Taybetmendiyên Tesewufê
Taybetmendiyên Tesewufê| Ali Gurdilî
Tesewuf, wateya mîstîsîzma îslamê ye û di wateya <tevger, tevgerîn û vejiyînê> de ye û nêrînekê dinyayê ye. Di tesewufê de, mirovî dikare bibêje ku mîna felsefeya hîndûyan, ji dinyayê dûrketin û bi tinebûnê re yekbûn tune. Lê, ji xwiyakirinan tiştan revek û lêgereka bingeha xwiyakirinê heye. Herweha, di tesewufê de gihêjtina zanayiyê û carekê din, dagerîna dinyayê heye.
Li gorî felsefeya tesewufê, ev dem bi sê têgehan tê şirovekirin…
1-Terka dinyayê <Terkî dinya>
2-Terka axretê <Terkî uklav>
3-Terka terkê. <Ji pêvajoya terkê derketin.>
Ê baş e, ji bo felsefeyê giringiya tesewufê çi ye?
1- Di ola îslamê de jiyana civakî, tevgerên mirovan û çarenûsa wan, bi zagonên bêdro/misoger hatiye girêdan û sînorkirin.
2- Di ola îslamê de rêxistinekê weke dêrê tune, di navbera Xwedê û ebdên wî de tu rêxistin xwiya nakin. Lê dîsa jî; şeklê jiyana civakî, seranser bi zagonan hatiye kifşkirin.
3- Di tesewufê de pirs hene, wekî: ‘Ev xwiyakirin kaşil in, tiştên nixumî ne, xwiyakirin in û rastiya tiştan jî, di naveroka wan de veşatî ye.’ Pirsên çima, çawa û bi çi awayî? rê li felsefeyê vedikin, ku ev jî dibe tesewuf. Li gorî hindek fîlozofan, tesewuf di bin bandûra antîk yewnanî de maye û jê ketumet bûye.
4- Tesewuf, ji nêrînên kevneşopî derketinek e, çerçoweyeke pisporî û zanistî ye.
5- Tesewuf lêgerîna rastiyê, bi awayekî mirovî pêk tîne, dilêrîneka pisporî û zanistî ye. Di tesewufê de, şertên zanistiyê hene û ew mirovên ku bixwazin bibin zanyar yan pispor, pêwîst e li hemberî çend zagonên diyarkirî/kifşkirî ranebin û lê werin. Ev zagon jî, riya jiyana mirova ye û ev mirov jî, li jiyanekê rast digerin.
6- Bingeha ramana tesewufê, lixwevegerînek e. Mirov, encax ku li xwe vegere dikare bigihêje jiyanekê rast. Herwiha, baweriya hêzên mirovan û şexsan heye û ev yek, di tesewfê de niqteyeke hevpar e.
7- Ji ber ku tesewuf, ji çerçoweya îslamê derketî ye û ji ber wesfên şexsî bi <ehlê sinetê> (zagonên îslamê yên naguher û bêdro/misoger) re, dikeve nakokiyê.
8- Di tesewufê de, mirovî ji bîr û baweriyên banegehî dûr dibin û hilika jiyana xwe, xurt û berfireh dikin.
9- Di tesewufê de, mirov hem bi xwe re û hem jî bi hawîrdorê xwe re dikeve têkçûyîn û hesapdayînekê.
10- Di nêrîna tesewufê de mirovî, her rastiyê mîna koran napejirîne. Belam, li hemberî zagonên naguher û bêdro, lêrabûnek heye. Di tesewufê de zagonên naguher û bêdro, cihên xwe ji ked û xebatên şexsî re dihêlin. Ji ber vê yekê jî, tesewuf xwediyê wesfên şoreşgerî ye û di dîrokê de bi alîkariya tesewufê, civak zêdetir nêzîkê hevdu bûne û hevdu naskirine…
Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
15.04.2014
Jêder…
1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.
2- http://www.felsefevan.org/taybetmendiyen-felsefeya-skolastik.html
Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…