Psîkanalîz

Psîkanalîz
1- Di dawîya sedsala 19 an de bi serpereştîya Sigmund Freud dest pê kiriye. Sigmund Freud û çend hevalên xwe yên dixtor gotine ku nexweşîyên aqlî û ruhî, nexweşîyên psîkolojîk in.
2- Di dema vekolana nexweşîyên aqlî de, binehişê kifş kirine.
3- Piştra, Freud û hevalên wî wiha bawer kirine ku sedemên nexweşîyên aqlî û ruhî, têrnekirina hest û ramanên me yên zarokatîyê ne, ku ber bi binehişê ve têne dahfdan û tê xwestin ku bila werin ji bîr kirin.
4- Li gor bawerîya Sigmund Freud, hiş ji sê (3) meretebeyan pêk tê.
1- Hiş: Ya ku em têdigihêjinê.
2- Berîya Hiş: Tiştên ku li gor xwestekên me têne bîra mirov.
3- Binehiş/Binehişî: Xwestek û hestên me yên ku me wan bi temamî ji bîr kiriye.
5- Li gor bîr û bawerîya Freud, kesayetî/şexsîyet, ji sê (3) mertebeyan pêk tê:
1- Îd: Hilika/navenda kesayetîyê û hêla bîyolojîk ya ku xwe dispêre zewqê.
2- Ego: Rewşa hevsengî (parsengî-denge) ya ku rasteqînî lê serwer e.
3- Superego: Hêla sosyal/civakî ya ku nirxdarazî têne pejirandin.
6- Binehişî ne pasîf, her dem aqtîf e. Carinan lewna xwe biguherîne jî, di xewn û xeyalan de xwe dide der.
7- Pirraniya tevgerên me, li gor vê yekê pêk tên/çêdibin.
8- Freud û hevalên wî wiha têgihiştine ku sedemên bûyerên ruhî/derûnî, bîyolojîk in jî.
9- Di bingeha tevgerên kesayetîyan de, jiyana wan ya zarokatîyê heye. Binehişî/Bilinçaltî çî ye? Avahîya ku ji alîyê hest, bîranîn û xwestekên me yên hatine dewisandin pêk hatiye.
Sedemê dewisandina van hestan, bîranîn û xwestekên zayendîtîya hov û vajoyên êrîşkar in, ku bi demê re êş û şermê didin mirovan.
10- Ji bo têgihiştina tevgerên mirovî, divê mirov bi zarokatî û rabirdûya wan bizanibe.
11- Hindek sedemên tevgerên me, bîo-psîkolojîk in.
Rêbazên Psîkanalîzê:
1- Dahûrandina Xewnan
2- Hîpnoz
3- Bibîrxistina SerbestAli Gurdilî
[email protected]
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021