Pênase û Wateya Şuûrê Li Cem Descartes

Pênase û Wateya Şuûrê Li Cem Descartes

Pênase û Wateya Şuûrê Li Cem Descartes 

        Naverokne kevnare yên gellek têgînan, sebaret yên têgînên bi konsepta zêhnê re peywendîgir in; îroj li ber ronahiya zanistiya nûjen, guherînên gewre dijîn ji hêla pênase û wateyan ve. Hewl û xebatên ku bi tenê, xwe li ser têgihîştina zanayiyên aktuwel, dem-deverî avakiribin, dê ne têrê bikin ji bo venasîna bingeha zanistiya îroyîn bêyî fehm kirina pişt-plana wê ya entellektuwel. Loma divê heta derfet hebe, bi şîrove û hizirînên li ser, bi werger û vekolînan ve ev pişt-plana entellektuwel were naskirin da ku nasyariyek gihîştî û tekûz bibe palpişteke qehîm ji bo pêşveçûnên ramanî. Ev gotara kurt ji ber vê mebestê ye. 

Descartes xwastiye venasîn/zanayiyê bi awakî qutîbir binase û li ser binateyek têkûz ji nû ve avabike. Piştî xebatên dûr û dirêj, di derbarê têgihîştina rastiyê de ramana xwe waha tîne zimên: ”kirdeya ku difikire” wek ”xwerû ponij” dikare bibe cîhê jêrabûnê ji bo hewla têgihîştina hebûnê. Vê jî waha formule dike: Cogito, ergo sum (je pense, donc je suis/ez difikirim, nexwe ez he me): Heke ez şopa hemû tiştên cîsmî ji zêhna xwe bibim û sehekên xwe bi tevayî dadim, disa  jî dikarim cîhana xwe ya hundurîn vebikolim, lewra gava ez şik, bedena min jî têde, bi hebûna objeyên aydê cîhana derve dibim jî dizanim ku ez di vê pêvajoya şikkirinê de jî difikirim. (1) 

Lêbelê, nedizanim kîjan xapînekek pir hêzdar û xasûk a dike ku bi hemû hêz û pîşesaziya xwe ve min bixapîne/biçewitîne, heye. Tu guman têde nîne ez he me. Heta dixwaze bila min bixapîne, lê tu car nikare bike, ku ez tune bim, hingê ku ez bifikirim bibim tiştek: qed nebe weke xwerû ponijek. Çi dibe bila bibe gava ”ez dihizirim” ez  bi taybetmendiya ramanê ve dibim ewê/a heye; lewra ez dikarim vê hebûnê bifikirim û bi hizra hizirîna vê hebûnê ve bibim ya/yê heyî. Ev kojîto (cogito) ye wek yekemîn misogeriya berxwedêr li pêşberî şika metodîk. (2) 

Descartes mirovî di nav dualîti/dualîzmekî de dinirxîne: dîmena zêhn û dîmena beden. Ligor wî mirov ji du gewheran/substansan pêkhatiye. Û dide pey venasîna xwezaya van her dû gewheran. Beden an jî dîmena bedenî hey dikare bi şûnek, bi lewn, bi teşe û bi tiştên girgîn ve were holê. Tişta cismî-berweşîn dikare bihê kerrî û parve kirin.

Ji ber ku ji qalîte û ji taybetmendîyên cîsmî tu parekê hilnedaye,  zêhn ew bûyîn e dikare bê term, war û cîsm hebe û erka xwe bi awakî ku ji dîmenên maddî azad e, pêktîne. Sazîya hebûnek xweser e û ji alîyê xwezaya xwe ve nahê kerrî-parve kirin zêhn. Di hemû pêvajoya şikkirinê de em pê dihesin ”ez”ek  ku difikire, heye.Descartes dibêje  gava ”ez” li ser ”çi bûn”a xwe difikirim, dikarim têbigêhijim ji bo ”heyîbûn”ê hewciyê tu tiştek maddî nînim. Gewhera ku meyan/hilik û xwezaya wê hizirîn e û ji bo heyî bibûnê hewcîyê tu darinde û formek maddî nîne, ew,  ev ”ez” e. Û  Descartes, behreya zanayiyê ya ku bi sêwirandina zêhnê ve li xwe vedigere û yek ji îdeyên li cem xwe diqulibîne objeyê; wek têgihan/entelekt pênase dike. (3)

Li vir  divê bihê dîyarkirin ku, Descartes  hemwatetiyek gelemper daye têgînên wek: Têgihîştin, zanayî, ponij û şuûr/têgijê. Descartes hewl daye ku bingehek gewherî/substansîyel bide şuûrê: tecrubeya ku heş xwebixwe wek kirdeyê di wateya gewherê de pêktîne, ango wek rasteqîniyek bingehîn a metafîzîkî, di nav hemû bûyerên zêhnî de mîna amûr/melzemeya wê, cîh digire. (4)

