Platon: Pira di Navbera Cîhana Mirov û Cîhana Nedîtbar de

Platon: Pira di Navbera Cîhana Mirov û Cîhana Nedîtbar de

PLATON

PIRA DI NAVBERA CÎHANA MIROV Û CÎHANA NEDÎTBAR DE  

Tê gotin ku temamiya felsefeya Rojavayê, li ser felsefeya Platon têbiniyek e. Sebebê vê yekê ew e ku nivîsên Platon (ne tenê felsefeya wî ya ehlaqê), ji wê rojê ve bûne destnîşankarê rojeva felsefeyê û felsefeya giştî, felsefeya Platon şopandiye.   

Fîlozofên ku heta a niha me felsefeya wan da nasandin, yên beriya Platon; ne xwediyê ti berhemên nivîskî ne. Ango, berhemên wan yên nivîskî tune nin. Ji ber vê yekê jî tiştên ku em derheqê wan de dizanin, em wan ji berhemên fîlozofên ku piştî wan hatine fêr dibin.

Vegotin û veguhastinên wan herçuqasî berfireh in jî, mirov dikare bibêje ku kêm in, zanayiyên duyemîn in û ne resen in. Mesela Sokrates tiştekî ne nivîsandiye, lê em ji nivîsên fîlozofên din bi jiyan û felsefeya wî dizanin. Ligel vê yekê jî, em xwe digihînin xisletekî zindî ê Sokrates. Derheqê Sokrates de çavkaniya me ya sereke, şagirtê wî Platon e. Berhemên Platon beyî ku xira bibin, xwe gihandine roja me û di vî warî de ew mîna fîlozofê yekemîn, ê Rojavayî tê hesibandin. Herweha mirov dikare bibêje ku Sokrates û Platon, ji aliyê gelek kesan ve wekî fîlozofên hemû dem û dewranan têne dîtin.  

PLATONÊ SOKRATES Û SOKRATESÊ PLATON

Dema ku Sokrates B.Z. di sala 399 bi jehriyê tê kuştin, wê demê Platon 31 salî bû. Di hemû celseyên dadgehê de, li wir bû. Li gor baweriya Platon mirovê herî qenc, zana û dadwer, Sokrates bû û lewma jî ji ber dadgehkirina wî, xemgînî û êşeka mezin hîskir.  

Platon piştî mirina Sokrates dest bi nivîsandina diyalogên xwe yên felsefî kir, diyalogên wî li ser têgehên bingehîn yên ehlaq û siyasetê bûn û lehengê wan ê sereke jî, herdem Sokrates bi xwe bû. Mirov dikare bibêje ku Platon ji ber du sebebên sereke, wiha tevgeriyaye. Sebebê yekemîn wêrekiya wî bû, bi riya diyalogên xwe yên felsefî ji desthilatdaran re gotiye hodrê meydan û  wisa xwestiye ku felsefeya mamosteyê xwe, ji nû ve vejîne. Sebebê duyemîn jî ew bû ku Platon dixwest, bêgunehiya mamosteyê xwe destnîşan bike û carekê din, mamosteyê xwe ê ezîz navdar bike. 

Mijarên diyalogên Platon, ew mijar in ku berê ji aliyê Sokrates ve hatine bikaranîn û Platon, ji devê Sokrates ramanên wî aniye zimên. Lê piştî demekê dema ku vegotina ramanên Sokrates qedandiye, inca jî dest bi vegotina ramanên xwe kiriye.

sahi

Dîmenek Ji Şahiyê

Çimku wê demê, meyl û bala gelek însanan li ser Platon bû û baş dihate şopandin. Lewma jî, di hinek mijaran de ramanên Sokrates û Platon tevlîhev bûne û nema tê zanîn, ka ji wan ramanan kîjan yên Sokrates yan jî yên Platon in. Dibe ev pirsgirêk ti caran çareser jî nebe, lê em dizanin ku Platon di diyalogên xwe yên yekemîn û duyemîn de, felsefeya du fîlozofên cuda (di diyalogên yekemîn de, felsefeya Sokrates û di yên din de jî felsefeya xwe) pêşkêş kiriye. Diyalogên wî yên pêşîn, li ser pirsgirêkên felsefeya ehlaq û siyasetê bûn û cih nedaye, pirsgirêkên ku bi cîhana xwezayî re têkildar in. 

