Psîkolojiya Zarokên Kurdan

Psîkolojiya Zarokên Kurdan

Psîkolojiya Zarokên Kurdan û Bernemeya ‘Family S.O.S’

Şeva borî, di televîzyonê de ez li bernameya ‘Family S.O.S’ ê rast hatim, ku wateya ‘Hewara Malbatê’ dide. Di vê bernameyê de, dema ku psîkolojiya malbatekê yan jî ya zarokan xira dibe, bi awayekî prefesyonelî psîkolog û sosyolog diçine hewara wan. Di vir de mebest, parastina yekîtiya malbatê û parastina psîkolojiya zaroka ye.

Li Ewropayê li gelek bajar, bajarok û heta li gundan jî, alîkariyeke bi vî rengî heye û girîng tê dîtin. Dema min li bernameyê temaşe kir, rewşa zarokên me yên ku di bin tirsa mirin û kuştinê de dijîn hate bîra min. Li Kurdistanê mixabin, a niha psîkolojiya zarokên kurd bi temamî têk çûye.

Gelo ev dewleta ‘sosyal dewlet’ di vî warî de, çi dike? Çi alîkariyê dide zarokên kurdan û malbata wan?

Em baş dizanin ku psîkolojiya zarokên kurdan ne xema vê dewletê ye, lê ya xirab ew e ku radibe xwe wekî ‘dewleteke sosyal’ nîşan dide û dixwaze ku bibe endamê Yekîtiya Ewropayê?

Çawa ku pêşiyên me jî gotine: ‘tır li ku, das li ku?’

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

16.12.2015

Bersivekê binivîsin