîna mînakîyên di navbera ola êzdîya û ya împêratôrîya Mîtann de, ku bingehê wê ola hindîyaye Vedic bû, rehên êzdîyetîyê bigerin.  

Peyvên sereke: ol, roj, bawerî, êzdîyatî, Mîtannî,  Mîthra, zerdeştî, kurd. 

Hozên Arya êdî sedsalîya XVIII BÎ (berî Îsa) digihîjin Mêsopotamîya. Dor sala 1375 BΠ di navbera dewleta Hîtîtan û cîranê wane başûr, împêratorîya Mîtannî de peyman tê girêdan. Peyman ji alîyê arkêologan ve li serbajarê dewleta Hîtîtan, Boghazkoy ê, dema vekolînên salên 1906-7, hatîye dîtin. Ew peyman ji bo zanîyarên rojava balkêş e, ji ber ku cara yekemîn navê Mithra di wir de rastî me tê. Parastina Mithra wê ji sedsalîya I BÎ ji Kurdistanê heta Brîtanîya belav bibe û tesîreke mezin ser olên dûarojê, berî gişkî, xaçparêzîyê bihêle.

Dîroknûs ji împêratorîya Mîtannî re dibêjin ‘împêratorîya ji bîra kirî’. Ew împêratorî sedsalîyên XVI-XV BÎ hatîye damezirandin û dor 300 salî jîyana xwe domandîye. Tixûbên wê ji çîyayên Zagrosê, Kirkûkê (Arrabxa hingê) li rojhilat digihîştin çiyayê Kurmanc û derya Sipî li rojava. Serbajarê wê, Wassukkane, devê çemê Xabûr bû. Misirîya ji Mîtannî re Naharin jî digotin, ku bi rûbarê Ferat re girêdayî bû [2].

Yekemîn şahê Mîtannî Sutara I bû (Roja baş), yê dû wî re Baratarna bû (Roja mezin). Parastina rojê di ola mîtannîyan de cîhê xwe, yê giring hebû. Wan bawarîya xwe bi hêka esmanî jî dianîn, ku gor bawerîya wan cihan ji wê derketîye.

Parastina rojê bingehekî ola êzdîyan e. Hêka esmanî jî durr a ola êzdîya bîr tîne ku gerdûn gişk ji wê sêwirîye.

Mîtannî di dema xwe de yek ji bihêztirîn împêratorîyên cihanê bû, lingê xwe bi Misir û Roma re davît, şerê Asorîstanê dikir. Lê ji ber ku ew ser axa Kurdistana îroyîn bû û divêt kurd jê xwedî derketana. Ka, kurd jî li ku ne!

Şahên Mîtannî û fereunên Misrêye dînastîya 18 emîn jin ji hev dibirin. Kiye, şahbanîya Axênatên (1352-1336), keça şahê Mîtannî Tuşratta bû [3]. Dê û dapîra Axênatên jî ji malbeta şahên Mîtannî bûn. Ev malûmatî di nameyên navbera fereunê Misrê Axênatên û şahê Mîtannî Tuşratta de hatine parastin, ku li Amarna Misrê hatine dîtin [4]. Lê şahbanîya Axênatêne yekemîn, Nefertiti a bi nav û deng jî nîv Mîtannî bû. Dîtina peykarê Nefertiti li devera Duhokê mak kirina van pêwendîyan e.

Fereun Tûtanxamên, ku mûmîya wî usan baş hatîye parastin, kurê Axênatên bû, ji Kiya.

Axênatên (Roj şah), ku ew nav sala şeşemîn, ya hukumdarîyê da ser xwe, wê şorişa olî li Misrê pêk bîne. Wî ji dor 2000 xwedayên misrîya tenê yek hîşt, Atên. Atên li esmana bû û nîşana wî Roj bû. Gor qewlên Axênatên, Atên usan jî di dilê mirovan de bû.

Gor bawerîya piranîya zanîyarên pisporên dîroka olan, Axênatên bavê wan pêxemberan gişkan e, ku bawerî bi Îbrahîm Xelîl anîn, monotêyîzm pejirandin [5]. Ew bawerî jî heye, wekî Mûsa pêxember karmendekî dîwana Axênatên bûye û bawarîya monotêyîzmê ji wir hildaye [6].

Xwedayê li esmana ku nîşana wî roj e bingehekî ola êzdîyan e.

