Rojnameya Kurdistan. Hejmar 71. Sala 2016an

Rojnameya Kurdistan. Hejmar 71. Sala 2016an

Hevpeyvîna Ligel Ali Gurdilî

Rojnameya Kurdistan. Hejmar 71. Sala 2016an.

1- Ez di sala 1966an de, li Navçeya Gurdilan’a Sêrtê hatime dinyayê. Dibistana seretayî û navîn, min li Gurdilan (Misircê) temamkir û ya lîseyê jî, li bajarê Îzmîrê. Di sala 1980an de li Tirkiyeyê dema ku derbe çêbû û zorbaziyê dest pê kir, mixabin zext û zilma li ser malbatên kurd yên welatparêz jî, gelek zêde bû. Malbata me jî wê demê li navçeyê weke malbatek welatparêz baş dihate nasîn. Mixabin piştî girtina birayê min î mezin, em mecbûr man ku ligel hemû malbata xwe koçê bajarê Îzmîrê bikin.

12248683_472979706222027_143564653_n (1)

Piştî lîseyê, min Zaningeha Egeyê beşa civaknasiyê karkir û ez ketim wê beşê. Piştî ku min xilaskir, min dest bi mamostetiya beşa felsefeyê kir (dersên mantiq, civaknasî, psîkolojî û felsefe) û ta niha jî berdewam dikim. Qasî 15 sal in ku di hinek mijarên felsefî û zanistî de, bi kurdî dinivîsînim. Di sala 2007 an de, me bi navê www.felsefevan.org ê malpereyeke amadekir û ligel yek-du navberan jî, karê malpera me bi rêkûpêkî berdewam dike. Ta niha 5 kitêbên min (di navbera salên 2006-2015an de) hatine weşandin. Niha em bi navê Kovara Felsefevan kovareke jî diweşînin û ligel gelek bêîmkaniyan jî, 3 hejmarên kovarê hatine weşandin û em ê di nêz de, 2 hejmarên din jî inşeleh biweşînin. Berhemên min yên ku heta niha hatine weşandin, ev in:

1- Dengê Felsefeyê – Weşanên Doz – Rêbendan 2006 (Stenbol)

2- Rewîtiyeke Zanistî – Weşanên Doz – Gulan 2007 (Stenbol)

3- Jiyan û Felsefeya Mensûrê Hallac ‘Enel Heq’-Weşanên Evrensel. (Stenbol 2015)

4- Destpêka Felsefeyê- Weşanên Soran. 2015 (Almanya)

5- Antolojiya Feylesofan. Alî Gurdilî. Weşanên Soran. 2015 (Almanya)

2-  Xebata min ya dawî ‘Ferhenga Felsefeyê’ ye, encama xebata min ya deh sala ye. Niha hemû amedekariyên kitêbê qediya ne û li Îzmîrê de were çapkirin. Kitêb 524 rûpelên berfireh e û bi qasî 500 têgehên felsefî, bi berfirehî hatine şirovekirin. Ferheng, kurdî-kurdî ye. Lê wateya têgehan bi inglîzî û fransî jî hatiye dayîn. Mesela em têgeha Ciwannasiyê, li vir wekî mînak bidin: Ciwannasî, weke beşeke felsefeyê hatiye nasandin û wateya wê ya fransî û inglîzî jî, li binê têgehê hatiye dayîn. Ez bawer dikim ku dê ji bo felsefehezên kurd, bibe çavkaniyeke kêrhatî.

07 FERHENGA FELSEFEYÊ

3- Zimanê kurdî, zimanekî zengîn û kevnare ye û têra xwe ji ava dîrokê jî avê vexwariye. Lêbelê, di hinek mijarên felsefî, zanistî û nûjen de, mixabin baş nehatiye xebitandin. Di rewşa a niha de, ev valahî bêtir tê hîskirin. Ziman çi dibe bila bibe, divê bikaribe bersiva jiyana mirovan bide. Nabe ku em bibêjin bila zimanê kurdî bi tenê zimanê wêjeyê be yan yê pêdiviyên rojane be. Pêdivî pê heye ku em di hemû warên jiyana xwe de (wêje, huner, zanist, felsefe, hiqûq) bikaribin bi zimanê xwe bifikirin û bijîn. Yan na, encam derengmayîn yan jî têkçûna zimanî ye.

4- Hemû mirovên ku bi kurdî dinûsin, dikarin ji vê kitêbê sûdwerbigirin. Hem ji aliyê naverokê ve û hem jî, ji aliyê wateya peyvan ve ez bawer im dê bikaribe bi kêrî xwendevanên kurd were. Zansit û felsefe, di navenda jiyanê de ne û di roja me de beyî wan, jiyanek ne pêkan e. Lewma jî, çi kesên ku difikirin, dinivîsînin û dixwînin, dê karibin jê sûdwerbigirin û hêviya min jî, ew e.

12591821_1317044454988320_1606267617_o

5- Ez ne wêjekar im, lêbelê dikarim weke xwendeyekî wêjeya kurdî çend tiştan bibêjim. Li bakur, barê wêjeya kurdî li ser milê xwîner û weşanxaneyên kurd e. Yanî, bi saya xwedîlêderketina xwînerên kurdî, wêjeya kurdî dijî. Çimku dem û dezgeyeke ku piştgirya xebatên edebî, zimanî, zanistî û felsefî bike tune. Çend weşanxaneyên ku karê xwe baş dikin hene, yên mayî jî wekî meqama tesdîkê bi heqê xwe çi tê ber destê wan, hema bênavber diweşînin; ku ev yek jî asta weşangeriyê dadixe jêr. Esntitû bi xwe jî, wekî dezgeyên bazirganiyê kar dikin û ne xwediyê wê hêzê ne ku rabin û piştgiriya çend xebatên nûjen bikin. Zimanê me ji ber ku ne fermî ye, mixabin di gelek warên jiyanê de baş nayê bikaranîn û di rewşa zimanekî lokalî de dimîne. Texmîna min ew e ku li Rojavayê Kurdistanê jî, bandûra zimanê erebî serdest e û xebatên zimanî, ji bandûra siyasetê xwe rizgar nekirine. Xebatên ziman û wêjeya kurdî, divê bi rê û rêbazên alînegir pêk werin û dem û dezgeyên kurdan jî, divê xwedî lê derkevin.

Pirsên ku bersiva wan hatiye dayîn

1-   Pênasînek kurt li ser Alî Gurdilî û berhemên wî?

2-   Bi kurtî behsa naveroka pertûka nû (Ferhenga Felsefeyê)

3-   Ta kîjan rade yê ev pertûk dê alîkar be di pêşxistina zimanê Kurdî?

4-   Kî ne ew kesên ku Karin vê pertûkê bi kar bînin?

5-   Hun çawa tevgera wêjeyî ya Kurdî li bakur û rojavayî Kurdistan dinerxînin?

Çavkanî: Rojnameya Kurdistan. Hejmar 71. Sala 2016. Qamişlo/Kurdistan.

Bersivekê binivîsin