Di wan diyalogan de baweriya wî ya herî hêzdar, yekdîtina wî ya erdem û zanayiyê ye û herdem hewl daye ku di riya nîqaş/muneqeşe û peyîtandinan, xwe bigihîne zanayiyan. Ev taybetmendiyên ku me qala wan kir, di diyalogên wî yên mayî de xwiya nakin.

Ew kes Platon e, ku di her nivîsa xwe de bi coşdariyeke bêhempa cih daye awa û terzê jiyana me ya takekesî û di vî warî de, rê û rêbazan pêşniyar kiriye. Herweha, cih daye cîhana xwezayî jî û di vî warî de jî, xwediyê felsefeyeka berfireh e. 

Bala wî herdem li ser hemû hêlên rasteqîniyê bûye û bala xwe daye matematîk û fîzîkê jî. Li gor baweriya fîlozof, ji bo têgihiştina cîhana/dinyaya xwezayî, pêdivî bi matematîk û fîzîkê heye û ew du kilîdên sereke ne. Ango matematîk û fîzîk di têgihiştina cîhana xwezayî de, du kilîdên sereke ne. Li ser deriyê Akademîayê wiha daye nivîsandin: <Mirovên ku haya wan ji matematîkê tune, bila nekevin hundirû.> 

filoz - Kopya

Dazanînên herî girîng yên Platon ji şiroveyên wî yên dirêj pêk tên û nîqaşên lewnî ne. Li gor dazanîna Platon, erdem ne tenê meseleya zanîn yan jî nezanîna wesfê rastiyê ye. Platon jî mîna mamosteyê xwe Sokrates, baweriya xwe bi pakijiya giyanê/rih tîne û balê dikşîne ser pakijî û zelaliya rih. Ew jî wiha bawer dike ku encax bi riya birîndarkirina rih/giyanê, mirovek dikare derbeka mezin bixwe. Ji ber vê yekê jî sekna li hemberî çewtiyan, ji kirina çewtiyan çêtir e. Divê mirov hema wisa zû bi zû tiştekê qebûl neke, lê bipirse û girêdayî ramana xwe bimîne. Ji ber vê prensîpa/baweriya xwe, tê dîtin ku piştî demekê dev ji nasandina felsefeya Sokrates berdide û hewl dide ku bikaribe felsefeya xwe bide nasandin. 

Bi awayekî serbixwe û bi serê xwe fikirîn, rê û rêbaza Sokrates jî bû û tiştê ku Platon kiriye jî, ev yek e. Ango dema ku ji riya Sokrates derketiye, riya wî şopandiye. 

PROFESORÊ YEKEMÎN

Piştî mirina Sokrates, Platon 50 salên din jiya û di 81 saliya xwe de, imrê xwe temam kir. Di wê navberê de li gor pîvanên îroyîn, di navbera 20 û 300 rûpelan du dozdekî diyalogan weşand. Di nava wan diyalogan de yên herî navdar <Dewlet> û <Şahî> yên sereke ne. Di <Dewleta> xwe de Platon, dewleteka îdeal/utopîk pêşnûma kiriye û di berhema xwe ya <Şayî> ê de jî, li ser xwezaya eşqê hûr bûye.

Pirraniya navê diyalogên din yên Platon, navên axêverên (Phaidon, Laches, Euthyphron, Theaitetos, Parmenides, Timaios û yd.) ku li hemberî Sokrates diaxivin in. Diyalogên Platon yên ku me behsa wan kir, ji berhemên herî mezin yên cîhanê têne hesibandin. Herweha, ji bo felsefeyê jî mînakên gelek baş in û bi zimanekî zelal hatine nivîsandin. 

Di nav wan diyalogan de, yên herî kartêker û a ku divê werin xwendin, diyalogên ku behsa darazandin û kuştina Sokrates dikin, in. Kriton, Parastin û Phaidon. Parastin, di wateya li dadgehê xweparastina Sokrates de ye. Ango apologia pro vita sua ya wî ye, mafdarkirina jiyana xwe ye. Platon çawa ku fîlozof e, wisa jî dikare wekî hunermendekî jî were hesibandin. Dîsa, mirovê ku cara yekemîn zaningehê ava kiriye, bêguman Platon e. Navê mala wî <Akademîa> bû û şagirtên navsere perwerde dikir. Navê Akademîayê, niha ji bo avahiyên ku perwerdehiya bilind didin tê bikaranîn û ev yek, bûye adetek. 

HEBÛNATİYA ÎDEAL

Dazanîn/teoriya Platon ya herî navdar, teoriya wî ya Îdeayê/Lewnê ye. Sokrates berê dema ku pirsên <Delalî çi ye?> yan <Wêrekî çi ye?> kiriye, mexseda wî ne tenê nasandina wan peyvan bû û wî bi xwe jî, xwe wekî lêkolînerekî ku li xwezaya heyînekê razber/nedîtbar vedikole dîtiye. Li gor bîr û baweriya Sokrates, heyînên navborî heyînên eternal (ji dem û war serbixwe ne) in û xwediyê hebûnatiyek gerdûnî ne. 

Di jiyana xwe ya rojane de herçuqasî em pirî caran li nesne/wanekên spehî û tevgerên wêrek rast werin jî, ew ne tevger û nesneyên rasteqîn in ne û hilika xwe ya derê zeman, jî wêrekî û spehîtiya rasteqîn werdigirin. Ew heyîn îdea ne, ji war û demê serbixwe ne, xira nabin, ji holê ranabin û xwediyê hebûnatiyeke xweser in. 

Platon vê teoriya ku bi awayekî veşartî, bi xwezaya ehlaq û nirxên me re têkildar e, wekî bingehekî hilbijart û ji bo hemû warên rasteqîniyê bikaranî û hemû tiştên ku li dinyayê hene û ji me xwiya dikin, wan weke texlîdên îdeayan nirxand. Heyînên ku ji me xwiya dikin, ew bi demê re xira dibin û ji holê radibin. Lê îdea, ji dem û warê serbixwe ne û xwediyê hilikeka xweser, mayende û gerdûnî ne. 

10464227_644192659003930_2542714113652415188_n

Platon vê encama ku bi dest xist jî, ji çavkaniyên cihêreng peyitand. Mesela li gor baweriya Platon bi berfirehbûn û pêşveçûna fîzîkê re, têkiliyên matematîkî ku di hemû tiştên cîhana madî de heye, bêtir xwe dida der. Hemû kozmos, mirov digo qey xwediyê sîstem û pergalekî ye û li hev hatiye. Ango kozmos, bi wekeheviyên fîzîk û matematîkê, dikare were vegotin. Di vê mijarê de Platon daye dû şopa Pythagoras û wiha fikiriye ku li pişt jiyana me ya rojane a tevlîhev (ne kaotîk be jî), sazûmaneke matematîkî ya îdeal û bêhempa heye. Ev bandêr/sazûman bi çav nayê dîtin û encax, bi riya aqil dikare were têgihiştin. Ya herî girîng jî ew e ku ew li wir e, heye û ew tişt e ku bingeha rasteqîniyê ye. 

Platon, ji bo berfirehkirin û pêşvebirina vê ramanê, matematîkzanên navdar yên wê demê vexwande Akademiya xwe û bi pêşengiya wî, bingeha gelek şaxên zanistî hatin damezrandin. Şaxên zanistî yên ku wê demê derketine holê, wê demê wekî bineşaxên felsefeyê bûn û wiha dihatin dîtin.   