Demên kevnar ew bawarî ji Hindistanê heta Misrê serdest bû.

Gor P.G. Kreyenbroek nîşan û nexşên ku li Mêsopotamîya hatine dîtin (yên salên 1098-1044 BÎ) heta nîveka yekemîn ya sedsalîya XIX ser dîwarên Lalişa Nûranî hebûn (ew ser wêneyên A. Layard kişandî hene). Mar, dûpişk, şe, baldar û gelek nexşên mayîn [7]. Ev jî mak kirineke wê bawerîyê ye, wekî rehên ola êzdîya diçin heta hezarsalîya duyemîn BÎ.

Em dîsan bêne ser mîtannîyan. Hinek cîhan tê gotin, wekî mîtannî gelekî îranî bûne, lê faktên dîrokê ne gor vê bawarîyê ne. Di peymana Boghazkoy de şahê mîtannîya Vasukhani(Vasûxanî)  tevî sond xwarina bi navên çend xwedayên hûrîya, usan jî bi navê Mithra, Varuna, Îndra û Nasatiya sond dixwe. Navê Varuna ji îranîyan re ne nas e, lê Îndra û Nasatiya di mîtalogîya îranyan de ne çawan xweda, lê çawan dêw derbas dibin. Navê şahên mîtannîya (Artatama, Şûtama, Artasûmara, Dûşratta) hê zû bi sanskritê tên şirovekirin, ne ku bi îranî. Usan jî di peymanê de seva peyva hevt ne ku peyva îranîye hapta, lê ya sanskrîte sapta hatîye bi kar anîn [8].  Paşê jî ev peyman sadsalîya XIV BÎ hatîye grêdan, lê hozên îranî wê piştî sêsid salî bêne wê deverê.  Ev gişk dibin bingeh, wekî bêjin mîtannî, usan jî cîranên wan e rojhilat, kassît, galên Hindo-Arya bûn.

Piştî hatina wê deverê mîtannî di nav hûrîyan de hatin bişkavtin, asîmîle bûn, zimanê hûrîyan hildan, lê bawarîyên xwe yên olî, ku bingehê wan ola hindaye Vedic bû, parastin. Di wê olê de parastina xwedayê S’ura, ku li esmana bû û sêla rojê nîşana wî bû, bawerîke bingehîn bû.

Gor bawarîya hinek zanyaran (Subhash Kak), bawerîya xwedakî li esmana, ku nîşana wî roj be, dikaribû bi rêya jinên ji malbeta şahên Mîtannî derbasî Misrê bibûye û ji şorişa Axênatên e olî re bibûya bingeh [9].

Gor Şeref xan Bîtlîsî êzdî hema ji wê deverê belav bûne, ku împêratorîya Mîtannî lê bûye [10]. Gelo ev yek dibe bingeh ji bo têkilîyên di navbera ola mîtannîya û ya êzdîya de, ez nikarim bêjim.

Seva hatina Hindo-Arya li devera bakûra Mêsopotamîya bawarîke mayîn jî heye. Gor zanyarê hindî Subhash Kak dor sala 1900 BÎ li Hindistanê rûbarê Sarasavati ji erdhejekê ziha dibe, aborîya gelên cih têk diçe. Ew bi neçarî koçber dibin û piranîya wan berê xwe didin rojava [11]. Mîtannî û kassit ji wan bûn.

Hozên Hindo-Avropî berî ku koçî başûr, başûr-rojava û rojhilat bikin, bûne du beşan; Hindo-Aryan û Iranîyan. Sebebê vê perçe bûnê hinek zanyar di şerê navbera hozan de, hinek jî di bawerîyên olî de dibînin. Çawan tê xuyayê nêrîna duyemîn hê nêzîkî aqilan e; dijîtîya olî di navbera îranîya û hindo-aryan de demeke gelekî dirêj dom dike. Awa di Reg Veda Hindo-Aryan de daeva ji xwedayan re dibêjin, lê di Avesta îranîyan de daeva ji dêwan re dibêjin. Usan jî bal hindo-aryan dûarojê wê ji dêwan re bêjin asura, ku ji navê xwedayê îranîya Ahura tê, Ahura bi Sanskrit Asura ye. [12].

Û ev herdu ol berî gişkî li Rojava Îranê û Mesopotamîya rû bi rûyî hev bûn.

