Rojgera HD131399Ab’ê

Rojgera HD131399Ab’ê

Bi roj li ezmên ro-tavek heye, lê bi şevê dudo lêzêde dibin ango li ezmên 3 roj hene, eger tu bixwazî vê rewşa ecêb tecrûbe bikî divê tu berê xwe bidî rojgera nûvedîtî ya bi navê HD131399Ab. Rojgera vedîtî pirr dişibe Jupîterê, atmosfera vê rojgerê ji gaza metanê û ji hilma avê pêk tê ku salek li vê rojgerê bi qasî pêncsedsal û nîvê rojgera me ye.

Wêneyê rojgera HD131399Abê ji aliyê Very Large Telescope a Ewropayî ya li Şîliyê ye hatiye wergirtin. Rojger ji maka (pêşiyê) xwe bi qasî 100.000 caran siviktir e. Taybetmendiya herî balkêş ya vê rojgerê ev e; rêgaha vê rojgerê pirr fireh e û bi qasî 80 caran ji rêgeha ku gerstêrka me li hawirdora rojê ve dizivire, mezintir e. Stêrk B û C ji stêrka Aê pirr dûr in, stêrka B û C li hawirdora hev û dîsa bi hev re hêdîka li hawirdora stêrka Aê ve dizivirin.

Her sê rojên rojgera HD131399Ab ne ewqas bi şewq in, stêrka herî nêzik bi qasî roja gerstêrka me sivik û piçûk e. Şewqa her dû stêrkên dûr jî ji şewqa stêrka herî nêzik kêmtir in û bi qasî du heyvên çardeşevî bi şewq in. Eger dema meriv ji rojgerê li her sê rojên rojgerê binihêre û her sê roj berê xwe bidin heman aliyê, wê gavê ahenga roj û şevê destpê kiriye, ango roj ber bi şevê yan jî şev ber bi rojê ve dihere. Li rojgerê bi temamî tarîtî nîne lewre ji rojgera HD131399Abê gotina rojgera “tarîgewrk” jî dê ne şaşitiyeke mezin be.

Esmannas û pisporê erdkêşî Steven Riederê Hollandayî ku xebatên li Enstîtûya RIEKENê ya li Japonyayê ye pêk tîne, wiha dibêje; “Em nizanin rojger çawa çêbûye lêbelê dibe ku ji ber pirsgirêkên erdkêşî ya rojgereke pirr giran berê xwe daye rêgeha xwe ya a niha û vedîtineke pirr balkêş e. Divê em hin lêkolînên din pêk bînin da ku hevkarigeriya vê rojgerê ya bi rojgereke din re zelal bibe. Rojger 16 mîlyon salî ye, ji ber vê jî jiyana li ser rojgerê ne pêkan e û rêwîtiya ber bi rojgera HD131399ABê ne ewqas hêsan e.

Metîn Eser  

Çavkanî: De Volkskrant

Bersivekê binivîsin