Rewşa Bajarên Kurdan û Hatiniya Neteweyî ya Nesafî

Rewşa Bajarên Kurdan û Hatiniya Neteweyî ya Nesafî

Rewşa Bajarên Kurdan û Hatiniya Neteweyî ya Nesafî

Yek ji wan nîşana mêtingehiya Kurdistanê, li bajarên me rewşa Hatiniya Neteweyî ya Nesafî ye. Îro ji min re bû meraq û min li grafîka bajarên Tirkiyeyê û Kurdistana Bakur mêzekir. (Grafîka sala 2014an)

Bi rastî jî, rewşa bajarên me pirr xirab e. Mirovekê ku li Kocaeliyê dijî, salane $33620, yekê ku li Stenbolê dijî dîsa $18101 dibe para wî.

Ev rêje, her ku ber bi bajarên kurdan ve diçe, dadikeve jêr. Ji xwe rewşa bajarê Şirnexê a herî xirab e; li gor îstatîstîkên sala 2014an, ev rêje bi tenê $2595 e. Yanî, bajarê Şirnexê di dawiya lîsteyê de ye.

Hemû bajarên kurdan, bi dorê di lîsteyê de di rêza dawî de ne mixabin. Ji xwe ez behsa bajarê Batmanê nakim, Batmana ku ji berê ve bi petrola xwe, dewleta tirk dewlemend kiriye, di rêza 71 ê de ye û li wir jî Hatiniya Neteweyî ya Nesafî, bi tenê $6562 e.

Yanî, kesên ku li metropolên tirkan dijîn, zengîn dibin û kesên ku li Kurdistanê jî dijîn, tevî çavkaniyên welêt yên zengîn jî, mixabin her diçe feqîr dibin. Ev jî, rewşa mêtingehiya welêt xweş diyar dike. Derewên dagirkeran, nikarin vê rastiya berbiçav ji holê rakin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

07.12.2015

Hatiniya Neteweyî ya Nesafî: (Gayri Safi Milli Hasıla, Gross National Product)

Têbinî: Zanyariyên di vê nivîsê de, ji wikipedia.org hatine wergirtin.

Bersivekê binivîsin