Gor zanyarên kurd Mehrdat R. Îzady, Tewfîq Wehbî û Reşad Mîran çiqwas jî ola zerdeştîyê gihîşte Medîya (rojava Îrane), lê nebû ola serdest. Xelkê Medîya Daeva diparastin, xwedayên bi xwe re ronahîyê tînin.

Gor T. Burrow gelê proto-Hindoary, ku ji rojava Asîya digihîstin heta Hindistanê, êdî parêstvanên Daeva bûn [13]. Bi gilîkî mayîn, berî hatina hozên Hindo-Arya û Îranîya, ew ol êdî li deverê hebû.

Navbera sedsalîyên IX û VII BC eşîrên îranî ser axa Kurdistana îroyîn bi cîh bûn.  Ew hê jî peyçûyên bawarîyên arîyan û hinda bûn.  Gor bawarîya zanîyarê kurd T. Wehbî, xwedayê wan yê sereke, ku nîşana başî û qencîyê bû, Baba Esman bû, ku jê ra usan jî Baba Dîyaûs digotin. Ew anegor xwedayê hindîya, Dîyaûs Pîtar bû. [14] 

Ji xwedayên rada duyemî re (roj, heyv, stêr) digotin ‘dîva’, yan jî ‘dîvas’, bi xwebêja yên ronahîyê tînin.

Reşîd dinvîse, wekî ola zerdeştîyê li Medîya yê jî belav bû, lê nebû ola serdest, ji ber ku ola cîh, ku berî zerdeştîyê hebû, bi hêz bû [15].

Dûarojê, gava zerdeştî bi hêz bûn, wan xelkê ku pey ola kevn diçûn “daeva yasna” nav kirin û wan wateya van peyvan kir; “koleyên dêw”.  Gor bawarîya hinek lêkolînvanên kurd “daeva yasna” bi hinek guhastinan îro bal kurda maye.  Peyva dasnî ku hozeke êzdîyan bi wî navî heye û demên berê mîrgeheke êzdîyan bi wî navî hebûye, hema ji guhastina peyvên daeva yasna çê bûye [16].  Pir caran di dîrokê de ji êzdîya gişkan re gotine dasinî.

Ne dûrî aqilane, wekî navê “dêwperest” ku heta îro jî hinek kes êzdîyan usan nav dikin, hema ji wê dewranê tê.

Di belgeyên asorîyan de heye, wekî li bakûra welatê wan dewleta Dasinî hebûye. Ji bajarê Duhok re jî berê Duhoka Dasinîya digotin.

Çawa tê xuyayê demên berê dasinî devereke hê fire belavbûyî bûne. A.H. Layard, nîveka sedsalîya XIX yekemîn dinvîse, wekî hozeke bi navê dasinî li çîyayên nêzîkî Silêmanîyê heye. [17].

Zerdeştîya ji xwe re Mazdayasna, ji parêstvanê Daeva re jî Daevayasna digotin. Û Zerdeşt ola xwe çawan altêrnatîva ola Daevayasna raber kir.

Di Avesta de seva rikberîya di navbera parêstvanên Ahûra Mazda û Daeva de, ku di wan têkstan de çawan dijberîya navbera Mazdayasna û Daevayasna tê raber kirin, tê gotin. Beşekî Avesta ya taybetî ji bo dijberîya Daevayasna hatîye nivîsar; Videvdat yan Vendidat (vi-daeva-dat), anti-daeva, dijî daeva.

Çiqwas jî şahên farsa di nîveka hezarsalîya yekemîn BÎ, bûne parêstvanê Ahûra Mazda, parêstvanê Daevayasna man. 

Di dewrana Xerxes de  (486-465) BÎ, parêstvanên Daeva li Rojava Îranê dijî zordarîya zerdeştîya serî hildan [18]. Piştî pelçiqandina serhildanê Xerxes wê bide nivîsarê, çawan bi zor xelkê cîh birine ser ola zerdeştîyê.

Gor bawarîya T. Wehbî heta sedsalîyên IV-V PÎ jî, piranîya kurdên rojava Zagros; Cizîr, Botan, Kirkûk, başûr-rojhilata Kurdistanê a çîyayî, ne zerdeştî bûn. [19].

