Romana HIOB

Romana HIOB

Romana HIOB, Romana Zilamekî Asayî. Wergera ji Almanî: HUSÊN DUZEN.

Romana JOB – Romana HIOB

Sprog:DanskOriginaltitel – Ziman: Kurdî

Oversa af Judyta Preis – Wergera ji almanî

Jørgen Herman Monrad – Husên Duzen

Forlaget Vandkunsten – Weşanxaneya Rupel

”Çend rojan piştî vegera xwe Deborah, fikirî ku dema daxistina selika Menuchim jî arîkî hatîye. Ne bi dilşadî wê kurikê biçûk da zarokên xweyên mezin. Deborah got: ”Wî bibin bigerînin! Ku ew biweste rahejin wî. Ez dilê we de me hûn wî nexînin! Zilamê pîroz got ew ê rehet bibe. Hûn wî neêşînin!” Ji niha pê ve demekî dijwar ji bo zarokan dest pê kir.” Rûpel 22-23 HIOB , ji romana zilamekî asayî.

Serpêhatîya min li gel romana Joseph Roth di demekî berîya niha li xwendina min a enstitûya pedagojîyê de dest pê kiribû. Li gera me ya Pragê gava em çûn cihê ku cihûyan di şerê cihana duhem de hatibûn dîlgirtin ku ji wê derê re digotan ”kampa konsentrationê”,  rêbera me ya gerê behsa nivîskarê navdar ê cihûyan jî kiribû. Wê çaxê navê Joseph Roth û romana wî a HIOB jî di nav gotinan de derbas bû. Gava em vegerîyan Danîmarkayê, min romana wî ya bi navê wergera danîmarkî JOB peyda kir.  ¨Min romana Jojeph Roth ya ”JOB” bi zimanê danîmarkî,  wê demê  xwendibû.

Hin Rexnevanê danîmarkî dibêjin, danîmarkî di alîyê wergerandina zimanan de gelek jêhatîne, lê mirov çiqasî jêhatî be  jî wergerandina romanan nikare seda sed wekî zimanê orjînal be, lê divê naveroka wan ji resenatîyê dûr nekeve û bikaribe tatybetmendîya rewşê nîşan bide

Îcar romana JOB an jî HIOB bi zimanê kurdî ji  aliyê kek Husên Duzen ve ji almanî li kurmancî hatiye wergerandin.  Gava ez wergera danîmarkî û kurdî tînim berhev,  bi dîtina min wergera  Birêz Husên Duzen,  jî wergera danîmarkîyan qet ne kêmtire. Wekî birêz Husên Duzen jî  çend caran gotîye, divê werger li ser veguhestina atmosfera berhemê be û bi rastî jî atmosfera ku malbatekî  Cihû û feqîr ku pêşîya  şerê cihana yekem ber bi alîyê Emerîka ve diçin û dibin penaber û çîroka malbata Mendel Singer ê Cihû yan, bi honandina zimanê Kurdî û Wêjeya Kurdî gelek dewlemend kirîye û veguhestina berhemê jî bi zimanêkî xweş anîye li ber xwendewanan.

Mendel Singer ku li gundekî mamostetî dike, dikeve ber alozîya jîyanê û tev malbata xwe gelek zehmetîyan dikişîne. Lê Mendel û jina wî Deborah li dema spartina malbatê xwe de li ber xwe didin. Birêz Husên Duzen, wê zehmetîya jîyanaMendel Singer û Deborah  bi zimanekî sivik, harmonîk û herikbar anîye li ber xwîneran û ruhê vê romanê mirov dibê qey Husên Duzen jîyaye û nivîsandîye. Min çend cihê romanê ji zarokên xwe re jî xwend û ewana jî bi kêfxweşî guhdarî kirin û digotin zimanê romanê gelek xweş û fêmbar e.  Ez bawer dikim ku her xwendewanekî kurd dê bi kêfxweşî vê romanê  bixwîne. Min bi gelek kêfxweşî romana Hiob a  romana zilamekî asayî xwend û min ji romana danîmarkî zêdetir zewq jê girt û ez bi navê xwe gelek sipasîya birêz kak Husên Duzen dikim ku vê berhema berketî gihandiye xwinerên kurdî û herwiha pirtûkxaneya kurdî.

23.07.2015

Sultan Arslan

Copenhagen

Bersivekê binivîsin