Nicolaus Kopernîcus – 1473-1543
Nicolaus Kopernîcus (1473-1543) di sala 1473 an de li navçeya Torun a Polonyayê hatiye dinyayê. Esmannas e û jêre Kopernîk tê gotin. Esmannasî, matematîk, tib û hiqûq xwendiye. Heta dawiya jiyana xwe, li ser esmannasîyê lêkolînan kiriye.
Di dawîya lêkolînên xwe de wiha gotiye: ‘Dinya hem li hawirdorê xwe û hem jî li hawirdorê Rojê dizivire.’
Berîya Kopernîkus wiha dihat bawerkirin ku dinya navenda gerdûnê ye. Kopernîkus vê bawerîyê ji binî ve hilweşand û hate têgihiştin ku Roj di navendê de ye. Ango Kopernîkus wê dilêrîna kevin hilweşandiye û di dewsa wê de jî, dilêrîneka nû ava kiriye.
Ali Gurdilî
Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî
Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.