Bi bawerîya me yek ji sebebên, wekî xelkê împêratorîya Meda ola zerdeştî ne pejirand ew bû, wekî ji şeş hozên ku fêdêrasîyona Medan ava kirin, tenê yek, Arîzantî îranî bû, ji Asîya Navîn hatibû û pismamê Saggartîa û Farsan bû. Yên mayîn xelkê jîh bûn, aborîgên bûn, xwedîyê sîstêmeke olîye cîhê xwe girtî. [20].

Med bi xwe çîneke oldare berî Aryan bû, ku kete nav fêdêrasîyonê.

Çawan me êdî gotîye, Hindo-Aryan bi xwe re bawerîyen ola Vedic anîn, ku wê olê de rola Mithra gelek mezin e, ew hevkarê xwedayê Varuna ye. Bawarîya Mithra cîhê xwe di olên cîh de girt. Usane êdî berî hatina hozên îranî (çawan peymana Bagozka yê jî mak dike) li deverê parastina Mithra hebû. Di ola Vedic de Mithra usan jî navekî Rojê bû.

Zerdeştîya bi her teherî dixwest xelkê bibin ser ola xwe, heta bi rêya zorê jî. Bi taybetê wan parêstvanên Daevayasna ji xwe re kiribûn hedef. Di têkstên zerdeştîyê ye pîroz de pesnê wan şah û mêrxasan tê dayîn, ku şerê Daevayasna kirine; Vistaspa, Jamaspa, Vistaru. Di wan têkstan de em usan jî rastî helanan tên, ku didane zerdeştîyan, wekî li mal û milkê Daevayasna bibin xwedî. Heta dihat gotin, wekî dermanên nû tên çêkirin berê bidin Daevayasna, eger zêndî man, dû re bidin Mazdayasna.

Ev gişk sîyaseta xelîfên Abassî û siltanên Osmanîya dijî êzdîya tînin bîra me.

Zerdeştîya her teherî dixwestin meda û ola wan ber çavên xelkê reş bikin. Di mîtalogîya farsan de du alîkarên xwedayê xirabî û tarîyê, Ehrîmane sereke hene û yek ji wan Azhî Dahaka ye. Gor wê mîtologîyê Azhî Dahaka dêwê sê serî ye û zikê wî bi margîsk û dûpişkan ve tijî ye. [21]. Gor evsenetîyên zerdeştîya, Azhî Dahaka çemên di nav bajaran re dikşîyan didan rawestandin û xelkên bajêr neçar diman çend keçan ji wî re bikin cangorî, heta dîsan av berda. [22]. Usan jî tê gotin, wekî Azhî Dahaka bi teherê zîya û mara dikare dîyar bibe. Di zimanê farsî de ji zîya re dibêjin Ajdaha, ew ji navê Azhî Dahaka tê.

Divek hema ji vir tê, wekî êzdî bi Zîyayê zer sond duxun. Ji bo wan Azhî Dahak ne bûye nîşana xirabîyê, wan bawarîyên zerdeştîya ne pejirandine.

Riştî vêga-Azhî Dahaka şahê Medayî dawî bû.

Wehbî wê bawarîyê ye, wekî Zohak ê ‘Şah Namê’ a Fîrdûsî hema Azhî Dahaka ye, ku di evsenetîya Newroz ê de wek zilmkar tê raber kirin. [23].

Bê guman Newroz cejneke kurda ye, ku ji kûraya hezarsalan tê. Gor ola êzdîya ew cejn pîroz e. Awa di “Mesheba Reş” de tê gotin, wekî roja Newrozê gerek hevt caran dua bikin. Lê çiqwas em zanin, ne di ola êzdîyan de, ne jî di kevneşopîyên wan de tu bes, bazara Kawa û Zohak tune.

Evsenetîya Newrozê ku îro nav kurdan de hatîye pejirandin, ji alîyê zerdeştîyan de hatîye sêwirandin û dijî Meda, dijî parêstvanê Daeva ye.

Xelkê Medîya peyçûyên ola Daevayasna bûn. Di wê olê de rola Mithra mezin bû. Kujtina ga ji alîyê Mithra de cejneke wan ya giring bû. Ev merasîm heta îro jî di ola êzdîyan de maye. Kujtina ga beşekî giring, yê mezintirîn cejna êzdîya, Cejna Cama Mêra ye, ku jê re usan jî Cejna Cama Şîxadî dibêjin. Ew usan jî dema heca êzdîyan e.

Ji bo vê meresîma giring jî ber çavên xelkê reş bikin, gor bawerîyên zerdeştîya Ehrîman ga dikuje.

