Pênase û Taybetmendîyên Saziya Zewacê
Pênas û Taybetmendîyên Saziya Zewacê
Zewac: Ji bo çêkirin û mezinkirina zarokan û ji bo armanca jiyanek bextewar, peymana ku ji alîyê du mirovan ve hatiye pejirandin.
Texlîdên Zewacê
1- Li Gor hejmara Mirovan Zewac
a) Monogamî: Zewaca bi yek mirovekî/kê re. Yekjinîtî an jî Yekmêrîtî. Zewaca jinekê bi mêrekî re an jî, zewaca mêrekî bi jinekî re.
b) Polîgamî: Zewaca mêr an jî jinekê, ji yekî/kê zêdetir.
Texlîdên Polîgamîyê
1- Polîandrî (Pireşûtî, Piremêrî): Di heman demê de zewaca jinekê, bi mêrekî re zêdetir. Jin, bi zêdetirê mêrekî re dizewice.
2- Polîjînî (Pirejinî): Zewaca mêrekî, bi zêdetirê jinekê re. Mêr, bi gellek jinan re dizewice.
2) Li Gor Cihê Hilbijartinê Zewac
a) Egzogamî/Derezewacî: Ji derve zewicîn, zewicîna ji derve. Di vê cure zewacê de mirov, hevljiyana/nê xwe ji derveyê warê kul ê dijî hildibijêre û zewaca bi pismaman re, qedexe ye.
b) Endogamî/Jevzewac: Zewaca ji hevdu. Mêr an jî jin, ji heman hawirdorê dizewicin. Ev cure zewac, zewaca bi pismaman re ye.
Du Texlîdên Jevzewacê/Endogamîyê Hene
a) Levîrat: Zewaca jineke bi bûrayê xwe re, ku dema mêrê wê dimire.
b) Sororat: Zewaca zilamekî bi xwejina xwe re (bi baldûza xwe re) dema ku jina wî dimire.
3) Li Gor Cîwarbûnê Zewac
a) Matrîlokal (Dêlokal): Cî û warên dê. Piştî zewacê, zilam bi malbata jina xwe re rûdinê.
b) Patrîlokal (Bavlokal): Cî û warên bav. Jin, piştî zewacê bi malbata mêrê xwe re rûdinê.
c) Neolokal (Nûlokal): Vekirina xanîyekî/maleka nû. Jin û mêrên ku dizewicin, ji malbatên xwe vediqetin û di xanîyekî (maleka) nû de rûdinên.
d) Bilokal (Dumalî/Duwarî): Jin û mêrên ku dizewicin, wek jiyana xwe ya berê; jiyana xwe li mala bavên xwe didomînin. Jin li mala bavê xwe û mêr jî, li mala bavê xwe.
Ali Gurdilî
Çavkanî: Destpêka Zanista Civaknasiyê – Ali Gurdilî