Pacemaker û Implantên ku bi Tîrêjên Rojê Dixebitin

Pacemaker û Implantên ku bi Tîrêjên Rojê Dixebitin

Pacemaker û Implantên ku bi Tîrêjên Rojê Dixebitin

Pacemaker (pîlên ku ji bo duristkirina rîtma gulpîna dilê mirov hatine çêkirin) û implant (çîp) dê di demeke nêz de bi tîrêjên rojê bixebitin û ev jî dikare bi şaneyên rojê (panelên piçûk) yên li binê çermê mirov têne bicîh kirin, pêk bê. Li gorî lêkolîna zanyarên Swîsreyî şaneya rojê ya 3,6 centîmetreyê çargoşe dikare bi tirêjên rojê têra pacemakerê bike.

Di zivistana ku her sar û seqem e jî tê de, pacemaker karê xwe bi awayeke baş û bê kêmasî pêk aniye. Zanyar ji vê vedîtinê pirr kêfxweş in û diyar dikin ku vedîtin, dê rê li ber êş û zehmetiyên kesên dikişînin, bigire. Pacemakerên nûjen bi qasî pênc an jî deh sal li ber xwe didin û bi rêbaz û teknolojiyên vê demê, dema hêza pacemakerên kesên nexweş kêm dibe, pêdivî pê çêdibe ku dîsa bi kêrê, bi emeliyatkirinê bêne nûkirin. Şaneya rojê dê piştî bicîh kirina li binê çerme mirov her li ber xwe bide û her bixebite ku emeliyatên bi êş û zehmet jî ji holê rabin.

Metîn Eser

Çavkanî: Annals of Biomedical Engineering / 07.01.2017 

Bersivekê binivîsin