Di ola êzdîyan de gelek êlêmêntên ji Mithraismê tên hatine parastin û gor hinek zanîyaran, Mithraizm bi teherê ezdîyatîyê li çîyayên Kurdistanê maye. [24].

Gelek car tê gotin, ji ber ku oldarên zerdeştya ji hoza Meda ye Magi bûn, usane xelkê împêratorîya Meda jî zerdeştî bûne.

Pirs ew e, gava Magi di zerdeştîyê de aktîv bûn, zerdeştî hê jî xweya sîstêmeke olî ye rêk û pêk nîn bû.  Di Avesta Xort de tesîra bawarîyên Magîyan heye, wan xwedayên xwe, çiqwas jî ser rada nizm, lê di wê sîstêma ola Zerdeştîyê de bi cîh kirin. [25].

Dema destpêka ola zerdeştîyê de Magîya dijberîya di navbera bawarîyên xwe û yên zerdeşîyêye olî de ne didîtin. Dûarojê, gava ola zerdeştîya bû sîstêmeke rêk û pêk, cîhê Magîyan di wê olê de nema. Em di Avesta de rastî peyva Magi nayên, cîhê wê peyva Athravan heye. [26].

Magi mîna qewalên êzdîya bûne. Wan têkstên olî (qewl) ezberî zanibûne û dema cejna û qurban dayînê qewl gotine.

Tesîra Magiyan, çawan şêwirmend, di dîwana şahên Medan de mezin bûye, wan qewl digotin, naveroka wan şiro vedikirin. Gerek bê gotin, wekî qewlên wan digotin, yên dewrana berî hatina hozên îranî bûn.

Magi bi hostatîya ezber zanibûna qewla, stran û şirovekirina wan çawan nav medan de, usan jî nav farsan de navdar bûn. 

Darayê Mezin Magi vexwandin, ji ber ku wan qewlên ola zerdeştîyê di bîra xwe de xweyî kiribûn, ezberî zanibûn.

Dewrana Hêlênîya û Romîyan de ji oldarên Mithraîzmê re Magi digotin.

Tiştekî balkêş e, wekî gor bawerîya hinek zanyaran, hersê aqilbendên ku ji bo ji dayîk bûyîna Hizretî Îsa çûbûn Betlêhemê, dikaribûn oldarên Mithraya, Magi bûna, lê ne zerdeştî, çawan tê gotin. Ew ku wan ber agir dua kirîye bûye mak kirin, wekî ew zerdeştî bûna. Lê mithraya jî dikaribû ber agir dua bikira. [27].

Ew ku rehên ola êzdîya diçin kûraya dîrokê, îro êdî tu guman tune. Hela destpêka sedsal XX rojhilatnas û kurdnas N. Marr seva ola êzdîya dinvîse, “Em li vir bermayên ola kevnar, ya cîh dibînin” [28].

Di nav êzdîyan de herdem tê gotin, wekî li Hindistanê jî êzdî hene. Salên zarotîyê min ji mezinan bihîstîye, wekî dema Cenga Cihanîyêye Yekemîn, ofîsêrekî Brîtanî, ku bi eslê xwe hindî bûye, gava tenê maye, ji êzdîyan re gotîye, wekî ew jî êzdî ye. Nêzîkî Lalişa Nûranî şikevtek heye, ku heta niha jî jê re dibêjin ‘şikevta hindîya’. Gor bawarîya xelkê cîh, mirîdê Şêx Adî ji Hindistanê hatine, li wir mane û dûarojê di nav êzdîyan de bişkivtîne, asîmîle bûne.

Li Hindistanê tekîk bi navê ‘Pênc pîr’ heye, ku yek ji xasê wan Şah Şems Tewrêzî ye. Yek ji mezintirîn xasê ola êzdîya Şêx Şems e ku jê re usan jî Şêx Şemsê Tewrêzî dibêjin. Cawan dîyar e, çîna şêxa piştî hatina Şêx Adî Lalişa Nûranî bal êzdîya dîyar bû, usane ne dûr e, wekî xasê êzdîya jî berê Şah Şems Tewrêzî bûye.

Divêt em ji bîra nekin, wekî miskenê baldara Tawis, ku giringtirîn nîşana ola êzdîya ye,  Hindistan e, ew li Rojhilata Navîn nayê dîtin. Miskenê dara zergûzê jî, ku nîşanên êzdîyaye pîroz: xerqe, kulik, tok bi belgên wê reng dikin, dîsan Hindistan e.

