Pîrevonoke Gelek Mezin Hate Vedîtin

Pîrevonoke Gelek Mezin Hate Vedîtin
Pisporên Awistralyayê pîrekeke (pîrpend, pîrevonok) mezin kifshkirin ku pîrik dikare li ser avê baz de, di avê de dikare ajne/avjenî bike û masiyan bigire. Pîrik bi qasî kulmek/chengeke destê mirovî mezin e û dikare li ser avê baz de. Pîrik bi nêchîra masiyan, beqan û beqên mezin yên bi jahr zikê xwe têr dikin. Bi navê Dolomedes Bringreenei hate binavkirin ku navê xwe ji Brian Greene wergirtiye, yek ji damezranêren vê xebatê û herwiha li zanîngeha Columbiayayê (Li New Yorkê ye) pisporiyê dike.
Pîrik bi bikar anîna ji hejîn/lerzîn û pêlên pichûk yên li ser avê ber bi nêchîra xwe ve dihere. Pispor rewsha vê pîrikê wiha vedibêjin; ‘Eger dema nêchîrvaniyê de bên aciz kirin û yan jî bixwazin cihê nêchîra xwe ya girtî biguherînin, dest bi noqînê dikin û bi lezûbez xwe digihînin binê avê ku bikaribin xwe veshêrin.’ Dolomedes Bringreenei li perava rojhilatê ya Awistralyayê di nava û li derûdorê Brisbaneyayê hate kifshkirin.
Chavkanî: BELGA / Werger: Metîn Eser
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021