Li Ser Qederê

Li Ser Qederê

LI SER QEDERÊ 

   Çawa ku tê salixkirin, ‘Zanîn’ (Zanyarî) encama kiryarên di navbera ‘Zana ’ û ‘Zanbar’ (Aşîkar, Diyar, Melûm) de tê hesibandin. Di vê peywendiyê de pêşaneya ‘Zanîn’  ‘Zanbar’ e ne ‘Zana’ ye. ‘Zanîn’ hewceye ‘Zanbar’ e ne a ‘Zana’ ye. Ji bo ‘Zanîn’ derkeve hole pêwist e ‘Zanbar’ hebe. Dema kû ‘Zanbar’ hebe em dikarin bibêjin potansiyeleka ‘Zanînê’ wê hebe. ‘Zana’ tûnebejî ‘Zanbar’ herdem li cihê xwe amade ye. Lê dema kû ‘Zanbar’ tûnebe ne pêkan e ku ‘Zana’ tu carî bizanibe. Ku ‘Tû’ hebî dê ‘Ez’ê bizanibim. Hebûna ‘Te’ bi zanebûna ‘Min’ dibe ‘Zanîn’.

Dema em bi vê awayê nêzbibin Xwedê, Xwedê Zana’ye, zanayê her tiştî ye lê ne ‘Zanbar’ e.  Lê em ê çawa bizanibin ku Xwedê çawa dizane? Du rêbaz hene. Yek ji wan hîpotetîk (hîpotez/saw) e, a dîn jî pêvajoyekê hermonotîk (şîrove) e.  Rêbaza yekem, saw, fikrekê klasîk e. Xwedê pêşîya ‘Fikrê’ qebul dike û dibêje ku her ‘Zanîn’ berê de ji alî Xwedê ve tê zanîn. Rêbaza duyem pêvajoya hermonotîk ango pêvajoya şîroveyê ew e ku em bixwazin Xwedê  bibînin pêwist e em ji ‘Zanbar’ê  ango ji ‘tişt’ dest pê bikin. Ku em tarîfkirina ‘Zanîn’ê qebul bikin em mecburin ku rêbaza duyem bişopînin.

‘Tişt’, ‘Zanbar’ di zimanê erebî de piştî Xwedê hebûna hertiştî ye. (1) Pêşiya ku Xwedê bizanibê pêwiste ku ‘Tişt’ hebe ji ber ku ‘tişt’ Xwedê afirandiye. Şert û mercê ‘Zanîn’ê tişt e lê belê Xwedê ne ‘tişt’ e, ‘Zana’ye. Ji ber vê yekê ji bo kû agahiya ‘Zanîn’  derkeve hole ango ku Xwedê bizanibe pêwiste ‘Tişt’ hebe. Ev ne meseleya zanîbûn ango nezanîbûna Xwedê ye, ev meselEYa  ‘Tiştê’ ye. Em dibêjin ku Xwedê her ‘Tişt’î dizane. Belê rast e. di vê hevokê de ji aliyê zanebûna Xwedê ve tu pirsgirêk tune. Lê belê pirsgirêk ‘tişt’ e. niha em tehlîla vî ‘tiştî’ bikin.

‘Xwedê pêşerojê dizane.’ Ji aliyê rêzimanê ve hevok ji lêker, kirde û bireserê ve pêk tê. Kirde Xwedê ye, birêser jî pêşeroj e. Xwedê ‘Zana’ ye pêşeroj jî ‘Tîşt’ e. Li gor vê hevokê pêşeroj heye, diyare û ‘Zanbar’ e. Dema ku em bêjin pêşeroj heye û diyar e, wê demê  ne hewceye em nîqaş bikin. Ev teoriya Determînîstiyê ye. Li gor teoriya  Determînîst her tişt ji aliyê sedemekê pêk te û her sedemek encamek derdixe hole. Mînakek gelemperî dibêje ku li Amerîkayê belgekê darê hilweşê dibe ku bibe sedemeke tofanê li Rojhilata Navîn. Dema ku em vê sedemê bizanibin em ê pêşerojê jî bizanibin. Lê belê ji aloziya xwezayî û dîrokiya gerdûnê ev ne pêkan e, lêbelê ji hêla vê teoriyê ve wiha tê qebulkirin. Ku em teoriya determînîst qebûlbikin, wê demê em ê çawa qala vîyana azad, ango îradeya azad bikin û li kû derê biraxînin. Em dizanin Xwedê bi afirandina me re îradeyeka azad jî daye me. Her kes berpirsyarê kirara xwe ye.  Ji ber vê yekê îradeya azad li gor teoriya determînîst paradoksek e. Ku em teoriya determînîstî qebulbikin, em nikarin behsa îradeya azad ango berpirsyariyê bikin. Lê ku em behsa îradeya azad bikin pêşeroj ji bo determînistiyê dibe paradoksek. Ji ber vê yekê, her du kirû li heman cihê nikarin xwe biparêzin. 