PLATON Û FİLEHTÎ

Di nêzîkayîtêdana Platon de ku bi dewlemendiyek mezin berfireh kiriye, rasteqîniyan kiriye du beşan. Cîhana/rasteqîniya yekemîn, cîhana xweyakirî ye. Ango, cîhana me ya rojane û ji rêzê ye, a ku heyîn têde çawa bin ji aliyê sehekên me ve wisa xwiya dikin. Di vê cîhana yekemîn ya sehekî de, tu tişt mîna/wekê xwe namînin, diguherin û ne heyînên mayende/sereqet in. 

Platon derheqê vê yekê de gotiye ku <Hemû tişt di rewşa çêbûnê de ne, herdem vediguherine tişteke din, ne mayende ne û tu tişt jî tune.> Hemû tişt têne holê, wenda dibin, kêm in û di dawiyê de jî, xira dibin. Mirov, bi riya sehekên xwe tenê dikarin têbigihêjine cîhana yekemîn a qelp, ku ew jî di nav sînorên dem û warê de ye. Lêbelê, cîhaneka din yeka ku ne di nav sînorên sehekên me de ye jî heye û di wê cîhanê de jî, bandêrek/sazûmanek mayende û birêkûpêk heye. 

Dinya/cîhana duyem, cîhana rasteqiyên naguher e û cîhana ku em dikarin jêre bibêjine <rasteqîniya rast>, dîsa ew dinya ye. Çimku bi tenê ew di cihê xwe de radiweste, nalive û nalepite. Bi tenê ew nekêm/bêkêmasî ye û venaguhere tiştekê din.

Naveroka herdu cîhanan, mîna heyînên din; ji bo mirovên ku mîna nesne/bireseran têne dîtin jî, heman naverok e. Çawa ku aliyekî me a xwiyakirî heye, wisa jî aliyekî me a nexwiya jî heye. Perçe/aliyê ku xwiya dike, ji nesneyên madî ango  ji laşê me pêk tê û di dem û war de, xwediyê cihekî ye. Laşên/bedenên me yên madî, têne holê û bi demê re wenda dibin, ku xwediyê kêmasiyekê ne. Ti caran weke xwe namînin û xira dibin. Lêbelê laşê me jî aliyê me ê mayende ye, ku mirov dikare jêre bibêje rih.  

Bandêra/sazûmana heyînî ya ku rih têde cih digre, ew sazûmana naguhêr e ku hemû heyînên neguhêrbar têde cih digrin. Ev sazûman, sazûmana derê zeman û warê ye.

Ev nêrîna Platon, bêguman ji aliyê filehtînasan ve xweş tê zanîn. Ehda/Ahîda Nû, helbet bi yewnanî hatiye nivîsandin. Helwesta piraniya ramanwerên fileh yên pêşîn ew bû ku dixwestin, ramanên Platon û wehiyên ola filehtiyê li hev bînin.

Di dawiya vê helwestê de, ev dazanîn ji aliyê ramana filehtiyê ya ortodoks ve xweş hatiye dîtin û bikaranîn. Û piştî demekê, hinekan ji bo Sokrates û Platon gotine ku ew filehên beriya Îsa Pêxember in.   

Di Serdema Navîn de gelek ramanwerên fileh, hewl dane ku têkilî û girêdaniyên dazanîna filehtî û felsefeyê, destnîşan bikin. Bi awayekî eşkere û rasterast, em dikarin bibêjin ku Platon ne fileh û ne jî, cihû bû. Bi rê û rêbazên aqlî û bi riya deranên mantiqî, xwe gihandiye encamên felsefeya xwe. Ew an fîlozofan, pêdivî bi hebandina xwedayan nedîtine, ji wehiyan bawer nekirine û ji aliyê mirovên ku ne oldar in ve xweş hatine dîtin û pejirandin. Ya rast mirov dikare bibêje Platon Lewnên Îdeal (ji ber ku bêhempa ne û tu kemasiyên wan tune nin) mîna tiştên/heyînên xwedayî didît. Herweha mîna Pythagoras, baweriya xwe bi <zayîna ji nû ve> jî dianî. Ligel vê yekê bandûra wî ya herî mezin, li ser fîlozofên ku ne ligel wî bûne pêk hatiye.  

