Poşmanî

Poşmanî

Rewşeke derûniye ku mirov xwe ji noqbûnekê davêje noqbûnekî dîtir. Ev rewşa derûnî bêgûman ne ji zayina mirov, dema jiyandina mirov ve pêk tê û dikemile. Ne tenê di mijara poşmaniyê de, di hemî rewşên derûnî yên mirov de nêrîna kes, felsefeya kes ya ku li jiyanê dinêre gelek giringe. Bêyî ku ev nêrîna mirov li jiyanê bête zelalkirin pîvanên “rast“ û “xelet“ jî diyar nabin û em nikarin li gorî xwe “rast“ û “xelet“ destnîşan bikin. Ji ber ku li gorî xwezayê bi giştî û li gorî xwezaya mirov hemî rewşên derûnî ku têne jiyandin asayîne û rastin.

Hindek mirov hez dikin ku bibin bindest û beniyê hindek mirovên dîtir, hindek mirov hez dikin û dixwazin di kolanan de bijîn, hindek mirov dixwazin serê mirovên dîtir bibirin û tim û tim di nava wan de hêrsek dijî mirovan heye, hindek mirov dixwazin hertim zarok bimînin, hindek mirov jiyana xwe tenê di çembera peywendiyên rigezî û seksê de birêve dibin. Hindek dizin, hindek hîzin, hindek kiz hindek jî gur û gurzin. Li gorî xwezaya mirov ev hemî hêl û aliyên derûnî yên mirov asayîne û rastin.

Başe ji bo ku em “rast“ û “xelet“ binasin û bizanin çi pêwiste?

Nêrîna we ya li jiyanê û rêka çarenivîsa we ku we bo xwe daniye giringe.

Tu mijarên derûnî û filozofî bêyî zelalkirina vê xalê nayêne vezanîn û vekolîn. Lê ez di hêla xwe de “ji bo mirovên ku dixwazin bextewer bibin, mirovên ku dixwazin serkeftî û bi kêf bijîn“ dinivîsim. Ji ber ku her çend kesên ku bextewerî ji bo xwe kirî armanc vêya ji bo xwe rewa nabînin û rast nabînin jî gelik mirovên ku hez li rewşa derûnî ya “ Poşmanî“ yê dikin hene.

Ew dixwazin hertim di rewşa “poşman“ de bijîn. Ew dixwazin vê dewra xwe ya leyistika jiyanê bilîzin. Ji hemî rabihurînên xwe poşman bibin. Gelik mirov ji vê rewşê ne razîne, lê ji ber tênegeheştina derûnî û nezaniya xwezaya jiyanê nikarin xwe ji vê rewşê rizgar bikin. Lê gelik mirov jî “Poşmanî“ yê ji bo xwe dikin pêlekanek da ku bi hesanî bijîn. Ji ber ku “Poşmanî“ jî wekî “êşhezî“(Mazoşîzm ê) di gelek deveran de karê jiyanê yê hindek mirovan hesan dike.

Başe poşmanî çiye û tiştekî çawane?

Mirov li kiryarên xwe poşman dibe, „ Çima neçûme dibistaneka dîtir?, çima bi vê jinê re zewicîm, çima min ev kar nekir, çima min zarok çêkir, an jî çima min sê zarok çêkirin, an jî çima min nexwend, çima min ev gotin got, çima min dizî kir, çima min guneh kir, çima min xeyala keçek/kurek î kir, çima hatim vî bajarî, çima û çima gelik caran we bi xwe jî bihîstiye ku gelek mirov ji bûyîna xwe jî poşmanin. Çimayên poşmaniyê na qedin. Herî pir jî di dema binkeftinan de rewşa poşmaniyê derdikevê pêş û mirovan dorpêç dike.

An jî dema ku kur hevala xwe bi keçeke dî dixapîne, keç hevalê xwe bi kurekî dî dixapîne. An jî dema ku mirov arîkariyekê li gorî xwe mezin didin mirovên dîtir, an jî malbata xwe, an jî hevalên xwe û paşê li himber vê arîkariyê bêbextiyê dibînin. Hêrî pir di van rewşan de poşmanî derdikeve holê.

Lê ji bo mirovê ku dixwaze bextewer bijî, mirovê ku dixwaze pêngavên xwe yên jiyanê bi zanebûn bavêje, mirovê ku dixwaze hindekî dîtir li gorî pîvan û yasayên xwezayê bijî ev rewş û haleta derûnî poşmanî xefkekî êş û azarê ye. Ne kêm ne jî zêdeyiya poşmaniyê ji bo van mirovan bikêr nayê û tenê nexweşiyekî derûnîye. Ji ber ku tu suda “Poşmanî“ yê ji derûnê mirov re nîne. Derveyî kesên ku me li jorê dayî diyarkirin, ji tu kesî re qenciyê û serkeftinê nayênê. Ji ber ku di yasa û zagonên jiyanê û xwezayê de “Xelet“ î nîne.

