Prensîp û Unsûrên Bingehîn yên Demokrasîyê

Prensîp û Unsûrên Bingehîn yên Demokrasîyê

Prensîp û Unsûrên Bingehîn Yên Demokrasîyê 

1) Serwerîya Gel: Yên rêveber, nûnerên gel in ku ji alîyê gel ve bi îradeyeka serbest hatine hilbijartin. Dema ku gel xizmeta nûnerên xwe neecêbîne, dikare wan ji karê rêveberîyê dûr bike. 

2) Wekhevî: Di demokrasîyan de hemû hemwelatî, li hemberê zagonan xwedîyê mafên wekhev in. Tu kes, kom an jî komik; ne xwedîyê tu îmtîyaza ye. 

3) Serbestî: Di demokrasîyan de şexs xwedîyê maf û azadîyên ku di makezagon û zagonan de hatiye nivîsandin in. Bi awayekî azad bikaranîna van mafan, di bin parastina dewletê de ye. Serbestîya hilbijartin û hilbijêrînê, ragihan, geşt, karkirin, raman, îbadet û hwd. 

4) Cudahîya Hêzan (Cudahîya Erkan): Di prensîba cudahîya erkan de, erkên zagonçêkirin, rêvebirin û darazdanînê, ji alîyê livokên cuda ve tê cîbicîanîn. Mesela li Tirkiyeyê hêza zagonçêkirinê di destê meclîsê de ye, erka (hêza) rêveberîyê ya hi qûmetê ye û darazdanîn jî, erka dadgeha ye. (Dageha Makezagonê, Dadgehên Darazdanînê yên cihêreng û hwd.) 

5) Hilbijartin: Di hilbijartinên ku di demên kifşkirî de pêk tên, armanc hilbijartina nûnera ye, ku wê piştra ev nûner di livokên zagonçêkirinê de cîh bigrin û wê hiqûmetê ava bikin. 

6) Partîyên Sîyasî: Partîyên sîyasî, sazîyên birêxistî yên ku ji alîyê şexsan ve bi armanca çareserkirina pirsgirêkên welat û gel, hatine damezrandin in, ku xwedîyê bernameyekî ne û endamên wê li gor vê bernameyê tevdigerin. 

7) Rêxistinên Civaka Siwîl: Di civakê de komên cihêreng yên kar û pîşeyî xwe birêxistî dikin û ji bo parastin û berfirehkirina mafên xwe, bi awayekî rêxistî tevdigerin û çalakîyan pêk tînin. Ji van rêxistinan re, rêxistinên civaka siwîl tê gotin. Mînak: Sendîqe, komele, kooperatîf, baro û hwd. 

8) Çapemenî/Medya: Çapemenî (medya) di demokrasîyan de, xwedîyê roleka girîng e. Gel, bi rêya çapemenîyê mafê xwe yê ragihandin û beşdarbûna pêvajoyên demokratîk, bikartîne. Herweha mirov dikare bibêje ku di pêkhatîna bîrûraya giştî de (kamuoyu) de rolê çapemenîyê, gellekî girîng e. Ji ber vê taybetmendîya xwe çapemenî, di civakê de wekî ‘Hêza Çaremîn’ tê dîtin. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Destpêka Zanista Civaknasiyê – Ali Gurdilî 

Bersivekê binivîsin