Ligel Arîstotelesî
Ligel Arîstotelesî

DİJMİNATİYA HUNERÊ YA PlATON

Platon wiha difikiriya ku armanca dawî ya mirovekê zîrek, divê ne dîtina yên xwiyakirî yan banegehî be, divê dîtina/xwegihandina yên veşartî be. Mirov dikare vê yekê mîna mîstîsîzmeka/razdariyeka têgîhanî jî bibîne. Wateya vê yekê ev e: Ev cîhan cîhana Îdeaya ye ku rih têde ye û dê heta hetayê jî têde bijî. Di vê wateyê de; pêvajoya têgihiştina vê yekê, ji bo fîlozof texlîdeka ceribandina mirinê ye. Ji bo gihêjtina vê yekê jî, divê mirov bikaribe ji cîhana sehekî ya rojane/xwiyakirî xwe rizgar bike û bigihîne tiştên ku li pişt wan hatine veşartin.    

Tiştê ku rê li dijminatiya Platon ya hunerê vekirî ye, ev pêwîstî ye. Platon wiha fikiriye ku karê hunerê ê resen nûnertî ye, bang li sehekên me dike û helbet
çuqasî spehî be dê hewqasî jî bikaribe dengê xwe bigihîne mirovan. 

Li gor dîtin û dinyabiniya Platon, berhemên hunerî du caran me dixapînin. Çimku, ew texlîdên texlîda ne. Tiştên ku li dinyaya me hene ku tiştinên berdemî ne, wan bi şêwazek xapînok aresteyî me dikin. Di encama vê yekê de jî, wê girêdaniya hestî ya ku em ji bo wan hîs dikin xurt dikin. Di dawiya vê pêvajoyê de huner, bi tiştên rûkalkî/xapînokî me mijûl dike û nahêle ku em berê xwe bidin wê rasteqîniya ku ne sehekî/hestyarî ye. 

Ji ber vê yekê jî berhemên hunerî, ji bo rihê me tiştên xapînok in. Di civaka îdeal de, dê berhemên hunerî tunebin. Ev dazanîna Platon, ji wê demê ve bûye hinceta dijminên hunerê û dijminên hunerê bi vê hincetê xwestine ku bila huner, herdem di bin qontrola wan de be. Platon wiha fikiriye ku mirov ji sê nûveyan/ûnsûran pêk hatine; ku ew jî dildarî, zêhn û îrade ne. Li gor baweriya wî: divabû bi riya îradeyê, qontrol di destê zêhnê de bûya û ku di encama vê yekê de, zêhn dê karibûya serweriya dildariyê bike. 

Platon ji vê nirxa ku daye şexsan, nêrîneke civakî ava kiriye. Di civaka xwe ya îdeal de, bi navê <Yarmetîder> an behsa çîneka polêsan dike û ku ew çîn di bin desthilatdariya çîna hişmend de ye û rêkûpêkiya/pergala civakê diparêze. Bilêvkirineka bi vî rengî, bêguman hebekî dişibe civakên kominîst yên Serdema 20 an û mirov nikare cudahiyeka mezin di navbera wan de bibîne. Di dawiyê de mirov dikare bibêje ku ramanên siyasî yên Platon, bandûreka mezin li felsefeyên utopîk û totalîter yên rastgir û çepgiran kiriye û ku heman bandûr, hêjî berdewam e.  

