Shahînê Bekirê Soreklî: Chima pêdiviya Kurdan jî bi felsefeyê heye?

Shahînê Bekirê Soreklî: Chima pêdiviya Kurdan jî bi felsefeyê heye?

Shahînê Bekirê Soreklî: Chima pêdiviya Kurdan jî bi felsefeyê heye? 

Di nav Kurdan de gellek mijar û pirs hene ku pêdiviya wan bi bersîvên nû û durist heye. Felsefe merbendan dide shkandin û deriyên mezin ji hishan re vedike da ku bêyî tirs li bersîvan bigerin. Felsefe xwe bi kûraniya hebûnê û jiyana me ve peywendîgir dike û dihêle em toreyên civakî û ramanên bi rêyên din xwe di nav hishên me de bi cîh kirinî bidin aliyekî û xwe têxînin nav pêlên li dû bizavên xwegîhandina rastiya ji merbendan azad.

Kurd jî beshekî ji cîhana xwe ne, lê di heman demê de beshekî ji cîhana mezin ya mirovan in. Felsefe dikare zimanê wan pêsh ve bixe, tabûyên (mijarên qedexe) ji pash perdeyan hatinî veshartin derxe ser sehneyê, azadiya ramanê û ragîhandinê berfirehtir bike, li dermanê ji bo chareserkirina nexweshiyên hishmendî û civatî bigere û chanda kurdî rengîntir bike. Felsefe dikare kesên meraqdar û wêrek bi firran xîne û sûda firrîna wan bigihîne civatê.

Shahînê Bekirê Soreklî 

02.03.2016 

Bersivekê binivîsin