Bingehekî ola êzdîya, ew bawerîya kirasguhêrînê ye, ew bawerî di ola hindîyaae Vedic de jî bingehîn e.

Dema fermana Şengalê, li Hindistanê ji bo pişgirîya Şengalê û êzdîya, dengê xwe bilind kirin, diheta gotin, wekî ola êzdîya jî mîna ola wan Vedic e.

Gelo ev bûyarên dîrokî û mînakîyên di navbera olên êzdîya û Vedic de dikarin bibin bingeh ji bo zelal kirina çavkanîyên ola êzdîya? Wekî bingehê ola êzdîya ola Daeva ye bi tesîra olên Vedic û Mîthraîzmê? Bersiva vê pirsê hê jî ne zelal e.

Encam

Piştî hatina wê deverê mîtannî di nav hûrîyan de hatin bişkavtin, asîmîle bûn, zimanê hûrîyan hildan, lê bawarîyên xwe yên olî, ku bingehê wan ola hindaye Vedic bû, parastin. Di wê olê de parastina xwedayê S’ura, ku li esmana bû û sêla rojê nîşana wî bû, bawerîke bingehîn bû.

Parastina rojê di ola mîtannîyan de cîhê xwe, yê giring hebû. Wan bawarîya xwe bi hêka esmanî jî dianîn, ku gor bawerîya wan cihan ji wê derketîye. Parastina rojê bingehekî ola êzdîyan e. Hêka esmanî jî durr a ola êzdîya bîr tîne ku gerdûn gişk ji wê sêwirîye.

Axênatên (Roj şah), ku ew nav sala şeşemîn, ya hukumdarîyê da ser xwe, wê şorişa olî li Misrê pêk bîne. Wî ji dor 2000 xwedayên misrîya tenê yek hîşt, Atên. Atên li esmana bû û nîşana wî Roj bû. Gor qewlên Axênatên, Atên usan jî di dilê mirovan de bû.

Gor bawerîya piranîya zanîyarên pisporên dîroka olan, Axênatên bavê wan pêxemberan gişkan e, ku bawerî bi Îbrahîm Xelîl anîn, monotêyîzm pejirandin. [29]. Ew bawerî jî heye, wekî Mûsa pêxember karmendekî dîwana Axênatên bûye û bawarîya monotêyîzmê ji wir hidaye. [30].

Xwedayê li esmana ku nîşana wî roj e bingehekî ola êzdîyan e.

Gor Şeref xan Bîtlîsî êzdî hema ji wê deverê belav bûne, ku împêratorîya Mîtannî lê bûye. Gelo ev yek dibe bingeh ji bo têkilîyên di navbera ola mîtannîya û ya êzdîya de, ez nikarim bêjim. 

Dr. Tosinê Reşîd 

16.04.2016

Bîblîografîya 

Subhash Kak, Akhenaten, S’urya and Regveda, www.ece/su.edu/kak/akhena.pdf,    July 17, 2003.

E. Hornung, 2001, Akhenaten and the Religion of Light. Cornell University Press.

E. Hornung, 2001, Akhenaten and the Religion of Light. Cornell University Press.

W. A. Moren. (ed) 2002. The Amarna Letters. John Hopkins University Press. Baltimore.

S. Freud, 1987. Moses and Monotheism. Random House, New York

Ph. G. Kreyenbroek, The tradition of the Yezidies and Ahl-e Haqq as Evidance for Kurdish Cultural History. Worl Kongress of Kurdish Studies, Erbil, 2006.

Şaref-xan îbn Şamsadîn Bîdlîsî, ‘Şaraf-namê’, Moskva, Naûka, 1967, c. I, rû. 83. (bi zimanê rûsî).

S. Kak, 2000, The Astronomical Code of the Rgveda, Munshiram Manoharlal, New Dehli.

Burrow, T., The proto-Indoaryans, J. of the Asiatic Society, 2, 1973, rû. 123-140)

Tawfîk Wehbî, Dînî caranay kurd.- Kov. Gêlawêj, 1940, N 11-12, rûp 51-52, Bexda.

Reşad Sebrî Reşîd (Reşad Mîran) Êtnokonfessionalnaya sîtûasîya v sovremennom Kûrdîstanê, ‘Naûka’ Moskva-Sankt-Pêtêrbûrg, 2004, rû. 16.

