Sê Pirs û Sê Bersiv

Sê Pirs û Sê Bersiv

Sê Pirs û Sê Bersiv

1) Xwedê kî ye, çi kirîye û Pilana Wî çîye?

2) Îblîs kî ye, çi kirîye û Pilana Wî çîye?

3) Meriv kî ye, çi kirîye û Pilana Wî çîye?

Îro dinyayê de olên cûre-cûre hene, ku dicedînin bersiva vê pirsan bidinê. Hilbet, ev ew pirs in, ku tabetîyê nadine te jî, xewa te û hêsabûna te tevîhev dikin. Zû yan dereng her kes jî ber bi van pirsan disekine.Îro meriv ji bilî zanîstîyê û tebîyetê,her roj dicedînin sura Xwedêzanîstîyê (Teolojî-zanîst e derheqa Xwedê de… ) azorû kin.

Werin em van pirsgirêkên mezin yek bi yek mêzze kin.

1) Pirs: Xwedê kî ye,çi kirîye û Pilana Wî çîye?

a) Xwedê kî ye? 

b) Çi kirîye? 

c) Pilana Wî çîye?

1) Bersiv: 

a) XWEDÊ SÊYÎTÎ YE.*

Xwedê yek e navê wî sisê Bav, Kur û Ruhê Pîroz. Xwedê ruh e, Yê ku bi xwe heye – ew ne efirî ye. Ew ji Yekîtîya Bav, Kur û Ruhê Pîroz e, ku yek e, bê himber e û yekbûyî ye û pêştirî wî xwedêkî din nîne.

Ew hizkirinêda, pîrozîyêda, qewat, zanebûn û serwextîyê de kamil e û heta hetayê nayê guhastinê. Û her deran ew ser hemû efirînara ye, tevî her kesî ye û nava wan merivan de ye, yên ku ew bijartine û bi wî pîroz bûne.

b) Erd, ezman û her çi nava wan de hene-tiştên kifş û nekifş, bi destê wî efirî ne. Pey çi jî meriv ji axa erdê çêkir. Wî ew nêr û mê efirandin, wekî bibin serwêrê hemû erdê û serwêrê masiyên avê,teyrên ezmên, heywanên kedî û hemû heywanên, ku li ser rûyê erdê ne. Merivêd pêşin-Adem û Hewa hatibûne efirandinê seba Xwedê re bêne girêdanê, lê ewana guh dane ser gotinêd Îblîsê derew û bûne gunehkar. 

c) Di destpêkeda planek Xwedê hebûye û ew tu car nayê guhastinê. Hemûya gune kir û negihîştine rûmeta Xwedê. Maşê gune mirin e û ew orta me û Xwedê bûye sûr. Lê Xwedê ji hemûyan pirtir meriv hiz dike û pilana Wî ew e, wekî her merivek vegere ber bi Wî, wekî tevî Xwedê bi ruhanî bê girêdanê, wekî layîqî rema Wî be, edlayê û jîyîna heta-hetayê bistîne.

Xwedê Rîya xilazbûnê hazir kirîye, lê îzin daye, wekî meriv xwestina Wî qebûl kin yan jî înkar kin.

2) Pirs : Îblîs kî ye, çi kirîye û Pilana Wî çîye?

a) Îblîs kî ye?

b) Çi kirîye?

c) Pilana Wî çîye?

2) Bersiv

a) Îblîs yan Ezazîl tê wateya “neyar”, “çêrker”, “mar”, “xapînok” ,”bavê derewan” û hewd. Îblîs serokê hemû melekên xirab (cin) e. Jêra mîrecin û şeytan dibêjin, yê ku temamîya dinê xalifandîye. Îblîs di destpêkê de milyaketek qenc hatibû afirandinê û serokê hemû milyaketan bû.

b) Îblîs paşê li hemberî Xwedê rabû, dixwest textê xwe ji Xwedê jor dayne,lê ew milyaketêd xweva jorda hatine avîtinê ser rûyê erdê. Ew marê berê ye ku Hewayê xapandîye.

c) Dixweze hemû efirînên Xwedê xera ke. Ew neyarê Xwedê ye. Bendê vê dinê ji rîya rastiyê ku dibe ber bi Xwedê dûr xe. Ewa bi milyaketêd xweva di cehnemê de wê bên avîtinê.

3) Pirs

Meriv kî ye, çi kirîye û Pilana Wî çîye?

a) Meriv kî ye?

b) Çi kirîye?

c) Pilana Wî çîye?

3) Bersiv

a) Meriv ji aliyê Xwedê ve hatine afirandinê. Ew ji ruh û bedenê ye. Ruh nemir e, lê beden mirindar e.

b) MERIV GUNEH KIRÎYE.*

Rûyê wê yekê, wekî merîya berê xwe ji temîyêd Xwedê guhestine,ew ji Xwedê dûr ketine û ji kerema Wî ye pîroz hatine merûmkirinê.

Bi merivê pêşin hemû merî bûne gunehkar, çimkî silsileta wanane. Gune mîna nexweşîyê ji silsiletekê derbazî silsileteke mayîn bû, temîya merivayê nexweş êxist û gihîşte min û te. Bona wê yekê jî xebera Xwedê dibêje : ‘Hemûya guneh kir û negihîştine rûmeta Xwedê.’

Xwedê dibêje : ‘MAŞÊ GUNEH MIRIN E’

Mirin dide kivşê, wekî heta-hetayê ji Xwedê dûr ketine. Xwedê Pîroz e, lê merî nevsa nava gunada undabûyîye. Bona wê yekê jî orta wanda bîra bê bin heye.

c) Her tim meriv dicedîne bi hereketê xwe nêzîkî Xwedê be bi karê qenc, jîyîna maqûl, fîlosofîaê, lê nikare ji çencikêd guna / hesîn, xwestinêd xirab û şêwirêd ji alîê Xwedêda înkarkirî / xilaz bin û ser bîra bê binra derbas bin. Olên cûre-cûre bi xwestina meriv hatine damezirandinê, ku dicedînin rîya rast ber bi Xwedê bibînin. Lê ew rê-dirb Xwedê daye me. Û îzin daye merivan, ku qebûl kin yan jî înkar bikin…

Têngîz Siyabendî

25/03/2016

Bersivekê binivîsin