Panait Îstratî

Panait Îstratî

Mirov – Panait Îstratî

Li ser rûpeleke ku ketibû ber bayê, min rojekê gotineke bi vî rengî xwend: ‘Hemû hemwelatiyên welêt, li ber yasayan wekehev in û xwediyên heman heq û berpirsiyariya ne.’ Wê demê ez hê neketibûm pazdeh saliya xwe jî. Min kenê ji bîra kiribû û nema dikeniyam. Lê dema ku min vê derewê xwend, kenek li min zelitî, min nema xwe ragirt û bû tîqetîqa min.

Dema ku mirov ji pêpelokên nirxên manewî tê xwarê; daxwaza mirov ya xweseriyê û heta sekneka biçûcik ya li dijî pîroziyê jî, wisa dike ku civak bi gumanberî xwe nêzîkî mirov dike, dixwaze ku ti caran mirov li dijî yasayên civakê tiştek neke, li ber ranebe û ji bo pêkhatina vê yekê jî, hemû rê û rêçik li ber mirov têne girtin.

Ji xwe hemû kirinên mirovên ku jiyanê wan destevala hiştiye, xwediyê bêdengiyek biçûker in û ji jiyanê re gotine hodrê meydan, lehengiyek e. Heke mirov di seranserê jiyana xwe de, her û her li heman deveran bigere û heman deveran bibîne, ma li vê cîhana balrakêş de bi kêrî çi tê gelo?

Bi kêrî çi tên, daxwazên dilî yên bêdawî? Divê mirov temamiya imrê xwe, di navbera çûnûhatina kargeh û malê de, derbas neke. Di dewsa vê yekê de, hema bila mirov imrê xwe di navbera Misr’a xewnên xwe û girtîgehê de par bike çêtir e. Xwestek û derfetên bêdawî, yên mirovên margiskî hene. Ji bo ku em bikaribin ew aciz bikin û ew rabe ser dûvê xwe, divê em pêl li dûvê tûlemarî bikin. Lê mirov, hêsantir dikarin we gez bikin. Lew re ew ji zayînê ve ji hemû tiştên spahî, rast û gewre diqehirin.  

Werger: Zelal Denzî 

zelaldeniz80@hotmail.com

15.12.2014

Bersivekê binivîsin