Pêdiviya Xebatên Felsefî û Zanistî

Pêdiviya Xebatên Felsefî û Zanistî

Pêdiviya Xebatên Felsefî û Zanistî

Xwendekarekî me ji zaningeha Zaxo’yê îro vê peyamê şandiye ji malpera felsefevan re. Li gor zanîna xwe, me bersiva xwendekarê me ê hêja da û çend lînkan jî di pêveka peyamê de jêre şandin. Ev yek jî, destnîşan dike ku bê çawa pêdiviya me bi xebatên felsefî û zanistî heye. Çimku heta ku em di van mijaran de bi ser nekevin, zimanê me dê nebe zimanekî nûjen û mayende.

Peyam ev e:

‘Heval es agir ji bašurê kurdistane bajarê zaxome.
Es fêrxwazim li zaningeha raperîn beša felsefe.
Min porsyarek jite heye heker te karî harî karya min bikî dê gelek sopasya tekim heker te nekarîjî disan qeynake.
Heval di felsefeya estetik me wišeya (memezis) heye.
Me heta niha nekarye beramberê vê wišê bi kurdî peydakin.
Di Ciwanînasî de em gelek robero vê wišê dibin bi šêwe zara soranî me peyda nekir. Mamustayên ma gutin li kurmancî liduf bigerin.
Digel rêz u silava.
04.12.2015

Peyva ku xwendekarê me lê digere, peyva ‘mîmesîs-mimesiz’ e, ku wateya peyvê jî ‘qopî, texlîd, çavlêkirin’ e. Peyv bi yewnanî ye û cara yekemîn ji aliyê Platon û Arîstoteles ve hatiye bikaranîn. Platon dibêje, huner qopî ye, texlîd e; ango mîmesîs e. Çimku a esas îdea ye û cîhana me jî, qopiya îdeayê ye. Bi ingilizî û fransî jî, wekî mimesis tê nivîsandin. Ji bo vê peyvê jî, min peyva resen bikar aniye, ta ku di zimanê me de beramberî vê peyvê, peyvek were dîtin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

04.12.2015

Bersivekê binivîsin