Soren Aabye Kierkegaard

Soren Aabye Kierkegaard

Fîlozofê danimarkayî û teolog. Yek ji wan damezranerê felsefeya hebûnperest e. Bavê wî mirovekî olperest bû û ji ber vê yekê jî Soren, di atmosfereka hişk ya olî/dînî de mezin dibe. Di hemû jiyana wî de bandûra salên zarokatîya wî, tê xwiyakirin. Soren bi xwe jî mirovekî bawermend bûye. Ligel vê yekê, her dem bi mirovên oldar û sazîyên olî re pev çûye.

Gotiye ku filehtiya niha heye, xira bûye dejenere bûye û divê ji nû ve were sererastkirin. Li gor bawerîya Soren, mijara têkiliya xwedê û mirov, bi temamî mijareka taybet e. Bi vî awayî wê totalîterîya felsefeya sîstematîk ya ku zêde qîmetê ne dida şexsan jî, red dike.

Di felsefeya xwe de şexsan wekî navendê dibîne. Wekî ku me berê jî got, yek ji wan pêşengê hebûnperestîyê/hebûnparêzî/egzistansiyalizmê ye.Felsefeya egzistansîyalîst di her fîlozofekî xwe de digihêje wesfeka din ya cihêreng û bi vî awayî tê nasandin. Soren felsefeyeka sîstematîk ava ne kiriye û bi vê yekê ve girêdayî, wekî Nietzsche, ew jî wekî fîlzofekî serbixwe tê nasîn.

Belam, awayê/terzê felsefeya wî û têgehên ku wî bikar anîne, wesfên ku li cem fîlozofên hebûnperest peyda dibin, dihewîne. Fîlozofê ku Soren wî her dem rexne kiriye û li dijê ramanên wî derketiye, Hegel e. Felsefeya Hegel ya rasyonalîst û sîstematîk, ji aliyê Soren ve nayê qebûl kirin. Soren, zêdetir êrîşê hegelperestîye kiriye. Têgehên ku li cem egzistansîyalîstan têne dîtin û di destpêkê de li cem Soren xwe didin der: Tirs, tewş, xof, waswas.

Pirsgirêka felsefî ya Soren, lêgerîna filehtiyeka baş e. Di nav filehtiyê de an jî li dijê filehtiyê.

Soren Kierkegaard wiha bawer dike ku dîroka felsefeyê bi pêşnûmayên mantiqî yên nedîtbar bi pêş dikeve û ji ber vê yekê jî, tênagihêje jiyana şexsan ya rasteqîn. Li gor bawerîya wî hebûn/hebûnîtî, jiyana mirovên kirdewar/oznel û girgîn e. Ji ber vê yekê jî, divê felsefe bi awayekî girgîn/somut bifikire û berê xwe bide hebûnê/hebûnîtîyê.

Di dawîyê de dibêje ku erka felsefeyê, di gerdûnê de lêgerîna/dîtina sedema hebûna mirov e.

Mirov ji bo çî heye, li hemberê kê berpirsiyar e û wê ber bi kû ve biçe? Pirsên/pirsgirêkên sereke ne. Jiyana estetîk, etîk û olî, ji hevdu cuda dike: Huner û exlaq, ji bo ol divê bibin wesîle. Wezîfeya sereke ya mirovan ew e ku bi awayekî olî bijîn. Mirov xwe bi raman, kirin û bi bawerîyên xwe, xwe destnîşan dikin. Ewilî lewn/bîçîm û duv re naverok.

Çî Gotiye Soren (1813-1855) Kierkegaard?

1- Jiyan, bi nêrîna rabirduyê tê têgihiştin û bi nêrîna siberojê re jî, tê jiyîn.

2- Rewşenbîrên ji celeba razber, pêşnûma û dozîneyan hildibirînin, lê ji bûyerên rastreqîn, dûr in. Ji hebûna xwe bêhay in, di cîhana xwe ya pêşnûmakirî de dijîn û rasyonalîstên Hegelperest in. Rewşenbîrê razber/nedîtbar her dem dinyayê ji dûr ve temaşe dike û tu carê tevlî wê nabe. Wekî ku dawîya dîrokê hatibe tevdigere û derheqê dinyayê de ne girgîn, razber difikire.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin