Rojgereke Nû Hate Vedîtin

Rojgereke Nû Hate Vedîtin

Çavdêrxaneya Ewropayî ESO dê heya dawiya vê meheyê ragihandina rojgereke nû bike. Bedena/cismê esmanî li hawirdora stêrka Proxima Centauriyê dizivire ku stêrka herî nêzik a li hawirdora pergala rojê ye. Li gor agahiyên wergirtî, jiyana li ser rojgera bênav a li hawirdora stêrka Proxima Centauriyê pêkan e û av jî li ser wê rojgerê tê dîtin.

Rojger bi qasî 4,24 salên ronahiyê ji me dûr e, esmannas heya a niha rojgereke ku bi qasî vê rojgerê nêzikê me bibe, nedîtine. Astrofîzîkekî ESOyê wiha dibêje; “Vedîtina rojgera nû ku li ser vê rojgerê av jî heye, pirr zehmet bû, me serî li hemû sînorên amûrên xwe yên teknîkî da.” Bi qasî saleke berê ajansa fezayî NASA a Amerîkayî jî ragihandina rojgerek nû kiribû ku rojger bi qasî 1.400 salên ronahiyê ji me dûr bû. Çapa Keplerê 542b ê vedîtî ji sedî şêst ji çapa rojgera me mezintir e û atmosfera wê rojgerê jî bi av e.

Metîn Eser

Çavkanî: BELGA 

Bersivekê binivîsin