Dibistana Atînayê
Dibistana Atînayê

SUXTEYÊN DAHÎ

Ramanên Platon ligel ramanên suxteyên xwe ku ew jî di bin bandûra ramanên wî de bûne, bi qasî şeş-heft sed salan li Ewropayê bûne ramanên serwer. Di nav suxteyên wî de bêguman ê herî zîrek û ê ku berhemên herî girîng li dû xwe hiştiye, şik têde nîne ku Arîstoteles e. Kevneşopiya ku Arîstoteles di berhemên xwe de ava kiriye, ji kevneşopiya Platon cihêreng bû û pirî caran, pêre pev çûye. (Ligel vê yekê jî, dema ku Arîstoteles behsa suxteyên Platon kiriye; gotiye <Em> û xwe jî, di nav wan de hesibandiye.)         

Dîsa fîlozofekî din ê ku mirov bikaribe bibêje bi awayekî pirr zêde ji felsefeya Platon ketumet bûye, Plotinos (P.Z.204-269) e. Plotinos bi eslê xwe Misrî bû, lê wekî mirovekî Romayî hatiye nasîn. Berhemên xwe bi yewnanî nivîsiye û wekî xeleka dawîn a felsefeya Yewnan hatiye pejirandin, ku mirov dikare wê felsefeyê jî, ji B.Z. di sedsala 6 an de bi Thales bide despêkandin. Hasilê, mirov dikare bibêje ku Plotinos fîlozofê herî dawî ê antîkîteyê ye. Ji ber wê nepeniya ku di felsefeya Platon de hebû berfireh kiriye, ramana wî ya felsefî mîna <Platonperestiya Nû> hatiye naskirin. Plotinos ne mirovekî fileh bû û ti caran behsa filehtiyê jî nekiriye. Ligel vê yekê jî felsefeya wî, nêzîkê felsefeya Xoşewîstê Augustînus û Xoşewîstê Tommasoyê Aquînoyî hatiye dîtin.

Bêguman, mirov dikare bibêje ku di berfirehbûn û pêşveçûna ramana filehtiyê de, bandûra felsefeya Plotinos gelekî zêde ye. Dean Inge, ku nivîskarekî Sedsala 20 an û fileh e, derheqê Plotinos de wiha dibêje: <Plotinos, nûnerê felsefeya mîstîk ê herî mezin û klasîk e. Derheqê mijarên mîstîk de, ramanên wî gelekî kûr û têgihiştî ne û di van mijaran de jî kesek qasî wî ne hêzdar e.>    

FÎLOZOF – MÎSTÎK

Çawa ku me berê jî go, di berfirehbûn û pêşveçûna ola filehtiyê de, bandûra Plotinos ji hemû fîlozofan (ji bilî Platon) zêdetir e. Tiştê ku Plotinos fêrî me kiriye, ev yek e: <Madem ku rasteqiniya dawînî ji lewnên îdeal yên Platon pêk tên, wê demê çawaniya hebûnatiyê jî bi awayekî dawînî zêhnî ye.

Ji ber vê yekê jî afirandina tiştekê, bi fikirîna wî/wê re heman tişt e.>

Plotinos
Plotinos

Plotinos baweriya xwe bi sê astên hebûnatiyê dianî, ku ber bi jor ve hildikişin. Asta herî jêr a ku mirov jî têde ne, rih e. Asta duyem a ku lewnên îdeal lê têne têgihiştin, zêhn e. Asta herî jor/raser jî, <baş> e. Di nav mirovan de yên ku ramangîr in, hewl didine xwe ku bikaribin bi başiyê re bibin yek. Ramanwerên fileh, ji vê dazanîna Plotinos gelekî sûdê wergirtine û gotine ku dinya di zêhna xwedê de hatiye afirandin û lewma hemû mirov dixwazin ku bi <baş a bêhempa/xwedê> re bibin yek.  

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

11.11.2014 

jêder

1- Destpêka Felsefeyê. Ali Gurdilî.

2- Profesor Bryan Magee. Kurteçîroka Felsefeyê. Weş. Dost.

Heke çavkaniya malperê neye nişandan, nivîsên di malperê de bi tu awayan nikarin were wergirtin.

Bersivekê binivîsin