Şaneyên Jixweber Dibin Dermanê Nexweşiya Tûmorê

Şaneyên Jixweber Dibin Dermanê Nexweşiya Tûmorê

Şaneyên Jixweber Dibin Dermanê Nexweşiya Tûmorê

Profesor Jo Van Ginderachter û her wiha rêvebirê koma zanyarên ji Zanîngeha Xweser ya Brukselê (VIB-Vrije Universiteit Brussel) di lêkolîna xwe de biserketin ku şaneyên bi awayeke jixweber yên di nav ûrê (tûmor) de çêdibin, veguherînin awayeke dermankirinê ku rê li ber pêşketina ûrê digire. Ji şaneyên bi aweke jixweber yên di nav ûrê de çedibin re “şaneyên dendrîtîk” an jî bi kurtî “DC” tê gotin.

Zanyar heya vê demê bawer dikirin ku şaneyên dendrîtîk yên di ûrê kesên bi nexweşiya kula heftpençe nexweşketibûn de, ji ber nexweşiyê nedikaribûn li hember vîrûsê ber xwe bidin û bêbandor dibûn. Profesor Jo Van Ginderachter û hevalên wî bi vê lêkolîna xwe vedîtina du cureyên nû yên çalakkirina şaneyên dendrîtîk pêk tînin, pêk anîne. Zanyar bi vê vedîtina xwe rê li ber metodeke nû ya dermankirina nexweşiyên kula heftpençeyê vedikin, lewre bi metoda nû şaneyên dendrîtîk ji ûrên paqijkirî têne wergirtin û dû re bi rêya derzîkirinê li kesê nexweş tê zêdekirin û bi vê awayê rê li ber pêşketina ûrê tê girtin.

Profesor Van Ginderachter wiha dibêje; “Divê em xebatên xwe bi berfirehî li ser şaneyên dendrîtîk berdewam bikin, dibe ku em dikarin ji bilî rê li ber pêşketina ûrê, ûrê tune bikin û dîsa rê li ber çêbûna ûrên nû bigirin.”

Metîn Eser

Çavkanî: BELGA / 31.01.2017 

 

Bersivekê binivîsin