Lê ji bo ku rast têgeheştina vê nêrîn û gotinê çêbibe, çend xalên giring dikarim rave bikim.

Mirov di zanebûn û têgeheştina jiyanê de piştî ku hindekî kamil bû dê bizane ku hemî kiryarên wî yên rabihurî li gorî dem û çaxê xwe pêk hatine û ew nikare gazinê xwe ji van kiryarên xwe bike. Dema ku mirov gazinê xwe ji kiryarên xwe kir û xwe xiste şûna tawanbarekî, hêza xweavakirin û xwe bextewerkirinê dişike. Di bingehê “poşmanî“yê de, desthilata navxweyî (Derûnnasê navdar Sigmund Freud dibêje Superego) heye. Desthilata navxweyî ewe ku hun nêrîn, felsefe û awirên jiyanê yên hizir û ideolojiyên derveyî we li ser xwe zal dikin û hun xwe di bin karîgeriya wan de dihêlin. Ev Desthilatiyên ku rehmetiyê Freud jêre gotiye Superego, çend desthilatiyên berçavin ku em hemî dizanin. Ol, Nêrînên hizrî(îdeolojî), Kevneşop û Çand û Sîstemên rêvebirinê ne.

Ev desthilatiyên ku me hejmartin wekî ku mirov dihizirin ne tenê ji derveve desthilatin. Di derûnê mirov de desthilatiyê li ser mirov dikin. Wekî baweriyên olî; mirov dema ku diziyê bike hizir tirsa xwedê di nava xwede dijî, eger ku xwedî bawerî be, di jiyana xwe de hertim bi poşmaniyan dijî, lê ev poşmanî jêre nabin derman da ku xwe bi xweda an jî baweriya xwe bide pejirandin. Her çend hertim bi tirs û kelecanî nêzîk bûyerên “guneh“ bibe jî, ji gunehan rizgar nabe. Di ciwaniya xwe de an li keçekê temaşe kiriye, an carê bi xwe leyistiye, an di xewna wî de peywendiyên rigezî derketine pêş, an wî bixwe xwe ne girtiye û dest daye keçekê an jî ku keç bê kurekî. Di dema mezinbûnê de bêbextî li yekî kiriye, perê yekî an jî erdê yekî bi devve hatiye. An jî li mirovekî xistiye. Gelik kesên ku serê mirovan jêkirî, destdirêjiya jin û zarokan kirî û paşê ji tirsa xwedê poşman bûyî jî li ser vê erdê ne kêmin.

Nêrînên hizrî an jî îdeolojî jî wekî mijara olî; desthilatiyeka derûnî di nava mirovan de çêdike. Gelik kes dema xeletiyekê dikin xewnên wan di herimin, nikarin binivin. Xwe li himber tevgera xwe, li himber rêxistina xwe tawanbar dibînin. Carcaran tê rewşekî wisan ku ev kesana xwe di şûna heywanan de jî dibînin. Xwe tune dikin, dihelînin, di perçiqînin hetanî ku di jiyanê de êdî nikaribin tiştekî bi ser bixin. Ew mirovên ku bi çavkorî bi baweriyan ve girêdayî û xwedî desthilatiyekî navxweyî ya mezine zû bi zû bextewer nabin û ji binkeftinan jî rizgar nabin. Ji ber ku tu carî xwetawanbarkirin vîyana mirov bihêz nake û mirov biser naxe. Di van mirovan de jî dibin navê xwerexnekirinê de poşmaniyeka kur derdikeve û bi salan di nava temenê xwe de bi binkeftin û êşê ve dijîn. Rewşa derûnî ya deyndarekî ku di nava temenê xwe de hertim deyndar be dijîn. Mirovê ku bi êşa deyndariyê bijî li kîjan devera jiyanê dibe bila bibe dê nikaribe tiştekî biser bixe. Ji ber vê yekê jî di nava rêxistin an jî tevgerên hizrî de jî rewşa derûnî ya poşmaniyê nava mirovan dixwe. 

Kevneşop û Çand jî heman wekî van baweriyên dîtir desthilatiyekî navxweyî çêdike û mirovan dorpêç dike. Hîna jî di civaka me de ji desthilatiya olî bêhtir desthilatiya Kevneşop û çandî derûnê mirovan dadigre. Bila keça min berî zewacê bikesî re peywendiyê xwe nebe, bila kurê min kesî nerevîne, bila navê keç an jî kurê min bi xirabî derneçe, bila kesek bi xirabî qala malbata me neke. Çi xirabî û kirêtî hebin jî bila di nav malê de bimînin. Bila buk ne bihizin, bila mala apa ne bihîzin. Bila mal û erd û zeviyên min hebin, eger nebin ez dê rezîl û riswa bim. Ez erdê bavê xwe nafroşim êdî dê xelk çi bêje. Dê cîran çi bêjin, dê nas çi bêjin. Û bi hezaran mînakên bi vî rengî. Bi berfirehî li ser van mijaran mirov dikare bibêje.

Sîstemên rêvebiriyê jî bi heman rengî. Ev yek her çend di nava civaka me de bi kurayî rûneniştibe jî di nava civakên ewrûpî de ji ol û kevneşopê gelek pêşdetire. Li çolekê jî be ez çima di lempa sor de çûm, min çima di parkê de ceza xwar, min çima kaxez avête sikakê, min çima bi alkolê navgîn ajot, ez çima neçûme leyistika gokê ya tîpa netewî û mînakên wekî van.

Di bingehê poşmaniyê de sedî sed karîgeriya van desthilatiyên navxweyî heye. Lê dibe ku gelik xwendevan bibêjin ku ji van aliyan yek jî li ser min ne desthilate lê dîsan jî ez poşman dibim. Xala ku ez dixwazim qala wê bikim ji xwe eve. 

Mirov divê xwe di warê zanebûn û dîtin û têgeheştinê de pêbighênê an jî kamil bike. Ji bo mirovê pêgeheştî pêdivî bi poşmanî û xwerexnekirinê nîne. Ji xwe ew kes eger ku gihiştibê wê astê ew dê karibe li gorî jiyana xwe tiştê ku xelet dibîne carekî dîtir neke û nekevê heman çewtiyê. Ji bo vê yekê jî rewşa derûnî ya poşmaniyê kelemekî mezine li pêş xwe avakirinê. Ji wekî min li jorê jî gotî; ew rewşa ku hun ji ber wê poşman dibin ji xwe noqbûneke, û poşmaniya we jî dibe noqbûnekî dîtir.

Li gorî yasayên xwezayê û jiyanê ez wêya jî noqbûn nabînim, xeletî nabînim li gorî mercên jiyanê, we wê demê ew tişt kiriye. We mirovek kuştibê, we dizî kiribê, we dilê mirovekî gelek nêzîkî xwe şikandibe, we erkên xwe bicî nanîbin, hun bubine sedema mirina hindekan. Evana tev jî rewşên asayîne. Eger ku hun di jiyana xwe de xwedî rêk û felsefeyekî wisan bin ku hun van xalana çewt dibînin ji xwe wê arîşeya xwe çareser kiriye. Pêdiviya we bi poşmaniyê nemaneye. Eger ku hun gihiştbin wê astê ku hun kiryarên rabihurî di roja xwe ya îro de xelet dibînin, ji bo îro hun xelet dibînin naxwe poşmanî dijminê we ye û dê we noqî nav êş û arîşeyan bike.

Ji ber vê yekê jî bi bîra min poşmanî karê mirovên qels û bêkêre. Ew kesê ku nikare jiyanê biser bixe û nikare gaveke paş werçerxîne du gavên pêş. Ji ber vêya jî di piraniya poşmanan de bêhêziyekî mezin tê dîtin. Rêkek ji rêkên herî giring yê bexteweriyê ewe ku mirov bi jiyanê bizanibe û nekeve rewşa derûnî ya poşmaniyê de.

Lê gelik caran ev gotinên min wekî bêxemî û bêberpirsiyarî tête dîtin. Lê ne wisane. Gelik mirov jî bêgûman ji tu tiştî poşman nabin eve tiştekî başe lê ji ber ku êdî tu tiştekî bi ser naxin û bikêr nayên poşman nabin. Jiyan ji bo wan ji ber neçariya xwe bêsînor tê. Ji ber ku bixwe nikarin êdî dest ji poşmaniyê berdane ne ku ji ber têgihiştin û kamilbûnê poşman nabin. Poşman nebûn ne bêxemî û bêberpirsiyarîye. Poşman nebûn divê bibe asta pêgihiştina jiyanê ya ku mirov di hemî deverên sext û zehmet yên jiyanê de jî bextewer be, mirov di zanebûna jiyanê de bijîn, mirov karibe wateyekê bide herdu aliyên jiyanê yên ku ji aliyê Zerdeştiyê ve wekî du xweda, Yê Qencî û roniyê û yê Kirêtî û Tariyê hatî diyarkirin. Ev herdu aliyên jiyanê yasaya vê xwezayê ye lê mirov dikare bi mêjiyê xwe şoreşekê ava bike, ji bêxemî û bêbersiyarî û bêkêriyê dûr bibe mirovekî bextewer, afrandêr û hunermend… 

Agirî Soran 

agiri.soran@me.com

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîskaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin