Paul Tillich û Hez, Hêz û Edalet

Paul Tillich û Hez, Hêz û Edalet

Dergûş, ji nûve ji aliyê lorikên dayika min tê hejandin.                                                                                                                                                                                        B’.J. 

Paul di sala 1886’an de li gundê bajarê starzeddelê li rojhilatê Elmanyayê ji dayik dibe. Tillich di navbera 1924-1925’an de li zankoya Malburgê, 1925-1929 û 1929-1933’an de li frankfurtê profesoriyê dike.  Dema di sala 1933’an de Nazîzîm bi ser dikeve, Tillich diçe Emerîkayê, li Harverd û Chicagoyê dixebite. Di sala 1965’an de jiyana xwe ji dest dide.       

        Paul Tillich, di berhema xwe ya bi navê ‘’Hez, Hêz û edaletê’’ de piranî li ser Hez, Hêz û edaletê disekine. Di pêşgotina berhema xwe da wiha dibêje:’’ Mirov heya di jiyanê de rastê Hez, Hêz û edaletê neyî, nikare teolojiya Hez, Hêz û Edaletê bike.’’ Tillich dixwaze ku Hez, hêz û edaletê ji qada Teolojiyê daxîna qada ontolojiye da ku di Hez, Hêz û edaletê mirov bi ser bikeve û wiha dibêje:’’Hez, Hêz û edalet di teolojiyê de serkeftineke erînê bi dest naxe. Ev têgeh, di beşê ku li ser însanan disekinin-Psîkolojî û civaknasiyê- der tê hemberê me û di bingeha exlaq û zagonê de cîh digire’’

Li gor Tillich ger em Hez, Hêz û edaletê di teoriye teolojiyê de bigerin em ê tu tiştî bi dest nexin. Ji ber ku tu kes di Hez, Hêz û edaletê de zana nîn e, însan nikare ev her sê têgeh  bike mijara lêkolîneke taybetî.  Dema ev her sê têgeh ji qada teolojiye dakeve qada ontolojiye, wê demê însan dikare behsa van her sê têgeha û behsa têkiliya van her sê têgehan a bi hev re bike.

        Tillich wiha dibêje:’’  ‘Hez’ tevî ku bi çewtî jî hatiye bikar anîn tu wext giringiya xwe winda nekiriye. Dema navê ‘Hez’’ê tê gotin her tim hestê bextewerî, şadî, dildarî û serkeftinê dide mirov.’’ Dema behsa hezê dibe baweriyekê tê mirov. Mirov, di hezê de ji xwe bawer dibe. Lê Tillich dibêje ku, divê hez bi her awayî bi dîqet bê ravekirin û wiha dibêje:’’ Ew, divê nebe mîjara nîyet û daxwazê, divê ew bibe mijara  bûyerê û qabiliyetê.’’ Ger hez, li gor niyet û daxwazê bê şirovekirin, wê deme gelekî xeletî derkevin holê.

Her kes li gor daxwaza xwe, hêz û edaletê li hemberê însanan bikarbînê. Ger hez, li gor niyet û daxwaza însan be, dê însan ‘hez’ê bi hestyarî bikar bîne û Hez, li hemberê edaletê bi ser bikeve. Û wiha didomîne:’’ Hez, hestyarî û ontolojik nîn e, şiroveke wê ya exlaqî heye. Ger çavkaniyê ola cihû û xristiyanî û olê rojavayê bê lîkolîn, hez weke fermanî hatiye bikar anîn. Fermana xwedayî dixwaze hezkirina xweda hebe û dixwaze mirov ji merivê xwe hez bike.’’

Ger hez, weke fermanî were bikar anîn dê însan li gor hest û daxwazê xwe ji însanan hez bike û vî ya jî dê pirsgirikê derxe di nav însanan de. Yanê mirov zorê bi de xwe da ku ji kesekî/ê hez bike wê demê pirsgirik hem bi psikolojik hem jî bi giyanî derkeve. ‘’ dê hez bikî’’ bi vî peyva fermanî dema hez derkeve holê, hem bê exlaqî û hem jî bêedaletî lê li giyanê civakê belav bibe.

‘’ Ger hest hebe çawa bi dest dikeve?’’ dipirse Tillich û paşê bersiva dide ‘’ însan hesta bi dest naxe. Em nikarin hesta bi xwe bi dest bixin. Ger em wî bi dest bi bixin dê gelek tiştê neyînî derkevin holê.’’  Ger hest bi qestî derkeve, poşmanî dê derkeve holê. Weke me li jor jî got, dema tu bixwazî bi zordarî ji kesekî/ê hez bikî wê demê hem poşmanî hem jî dijminatî derkeve holê. Ji ber ku te bi dilê xwe hez nekiriye paşê dê poşmanî derkeve holê.

        Tillich di her heqê Hez û Hêzê de wiha dibêje:’’ Ger hêz weke pênewle were pejirandin û mirov evînê daxîne hestê, avabûna civakeke exlaqî bêîmkane. Ev cudahî ger ji aliye olî bê meyzandin, weke redkirina siyasete tê femkirin’’ 

Tillich di her heqê Hez, Hêz û edaletê de wiha dibêje:’’  Hez û hêz, di eynê tasê de avê venaxwin lê hez û edalet carna vedixwin. Lê tiştê ku carna edalet bikar nayne, hez wê bikar tîne.’’  Li gor Tillich Hez û Hêz, li eynê cihekî nabin ya hêz bi ser dikeve yan jî hez. Lê Hez û edalet berevajiyê wê, hez û edalet carna li eynê cihê dikare erka xwe bi cîh bînin.

akademik32_1 (1)

Mirov carna di nav hez û edaletê de diçe û tê. Em mînakekê wiha bidin, dema kesekî/ê tiştekî bide destê mirov û bêje, vî tiştê di nav hevalê xwe û vî kesî/ê biyanî de parvebike. Mirov, wê demê li gor hez kirinê tevdigere. Ev nayê wê wateyê ku hez li hemberê edaletê bi ser dikeve. Tê wê wateyê ew kes tenê li hemberê xwe bêedaletê tevdigere. Lê mirov ger tiştê kesî/ê biyanî parve bike, wê demê li gor edaletê tevdigere.

Tillich mînakekê wiha dide:’’  dema kesekî bêje, Ez dizanim ku hûn tawanbar in û li gor edaletê divê ez we bibim dadgehê lê ji ber ku hezkirina min ji kesî/ê xristiyan re heye ez ê vî tiştê nekim. Ew kes ne ji hezê û ne jî ji edaletê fêm dike,tene li gor hestê xwe tevdigere.’’ 

Dê bi navê ‘’ Hebûn û Evîn’’ bidome… 

B’arî Jiya

jiyabari@gmail.com

30. Kanûnê 2013- Mêrdîn

Hege çavkaniya gotarê neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin