Protagoras

Protagoras

Protagoras

      Berî Zayînê “B. Z” di navbera salên 485-420an de jiyaye û cîhgirê Sofîstan ê herî navdar e. Di heman demê de serpereştê sofîstan tê hesibandin. Li hemû dera Yewnanîstanê geriya ye û dersan daye şagirtên xwe. Ji bo dersan cara pêşîn yên ku pere sitandiye.

Protagoras e. Bi hatiniya perê dersan, pir dewlemend dibe.Protagoras felsefe û dazanîna xwe, li ser şikê û nerasteqîniya sehekan ava kiriye û bi pirtûka xwe ya bi navê “XWEDÊ” navdar bûye. Bi ramanên xwe yên ku di vê pirtûkê de bûn re, Atomparêzan (Atomgir) gelekî aciz kiriye û pirtûkên wî, li agorayê (cihê bazarê) hatine şewitandin û ew jî, bi cezayê îdamê hatiye mehkûm kirin. Lê di dema dawî de, reviyaye û rihê xwe, xilas kiriye. Piştî vê bûyerê, jiyana xwe ya mayî li biyaniyê didomîne. Berhemeka wî ya din jî, “AXAFTİNA RAST” e. Mixabin, ev pirtûk ne gihêjtiye roja me.

Ji Gotinên Protagoras

1- “Xebatên ku ji bo bidestxistina zanistê tên kirin, bêqîmet in.” (Bi vê gotinê re, Protagoras wek dijberê zanistê hatiye dîtin.)

2- “Ez di warê zanayiya hebûna Xwedayan de, bêçare me. Nizanim gelo ew hene, yan jî tune nin û di şeklê çî de ne? Lewra (çimkî) di pêşiya bidestxistina zanayiyê de gelek asteng hene.Wek mînak: Bi sehekan nayêtin dîtin û bihistin û mîna, kiniya jiyana kurê mirov.”

3- “Mirov pîvana her tiştî ne, tiştên ku hene û yên ku tune nin. Her tişt çawa xwiya bikin, ji bo min wiha ne. Ji te çawa xwiya bikin, wiha ne. Ji bo yên ku diqufile ba serma û ji bo ku yên naqufile jî, ba ne serma ye.”   

4– “Li ser hemû tiştên ku dijê hev in, gengaz e ku mirov du peyvan bibêje. Pêwîst e, em peyva qels û ramana qels, bi hêztir bikin. ”

(Ev peyv wisa xwiya dke ku, di heyama antîk de ji bo ku xirabiya şuxlê (karê) xwe veşerîn û bêguneh nîşan bidin, ji aliyê Protagos ve hatiye bikar anîn.)

5- “Yên ku ji rûmetê û hiquqê bêhay in, pêwîst e li ser navê dewletê û ji bo xêra dewletê, wek nexweşiyên mezin werin dîtin û divê, ji holê werin rakirin.”

6- “Fêrdarî, hewcedarê xebat û aferînê ye û pêwîst e, hê di ciwaniyê de fêrkirina mirovan dest pê bike.”

7- “Hege mirov danekeve kûrahiyê, di giyanê de fêrdarî dernayê.”

8- ‘Ez dibêjim, ez sofîst im û mirovan perwerde dikim. Gelek sal in ku ez di nav hunerê de me. Xorto! Hege tu bi a min bikî û bi min re rabî û rûnî, wê tu ê çêtir fêr bibî. Wê rojên te jî, wiha biborin. Yên ku wê ez ê fêrî te bikim ev in: Di kar û barê malbat û dewletê de têgihiştin. Ango, zanîna îderekirina malbatê û ji bo zanîna siyasetê, perwerdekirin. Tiştê herî giranbiha jî ev e ku wê ez ê wê bidim te: “Ez sozê didim te, ku wê ez ê te mîna mêran bikim hemwelatiyekî zana.’ …

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin