Şikparêziya Îmamê Xezalî (Rêbaza Şikber)

Şikparêziya Îmamê Xezalî (Rêbaza Şikber)

Şikparêziya Îmamê Xezalî (Rêbaza Şikber)

Xezalî di destpêkê de ji bo ku bikaribe xwe bigihîne zanayiya rast û misoger, li hemû texlîdên zanayiyê vekola ye. Xezalî li hemû mezheb, agirperest, ateîst û li ramanên fîlozofan vekola ye û xwestiye ku spartek û bingeha angaşt û ramanên wan, baş fêr bibe. Lê her dem derheqê rastiya wan de, di gumanê de bû. Axirê bi xêra vê yekê, beyî ku di bin bandora fikrekî de bimîne; ramanên xwe diparast. Herweha wiha bawer dikir ku divê mirov bi çavê tu kesî li dinyayê mêze neke û wan texlîd neke. Ji ber vê yekê jî texlîdkirina fikran, wek xirabiyeka mezin dihesiband. 

Li gorî nêrîna Xezalî divabû du tişt pêk bihatana:

1- Destnîşankirina bingeha zanayiya misoger û rast.

2- Peyîtandina wê zanayiyê ku rasterast nesneya xwe vedibêje. 

Ji bo hilberandina zanayiya rast û misoger, di destpêkê de prensîbên têgîhan û sehekên me û prensîbên fikirînê yên bivênevê, divê werin destnîşankirin. Lê di dawiyê de dibêje ku sehek û têgîhanên me, xapînok in û dikarin her dem me bixapînin. 

Ji ber ku ne ewle ne, dikarin eqlê mirov jî bixapînin. Ji bo vê çendê jî, dibe ku dadgerekî cuda, yekî ku serwerê sehek û têgîhanên me be derkeve holê. Xezalî ji fikrekî wiha dest pê dike û behsa beradayîbûna vê dinyayê dike. Herweha dibêje ku <ev dinya me ya ku em têde dijîn, xewn û xeyalek e û piştî mirinê, dibe ku em hemû wanekên li cîhanê ji rewşa wan ya niha cihêreng bibînin. Dibe ku ji bandêra dem û cîh ya niha, rasteqîniyeke din jî hebe. Û mirov bi alîkariya hişê xwe ya ku di asteka cihêreng de ye, dikare vê siûdê bidest bixe.>

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

18.02.2015  

Bersivekê binivîsin