Platon

Platon

Fîlozofê Yûnanistana Antîk “Platon” du hezar û penc sed sal berî niha qala bêexlaqiya hovên ku rêgezên şer binpê dikin, kiriye: ‘Divê piştî serkeftina di şerî de mirî neyê şêlandin/tazîkirin. Li ser vê mijarê di navbera Sokrates û Glaukon de diyalogek derbas dibe: Li gorî te şêlandina miriyek çavbirçîtiyek kirêt nîn e? Di dijminiya bi cesedekî re alçaxiyeke dêlikî tune ye? Çimkî yê li hember êdî dijmin nîn e, bi xwe firiyaye, tenê qalibê wî yê di cengê de maye li meydana şer. Bi vê kirina xwe çi ciyawaziya wî dimîne ji cewrikê kûçik ku gava yek kevir davêjiyê, xwediyê kevir berdide û li pey kevir direve? Li gel vê divê rê bê dayîn ku dijmin termên miriyên xwe ji meydana şer rakin.’

Platon/Dewlet/Beşa pêncem
Werger: Mahmut Ozçelik

Bersivekê binivîsin