Mehmed Mesûd, Rîşalek li rîşalî zimanekeman. Kovarî “Nûsarî Kurd”, Bexda, 1986, jim. 6.

Layard, A.H., ”A Popular Account of Doscoveries at N inevehs”, New York, J.C. Derby, 1854, rû. 206.

Ardalan, Magians, Mithraists and Zorastrians http://newsgroups.derkeiler.com/Archive/Soc/soc.culture.iranian/2006−02/msg01563.html.

Vesta Sarkhosh Curtie, Persian mythe, British museum press, 1997, London, rû. 12.

Yahîya ‘Ebdulxanî’ Elî, al-Imlak zû al-rûûs al-sab’a,(dêwê hevt serî), kov. Karwan, 1983, N13, Hewlêr, 121-130. (Me ev jêderk ji pirtûka R. S. Reşîd, Êtnokonfessionalnaya sîtûasîya v sovremennom Kûrdîstanê, ‘Naûka’ Moskva-Sankt-Pêtêrbûrg, 2004, rû. 66, hildaye.

Yahîya ‘Ebdulxanî’ Elî, al-Imlak zû al-rûûs al-sab’a,(dêwê hevt serî), kov. Karwan, 1983, N13, Hewlêr, 121-130. (Me ev jêderk ji pirtûka R. S. Reşîd, Êtnokonfessionalnaya sîtûasîya v sovremennom Kûrdîstanê, ‘Naûka’ Moskva-Sankt-Pêtêrbûrg, 2004, rû. 66, hildaye.

N. Marr, Yeşço o slovê çêlebi, ZBORAO, XX, St. Peterburg, 1912, rû. 189. (bi zimanê rûsî).

[1] Kovara ‘Mefel’ N 1, 2010, Duhok.

[2] Subhash Kak, Akhenaten, S’urya and Regveda, www.ece/su.edu/kak/akhena.pdf, July 17, 2003.

[3] E. Hornung, 2001, Akhenaten and the Religion of Light. Cornell University Press.

[4] W. A. Moren. (ed) 2002. The Amarna Letters. John Hopkins University Press. Baltimore.

[5] Subhash Kak, Akhenaten, S’urya and Regveda, www.ece/su.edu/kak/akhena.pdf, July 17, 2003.  

[6] S. Freud, 1987. Moses and Monotheism. Random House, New York

[7] Ph. G. Kreyenbroek, The tradition of the Yezidies and Ahl-e Haqq as Evidance for Kurdish Cultural History. Worl Kongress of Kurdish Studies, Erbil, 2006.

[8] Subhash Kak, Akhenaten, S’urya and Regveda, www.ece/su.edu/kak/akhena.pdf, July 17, 2003.

[9] Dîsan li wir.

[10] Şaref-xan îbn Şamsadîn Bîdlîsî, ‘Şaraf-namê’, Moskva, Naûka, 1967, c. I, rû. 83. (bi zimanê rûsî).

[11] S. Kak, 2000, The Astronomical Code of the Rgveda, Munshiram Manoharlal, New Dehli

[12] Subhash Kak, Akhenaten, S’urya and Reveda, www.ece/su.edu/kak/akhena.pdf, July 17, 2003.

[13] Burrow, T., The proto-Indoaryans, J. of the Asiatic Society, 2, 1973, rû. 123-140)

[14] Tawfîk Wehbî, Dînî caranay kurd.- Kov. Gêlawêj, 1940, N 11-12, rûp 51-52, Bexda.

[15] Reşad Sebrî Reşîd (Reşad Mîran) Êtnokonfessionalnaya sîtûasîya v sovremennom Kûrdîstanê, ‘Naûka’ Moskva-Sankt-Pêtêrbûrg, 2004, rû. 16.

[16] Mehmed Mesûd, Rîşalek li rîşalî zimanekeman. Kovarî “Nûsarî Kurd”, Bexda, 1986, jim. 6.

[17] Layard, A.H., ”A Popular Account of Doscoveries at N inevehs”, New York, J.C. Derby, 1854, rû. 206.

[18] Subhash Kak, Akhenaten, S’uriya and Rigveda, Julay 17, 2003. rû,10.

[19] Wehbî, Tawfîq, Dînî caranî kurd, Kovara Gêlawêj, 1941, jim. 11-12, rû. 67.