Ku em  îradeya azad qebul bikin em dikarin bi awayekî teqez bêjin ku pêşeroj tune. Hêj derneketiye holê û ne ‘Tişt’eke ango ne ‘Zanbar’ e. ji ber vê yekê ‘Zana’ niha nizane ji ber ku ‘Zanbar’ tune ye, bireser  tune ye. Pêşeroj hêj nebûye ‘Tişt.’  Em niha nîkarin behsa ‘Zanîna’ pêşerojê bikin ji ber  ku tune ye lê herdem nehêniyek heye.

Gelo Xwedê pêşerojê dizane? Ku bersiva me erê be wê demê çend pirsgirek dertêne pêşiya me. Birastî li gor baweriya klasîk a qederê jî wuhaye. Em dikarin vê hevokê li gor baweriya klasîk wuha tehlîl bikin. Dema kû gerdûn ango kaînat tunebû her tişt ji aliyê Xwedê ve hatibû nivisandin û pêşerojê de her Zanbar î û tişt diyar bûn.  Li gor vê baweriye em dikarin bêjin gelo ku qeder ev be Xwedê di vê nivîsê de Xwe jî naxe çarçoveyeke ango rolek ji xwe re jî hilnade? Ango Xwedê jî xwe bixwe nanivîsîne? Tiştên ku wê di pêşerojê de bibin qey Xwedê mudaxale nake? Dema ku em bêjin Xwedê pêşeroj nivisandiye (qeder) em dikarin bibêjin ku Xwe jî nivisandiye û Xwedê Xwe jî kiriye pêşeroj ango qeder Ango zanbar. Û ku pêşeroj ‘Tişt’ be wê demê Xwedê jî dibe ‘Tişt’. Ji ber vê yekê pêwist e em bi wateya Qederê baş bizanibin. Gelo qeder çiye?

Qeder di zimanê Erebî de wuha tê tarîfkirin: maneya koka qederê qdr ye ew jî wateya wî pîv, zerengî, qasi, piç, nirx, qîmet hwd.  Qadîr jî maneya wê, wateya peyva Qadîrê jî, muktedîr, desthilat, teqdîr hwd. (2) Em dikarin ji bo qederê çend ayetên Qurana pîroz rêz bikin:

  • Xwedê afirand, Pîştî ku afirand pîv (qeder) teqdîr kir. (Furkan 2.)
  • Emrê Xwedê Qeder e û ew qeder bi cîh bûye. (Ehzap 38.)
  • Bê guman me her tiştî bi qederekê teqdîr kiriye. (kemer 49)
  • Ji dilopekî afirand û pîvand teşeyek dayê (qederek daye). (ebese 19. )

Em di ayetên jor de dibînin ku Xwedê qederê tekdîr dike, ango şikil, têşe hikmet dike. Ev qeder ne tenê jibo însan e bê guman ji bo gerdûn û ên din av gerdûnê tevde ye. Ev qeder (şêwe, şikil, pîv) jibo gerdunê, xweza, însan, nebat hwd tevde ye. lê ev qeder ne ji bo tîştên pêşerojê ye ji ber  ku pêşeroj hêj nehatiye afirandin û hêj ne tîşteke ku Xwedê qederek ango şêweyek lê bi xemlîne.