Ligor wî, ”xwe têgihîştin” bi şuûrê re girêdayî ye. Dibêje heş kirdeya gewherî/substansîyel e: lewra bi awayekî bixweber* ji lay şuûrê ve digihêje nav wan hemû îdeyan, yên ku jîyana wî ya zêhnî sazdikin. Bi vî hawî, ji ber ku heş wek ”tişta difikire ye” pê re têgij/şuûr peyda dibe. Çunkî bi şuûr bibûn ew e ku em bizanibin em difikirin, bi gotinek din, gava em di nav hizirînê de ne, kirdeya zêhnî ye ku difikire. Ji vê derê  diseride ew derfet a ku pê warê tecrubeyek şuûrî, bi jê re vekirina qadek zêhnî ve,  were yekkirin. (5)

Divê were bîrhanîn, ev tez di xwe de dihêwirîne ku, naveroka wê her çi be, tiştek hempar heye li cem her îdeyê, ya wek xwezaya xwe ya formel, rasterast-bixweber hilgirê şuûrê ye. Ligor Descartes îde teşe/forma her ramanê ye, ewa ku em bi ”têgihîştina bixweber” a li cem wê ve  digêhijin şuûra hebûna ramanê. Şuûr ev ”têgihîştina bixweber” bi xwe ye wek tecrube/vecerbek formel, tevgişt a di nav têgihîştina her hizrê de lepandî. Heş, ji ber ku bi xwe tevahiya ramanê ye bi gelemperî, haj ji xwezaya formel a van îdeyan heye. 

Bi vê qasê heşê ku dihizire, dibe xwediyê îdeyan bi pêkhanîna pêywendiyek şuûrî ve ligel ramanên xwe. «Ev xwezaya îdeyî ya ramanan a ku ”ez” têdigêhijim, di rastiya xwe de xwezaya gewherî/substansîyel a heşê min e, ango bi ”ez” re peydabûna ”şuûra bixweber” a îdeyekê, şuûra ”tecrubeya bixweber” a xwezaya heşî ye. Bixwebertî ya ku şuûr hilgira wê ye, têkiliya bixweber a bi xwe/ezê re bi awakî qutîbir wek gewhera ku ji ”xwe ragirtin”a wê re dibe alîkar, kifş dike. (6) 

Di derbarê obje/mijarekê de hemû rastiyên tên formule kirin çalakîyek xwerû zêhnî dihêwirînin.  Şuûra ”xwe”/ezê her tim şuûra ”ez”ê ye weke raman,  naverokek xwe ya epîstemîk a ku gewhera wê ya zêhnî pênase dike, heye. Bi awakî dikare were gotin ku ji bo Descartes dîmena mirov a maddî, an jî wek  yekûna hemû  hêmanên maddî beden ew nêveng e ku şuûr pê xwe diderbirîne.  Şuûra kartezyen, wek têgihîştina bixweber a gewherîtiya zêhnî ya di nav têgihîştina îdeyan de lepandî: ew şuûr e  di wateya zanayiya xwezaya xwe ya heşî de, hemû zanayiyan wek çalakiyek zêhnî dihêwirîne di xwe de.  (7)

Li vir dîyar dibe ka ji bo çi  Descartes şuûr û zanayiyê di heman wateyê de bikarhaniye. Lewra şuûr venasîn û zanayiya  hebûna xwe ye wek kirdeyek gewherî/substansîyel . Hebûn a ku ”rasteqîniya pêşîn”, û ji bo rasteqîniyên din jî mercên epîstemîk û ontolojîk diafirîne. 

Bila ev gotar biqede bi van rêgezan ve, yên ku Descartes wana ji bo metoda lêkolîn û têgihîştina rastiyan pêşnîyar kiriye: Ya yekemîn, divê tu tişt a ku di derbarê rasteqîniya wê de zanayiyek qethî tuneye, tu car wek rastî nehê pejirandin.

Ya duyemîn, pêwîste heta mumkûn be li parçe û hûrliban werin parvekirin dijwarî/pirsgirêkên ku dê bên vekolandin, da ku baştir bên şîrove û çareser kirin.

Ya sêyemîn, divê raman bî wî awayî warin dîzaynkirin ku ji obje/mijarên têgihîştina wan herî hêsan destpêbikin û ber bi zanayiya yên herî têkel ve hilbikişin.

Ya çaremîn, lazim e em jimartinên bê kêmasî û kontrolên gelemper bikin ku pê ewle bin me tu tişt li derve nehîşiye.  (8) 

Orhan Agirî 

12.02.2013 

*Di wateyek rasterast û bênavgînî de… 

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

1:http://www.flsfdergisi.com/sayi13/187-200.pdf

2:La Conscience, Olivier Putois

3:http://www.flsfdergisi.com/sayi13/187-200.pdf

4: La Conscience, Olivier Putois

5:La Conscience, Olivier Putois

6:La Conscience, Olivier Putois

7:La Conscience, Olivier Putois

8:http://www.flsfdergisi.com/sayi13/187-200.pdf

Bersivekê binivîsin