Taybetmendiyên Felsefeya Gnostîk

Taybetmendiyên Felsefeya Gnostîk

Taybetmendiyên Felsefeya Gnostîk| Ali Gurdilî

Gnostisîzm, navê felsefeyeka mîstîk e ku ezoterîzma misra kevin, ezoterîzma yewnana kevin (Platon, Pîsagor), tradîsyonên îbranî, zerdeştîtî/mazdaîzm û filehtiyê, bi helwesteka bijarteker/eklektîk sentez dike. Wateya peyva Gnostîsîzmê di zimanê yewnanî ya berê de <feraset yan jî zanayiya ku bi rêya tefekkûrê (bi rêya ramîn, hizirîn yan jî fikirînê) hatiye bidestxistin> e û ji peyva <gnosîs> hatiye hilberandin. Gnosîs, ji sê (3) texlîdên zanayiyê yek e. Yên din jî yek <matheîsîs> e ku bi rêya perwerdehiyê tê bidestxistin û ya duyemîn jî <pathesîs> e ku ev zanayî jî encax bi rêya eza û cefayê tê bidestxistin yan jî têgihiştin.  

Li gor ezoterîzma yewnana kevin, ev texlîdên zanayiyê ji hevdu cihêreng in û rêya bidestxistina wan jî, ji hevdu cuda ye. Çawa ku mirov bi rêya eza û cefayê nikaribe bigihêje <matheîsîsê> bi rêya hevotinê jî mirovî nikare bigihêje <pathesîsê.>

Ji ber vê çendê jî hinekan, gnostisîzmê wekî bi rêya ferasetê, <doktrîna rizgariyê> bi nav kirine. Gnostisîzm, ji peyva gnostîkos (mirovê ku xwediyê zanayiyê ye yan zanyar e) hatiye hilberandin. Gnostisîzm, wekî tevgereka olî jî hatiye dîtin ku li gor vê tevgerê mirovî encax bi rêya ferasetê û bi kurtedemeka ronîbûnê, dikare xwe bigihîne zanayiya misoger û xwedayî. Ji aliyê hindek fîlozofan ve, bi armanca lihevanîna felsefeya yewnan ya serdema pêşîn û nêrînên ola filehtiyê; di sedsala I. û II. an de (P. Z.) hatiye damezrandin.

Piştgirên vê doktrînê wiha bawer dikin ku ol di warê hilberandina zanayiya mitleq de, bêhêz in. Jiber vê çendê jî, ji aliyê filehan ve wekî rêçikeka/terîqateka jirêderketî hatiye dîtin. Lewra li gorî baweriya gnostîkan, zanayiya mitleq raserê zanayiya olî ye. Yên gnostîk baweriya xwe bi pêxemberiya Îsa pêxember, bi çarmixkirina wî û bi gelek dogmeyên filehtiyê naynin û wan red dikin.

Li gor baweriya gnostîkan Hazretî Îsa, ne rihê pîroz; rasterast mirov e.

Fîlozofên piştevan û parastkarên gnostisîzmê, di jiyaneka rêçikî de dijîn û jiyana xwe di nav êş û derdan de, diborînin û çîlekêşiyê diparêzin. Bingeha bawerî û îbadetên wan, di olên sabiîtî (mecusîtî), maniheîzm û hermetîsîzmê de têne dîtin, ku gnostîsîzm wekî serwerê van olan tê dîtin.

Derheqê destpêka gnostîsîzmê de, gelek nêrînên cihêreng hene. Li gorî hinek pêşengên dêrê û nivîskarên fileh, gnostîsîzm ji filehtiyê der çûye û tevgereka heretîk/heretîc (jirêderketî) e û Sîmon Magus jî bavê gnostîkên jirêderketî ye. Lê jiber ku kevneşopiya gnostîsîzmê beriya filehtiyê jî hebû, ev nêrîn ji alîyê gelek zanyaran ve hatiye rexnekirin.

Di hindek teoriyan de jî wiha tê gotin ku çavkaniya gnostîsîzmê Îran, Yewnana Kevnar, Misra Kevin, Babîl yan jî Cihûtî ye. Di baweriya gnostîsîzmê de dûalîtiya ronahî û tariyê, yan jî başî û xirabîyê, xirabiya gerdûna madî-xirabiya laş, ramana demîurg, pîroziya rih ku di laş de hatiye hepiskirin, reva ji tiştên dinyewî û di dawiyê de jî, gihêjtina gnosîsê heye. Jiber ku destnîvîsên gnostîkan ji aliyê piştgirên dêrê ve hatiye tunekirin (mesela pirtûkxaneya Îskenderiyeyê hatiye hilweşandin û hwd.) derheqê gnostîkan de, heta Sedsala 20 an jî, zêde zanayî û delîl tunebûn. Lê di navbera salên 1902 û 1948 an de gelek destnivîsên gnostîkan hatine ditîn û bi saya van destnivîsan, hêmanên/prensîbên gnostîsîzmê kêm yan zêde eşkere bûne.

Çend hêmanên gnostîsîzmê yên sereke…

1- Di warê bidestxistina heqîqetan de ol, bêhêz in û têra vê yekê nakin.

2- Zanayiyên rast û dirist (misoger – heqîqî) yan jî zanayiyên ku nêzîkê heqîqetê ne, encax bi berfirehbûn û pêşveçûna ruhî – giyanî dikarin pêk werin.

3- Rih, bêmirin/zindebar e û di jiyana dinyewî de, girtî ye.

4- Yê rasteqîn, ne jiyana cîhana fizikî ye; jiyana ruhî – giyanî ye.

5- Dinya, warê berfirehbûna dûalîtiyê ye.

Mamosteyên sereke yên gnostîsîzmê: Valentin, Simon Basilide, Carpocrade, Saturnin û Marcion in…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

25.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/gnostisizm.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye… 

Bersivekê binivîsin