Roscelînus

Roscelînus

Heyînên ku rasteqînin, nesneyên yeko yeko ne; nexwe ne têgehên tevayî/tumel  in. Heke rasteqîn yeko yeko nesne bin, wê demê dêr ji bilî têgehekê ne ti tişt e û bi tenê şexsên di nav de rasteqîn in. Yan jî gunehê yekemîn bi tenê navek e û ya rasteqîn, bi tenê guneheke şexsî ye. Yan jî yê rasteqîn bav, law û rihê pîroz e û ramana xwedayê ku ji van sê navan pêk hatiye, wekî ku dêr ji me re wiha dibêje; di rastiya xwe de tune, ew bi tenê navek e. 

Roscelînus | 1050-1125  

Têbinî: Li Fransayê jiyaye. Nîqaşa tevayiyan (tumelan) daye despêkandin û nîqaş, di dawiya Serdema Navîn de bûye sedema nîqaşeke mezin û sereke û dibe ku yek ji wan sedemên girîng ya hilweşîna Serdema Navîn be. 

Roscelînus di nîqaşa tevayiyan de nomînalîzmê parastiye ku li gor nomînalîzmê, bi serê xwe tenê rasteqîniya têgehên tevayî tune, ew bi serê xwe tenê ne xwediyê hebûneke ne. Ango tevayî ew nav e ku mirov ji bo taybetmendiyên hevpar yên nesneyan, wan li nesneyan dike. 

Ji ber ramanên xwe, ji aliyê dêrê ve hatiye tawanbarkirin ku dêr wê demê gelekî bihêz bû û destê dêrê di hemû warê civakê de hebû. Meclîsa Soissonsê bang lê kir û jê doza poşmanîyê kir. Di sala 1092 an de Roscelînus li gotinên xwe poşman bû û lêborîna xwe xwest. Di dawîyê de jî Nomînalîzm hatiye qedexekirin.

Çavkanî: Jiyan û Felsefe – Ali Gurdilî

Çavkanî neyê nîşandan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin