Di Mîtolojiya Yewnan de Peykertraşê Daîdalos
Di Mîtolojiya Yewnan de Peykertraşê Daîdalos [Dedalos]
Di mîtolojiya yewnan de peykertraşê navdar, wênesaz û avahîsaz. Wateya navê wî xebitîna bi hostetî ye. Bi kurê xwe İkaros re li Girîtê bi baskên çêkirî firîya ye û ji ber vê yekê jî, mirovê yekemîn ê ku firîya ye tê hesibandin. Di dema vê firê de İkaros, gelekî nêzîkê rojê bûye, baskên wî helîyane û tarayê behrê bûye û di behrê de xeniqîye. Li ser mirina kurê xwe Daidalos gelekî xemgîn dibe, diçe Sicîlyayê û jiyana xwe ya mayî, li wir didomîne.
Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî
Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.