Lê belê ev nayê wê wateyê ku Xwedê gerdûnê afirandiyê û wuha hiştiye, ango qey têkiliya Xwedê pê nema ye. Berevajî Xwedê  gerdûnê û tiştên di nav gerdunê de dem bi dem, a niha  diafirîne û nûh dike. Her tişt herdem ji teqdîra Xwedê ve nav afirênderêde ye. Xwedê encamên îradeya azad jî diafirîne, lê belê mudaxale nake. Îradeya azad biryara başî ango nebaşiyê dikare bide. Başî ango nebaşî,  eva nîqaşek cuda ye.  Encam li gor îradeya azad çi be bila bibe Xwedê mudaxalê nake, lê belê encama îradeya azad jî diafirîne.

Ji fikrên qederê yek ji wan ew e ku dibêje Xwedê dema ku me û gerdûnê neafirandibû jî, dizanibû ku emê çi bikin û wê çi were serê me û wê demê Xwedê dikaribû me neafiranda û me bişanda dojehê yan bihuştê. Lêbelê Xwedê me afirand ji ber ku  em li gerdûnê ango li jiyanê  tevger û biryara rêya xwe diyar bikin û em bibin  govanê xwe da ku em îtiraz nekin.

   Em jî li hemberê vê pirsê dikarin bersivek wuha bidin: gelo dema ku Xwedê me neafirandibû qey me baweriya hikmet û ilma Xwedê nedikir? Heya ewlebûna hikmet û ilma Xwedê hebe, hewceye ku em bibin govanê kiryarên xwe?

Li gor ola îslamê, Xweda xwediye hikmet û qudret û ilma bê sînor e. Me di nivîsa xwe de qala pêşerojê kir û me got ku pêşeroj ne tiştek e û ne pêkane were zanîn. Gelo em nikarin bêjin qey Xwedê nikare texmîn jî bike? Gelo Xwedê nikare bizanibe ku tevgera îradeya azad dê çi biryarê bide? Niha mijarekê din derdikeve hole: Texmîn. Li gor termînolojiyê peyva texmînê ew e kû derheqa tiştekê neeşkere de encama bikaranîna agahiya rasthatî ango nediyari ye. (3) Em ji bo agahiyê rojane bûyera texmînê gelek bi kar tînin em dikarin ji bo sibehê, dusibeh, salek ango pêncî sal pêş de texmîn bikin. Lê bele ne pêkane ku em sed hezar salî pêş de texmîn bikin, ji ber ku hêza  ilm û ma’rîfeta me ewkas tune ye. Lê Xwedê… Ew Xwedê ye ku heman demê her tiştî diafirîne û ilma xwezayî, derûnî, erdnîgarî hwd. hemuçkan dizane. Li gor vê ilma Xwedê em dikarin bibêjin her awayê ve Xwedê dikarê heya qiyametê jî pêşerojê texmîn bike. Navbera texmînkirinê û zanînê de xalekê  girîng û xeterdar heye. Me li jor salixa herdu peyvan jî kiribû û herdû peyv ji hev gelek cûda ne. Şert û mercê zanînê hene, li milê din texmîn peywendiya wî bi tu tiştê re tune û hîpotetîke ango şîrove ye. Em dikarin bibêjin, Xwedê pêşerojê texmîn dike û texmîna wî teqez e. Lêbelê em nikarîn behsa zanînê bikin. Niha di vir de derdikeve hole ku texmîn bawerî ye, bawermendiya însan e.

Ji bo mijara qederê ji dîrokê heya vê gavê gelek salix, ragihandin û nîqaş hatine dayîn û gelek pirtûk û ansîklopedî hatine nivisandin û tomarkirin. Me jî qederê bi ecziyeta xwe li gor nêrîna xwe bi rêya felsefe û mentiqê anî ziman. Ji xwe felsefe bi xwe jêpirsîn e. hezkirina zanînê ye. Ma felsefe tunebûya, zanîn û zanistî dê çawa derbiketa holê.

Jan JAN  

29.03.2016                                                                            

1- er-Ragıp el-Isfahâni, El-Müfredat fi Ğaribil Kur’an, Lübnan/Beyrut, syf. 251. 

2- http://www.etimolojiturkce.com/kelime/kader 

3- https://en.wikipedia.org/wiki/Guess_(disambiguation)

Bersivekê binivîsin