[20] Ardalan, Magians, Mithraists and Zorastrians http://newsgroups.derkeiler.com/Archive/Soc/soc.culture.iranian/2006−02/msg01563.html

[21] Vesta Sarkhosh Curtie, Persian mythe, British museum press, 1997, London, rû. 12. Layard, A.H., ”A Popular Account of Doscoveries at N inevehs”, New York, J.C. Derby, 1854, rû. 206

[22] Yahîya ‘Ebdulxanî’ Elî, al-Imlak zû al-rûûs al-sab’a,(dêwê hevt serî), kov. Karwan, 1983, N13, Hewlêr, 121-130. (Me ev jêderk ji pirtûka R. S. Reşîd, Êtnokonfessionalnaya sîtûasîya v sovremennom Kûrdîstanê, ‘Naûka’ Moskva-Sankt-Pêtêrbûrg, 2004, rû. 66, hildaye.

[23] Wehbî, Tawfîk, Li nawçûnî madakan kirdarekî dîn bû, kov. Gêlawêj, 1940, N 8 Bexda, rû. 35.

[24] Ardalan, Magians, Mithraists and Zorastrians http://newsgroups.derkeiler.com/Archive/Soc/soc.culture.iranian/2006−02/msg01563.html

[25] Dîsan li wir.

[26] Dîsan li wir.

[27] Dîsan li wir.

[28] N. Marr, Yeşço o slovê çêlebi, ZBORAO, XX, St. Peterburg, 1912, rû. 189. (bi zimanê rûsî).

[29] Subhash Kak, Akhenaten, S’urya and Regveda, www.ece/su.edu/kak/akhena.pdf, July 17, 2003. 2003.

[30] S. Freud, 1987. Moses and Monotheism. Random House, New York

Nirxandin û Têbiniya Newaf Mîro

Lêkolîna Dr Tosinê Reshîd

Beriya çend salan, min berhema mamoste Tosin xwendibû ya navê: ‚Oleke hê nehatiya naskirin ÊZÎDAYETÎ.’ Ev berhem yek ji berhemên sereke ye, ku ferqa navêna êzîdî û zerdeştîtîyê ronî dike.

Min beriya demekê ji cenabê wî daxwaz kiribû, ku bi lêkolînekê, yan jî bi gotarekê vê mijarê ronî bike. Mala wî û we ava ez ne şkandim û ev gotar û lêkolîna mefawer derkete holê. Her weha divê were gotin, êzîdiyê sovyeta berê, beriya sala tiştê ji dewletekê pêwîst û bingeha dewletekê bi kar û xebata xwe ya hunerî û rewşenbîrî kirine. Gava ew bi karê rewşenbîrî, çand û ziman re mijûl bûn, kurdê Kurdsitanê bi ol, êlîtiyê re mijûl bûn.

Bergeha wan ya Bexda, yan Enqera, Tehran û Mekke bû. Yê civak û netewekê bi pêşve dibe, hizr û kesayetên nûjen in. Her weha alavê ragihandinê û niviskî ne. Tiştê civaka êzîdiyê sovyeta berê pêkaniye di aliyê çand, huner û zanistê de, her çar paçeyê Kurdistanê pêkneaniye. Kurdolijî, Sînema, Şano, Radîo ya Êrîvanê, Rojnama Rêya Teze û dehen alîm û zaneyê mîna Qanatê Kurdo, malbata Celîl, Eskerê Boyik û Tosinê Reşîd. Ferqa di nîvê êzîdî û zerdeştiya hûnê bixwînin.

Her çend nêzîkîtiya wan jî hebe, lê bi nêrîna min jî ew du olê cûda ne. Gava meriv nikaribe bêje; Cihûtî û Xiristiyanî yek ol in, meriv nikare bêje ola Êzîdî û Zerdeştî jî yek ol in. Êzîdî bi yek Xweda yî bawer dikin. Zerdeştî bi duduya Ahûra Mazda û Ehrîman. Êzîdî dibêjin; xêr jî Xwedê ye, şer jî. Zerdeştî dibêjin: Du Xweda û xwedavend hene, ew bi hev re di şer de ne. Lê ya grîng ewe ku meriv bi çavkaniyê dîrokî mak bike, ew jî di vê xebatê de derketiye holê.

Newaf Mîro

15.04.2016

Bersivekê binivîsin