Parmanîdes

Parmanîdes

Zanayiya tiştekî ku herdem diguhere, tune û çênabe jî. Lewra rastiya tiştan ne di guherînê de ye, di neguherînê de veşartî ye.  Tiştê ku mîsoger û rasteqîn e, heyîn e. Tunebûn, yan naheyîn jî tune. (Non- beîng) 

Tiştên ku xwe bi alîkariya sehekan nîşanê me didin, ew ne rasteqîn in. Ew xap û şaşî ne û bi tenê xwiyakirin in. Axirê, ew jî tunebûn e. Bi tenê heyîn heye, ew rastiyekê yekda û hêmana her tiştî ye. Di naveroka heyînê de, veguherîn çênabe. Lewra, ew herdem tijîtiyek e û nadabeş e. 

Heyîn nalive, bêtevger û bêliv e. Ger heyîn biliviya, wê demê dê di fezaya vale de biliviya, fezaya vale jî tunebûn e. Di naveroka tunebûnê de jî tu tişt tune. Heyîn bêdestpêk û bêdawî ye û herdem, heyînek e. 

Heyîn heye, tunebûn tune. Ger ku tiştek hatibe heyînê, divê ew tişt an ji heyînê, an jî ji tunebûnê hatibe holê. Hege ew ji heyînekê çêbûbe, wê demê di vê yekê de bûyînek tune. Lewra, tiştekî ku ji heyînekê hatibe holê, ji xwe ew tişt hebû û tiştekî ku hebe jî, carekê din ew nayê holê. Lewra, ew tişt ji xwe heye. 

Na, ger tiştek ji tinebûnê çêbûbe; divê tunebûn jî berê tiştekî heyînî be, an tunebûn jî heyînek be, da ku heyîn bikaribe jê çêbibe û derbikeve holê. Ev jî, nakokiyek e.Heyîn, ne jî heyînê û ne jî, ji tunebûnê çêdibe. Lewra, ew her heye. 

Heyîn, bêpêşî û bêdawî heye. Ji ber vê yekê jî, ji heyînê re tunebûn tune. 

Wesfên heyînê yên berbiçav yekkerî, bêlivî û bênatî ne. Madeyên din, tu tiştî ji heyînê hêvî nakin û heyîn dabeş nabe. Lewra, ew kit e. Bi heyînê ve tu tişt nazeliqe, an nayê lehiqandin. Tezahûra/pêşnûmeya tunebûnê, tune, tiştekî ku tunebe wê mirov çawa li ser bihizire, an jî bipeyîve? Tiştên ku mirov bikaribe li ser bihizire, ew hene û ew heyîn in. Peyva li ser tunebûnê, peyva ne tu tiştî ye. Lewra, tunebûn tune û nava wê, qet tije jî nabe. 

Di pêşniyara ‘heyîn heye.’ de, guherîn, bûyîn û livdarî, tune. Lewra, ji bo heyînê siberoj qet tune. Lewra, ew  eternîtîk e. Ango, ji dem serbixwe û aza ye. Heyîn, bêqeyd û bêmerc wek xwe ye û bi xwe ve ye. Ji tu tiştî dernayê, nazivire û naqulipe tiştekî din. Cewhera xwe, di naveroka xwe de vedişêre û an jî, ji xwe ew têde heye. Rastiya hebûna wê jî, xwe naspêre tu tiştî. Herdem, bi xwe ve dimîne û wek xwe ye. 

Heyîn bi tenê xwediyê wesfek tenê ye ku, ew jî heyîn e. 

Heyîn rasteqîn e û ne bêwekat e û di fezayê de jî napelije. Lewra, fezaya vale tinebûn e û nakeve navaroka heyînê. Lewra, heyîn ne avahiyek wiha ye, ew bûyerek e. Herweha, heyîn ji dem serbixwe û aza ye. Lê di fezayê de bisînor e û di şeklê girover/balor de ye. 

Parmanîdes | B.Z. 600-540  

Têbinî: Parmanîdes  fîlozofekî antîk yewnanî ye û hîmdarê xwendegeha Eleayê tê hesibandin. Navê berhema wî ya lêkolînê: ‘li ser rastî û çewtiyê- aletheia doxa’ ye.  

Çavkanî: Jiyan û Felsefe – Ali Gurdilî

Çavkanî neyê nîşandan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin