Siwarê Şînbozê-Enwer Karahan

Siwarê Şînbozê-Enwer Karahan
Siwarê Şînbozê, Êlas Efendî, navê kitêba nuh ya Enwer Karahan e. Em dibêjin bila li ser xêrê be û kekê Enwer Karahan pîroz dikin…

Roja ku ez ji ba wî hatim, wî qederekî hustuyê xwe bi ser min de xwar kir ku ez terka wî nekim, lê nema ji min re diserifî; min nikarîbû ku ez wê rezaletiya hanê li wan kolanên xerîbiyê bikişînim. Wî jî bi wê yekê zanîbû û li ba xwe heq (ne)dida min. Em xwediyê mal û milk û erdan bûn; em xwediyê eşîr û nifûseke mezin bûn, lê êdî em li mihaciriyê miûz û perîşan bûbûn. Ew ji min bêtir ji wê rewşê aciz dibû, lê belkî ew ji min serwexttir bû loma jî wî di eynê xwe de dernedixist ku wê kerba xwe bide der. 

Ez qala apê xwe Êlasî (Êlaso) dikim. Wî li Amûdê wefat kiriye. Berî bi çendeyekî ez ji ba wî vegeriyabûm. Ew wê gavê li ser xwe bû, ne tu nexweşiya wî hebû û ne jî tu gazinên wî. Ew mîna bivirekî seqakirî bû. Çi hat serê wî ez nizanin. Bi tenê tiştekî dizanim ku him ahlî dujminê me ne û him jî dewleta Elî Osman. Heger ew bi emrê Xwedayî jî miribe, ez bawer nakim; ez ê her hesab bikim ku hin dilnexwaz û dijminan xedirek bi me re kir…

JI DESTPÊKA “SIWARÊ ŞÎNBOZÊ”

1461190_10152081759187733_412439711_n

 

Bersivekê binivîsin