Têkçûna Proseya Aştiyê, Xendek û Lijneya Aqilmendên Kurd

Têkçûna Proseya Aştiyê, Xendek û Lijneya Aqilmendên Kurd

Têkçûna Proseya Aştiyê, Xendek û Lijneya Aqilmendên Kurd

    Ji destpêka proseya aştiyê, heta dawî û têkçûna wê proseyê (demajoyê), dewleta tirk hevdîtinên xwe yên bi rêxistin û partiyên kurdan re, her carî bi dizî pêk anî û nexwest ku naverok û qonaxên wê proseyê, ji aliyê bîr û raya giştî ve baş werin zanîn û minaqeşekirin. Dewleta tirk vê yekê bi hişmendiyeke mezin pêk anî û rê neda ku tu belge û dîmenên hevdîtinê jî, belav bibin. Lêbelê jiber ku bikaribe xwe mafdar nîşan bide û rê li ber bertekên nîjadperestên tirkan bigre, rabû ji siyasetmedar û rojnamegerên tirkan, Lijneyeke Aqilmendan avakir, ku pirraniya wan jî wekî berdevkê dewletê tevdigeriyan. Li hemberî wê lijneyê mixabin, Lijneyeke Aqilmendên Kurdan ne hate avakirin û dem û dezgeyên sivîl yên kurdan jî, beşdarê proseya aştiyê nebûn, îmkaneke wuha ji bo wan ne hat dayîn. Ji xwe ev yek, daxwaza dewletê bi xwe bû. Çimku heke saziyên sivîl û dem û dezgeyên kurdan tevlî vê proseyê bibûna, niha dewletê nikaribû hemû pêkhatinên proseya aştiyê înkar bikira û rûpoşa xwe ya berê ya hov î reş, bidaya ber rûyê xwe.

      Dewlet niha jî dixwaze ku aliyên PKK û HDPê, li derveyê vê proseyê bihele û di nav hewldaneke wuha de ye. Dewlet çawa ku berê dek û dolaban digerand, a niha jî dixwaze ku wuha bike. Lêbelê ayan e ku beyî PKK û KCKê û hemû dem û dezgeyên din yên kurdan çi partî, çi rêxistin û çi komele bin; ne pêkan e ku çareseriyek mayende pêk were û ev şerê dehê salan raweste. Lewre heke mesele, çareserkirina ‘pirsgirêka kurd’ be divê hemû dem, dezge, rêxistin, partî û hêzên kurdan, beşdarî proseya ‘çareserkirinê’ bibin û divê hemû tişt bi eşkere û ayan beyan pêk werin, da ku bîr û raya kurd jî, bikaribe bêtir lê xwedî derkeve û ev dewleta ceberrut jî, dê nikaribe şûrê xwe weke a niha li ser serê me li ba bike.

    Meseleya îlankirina xweseriyê ya li hinek deverên Kurdistanê jî, mixabin niha bûye sebebê zerer û ziyanekê mezin û sebebê koça bi sedê hezaran kurdan. Bi rastî jî dema meriv bi kûrahî bala xwe dide vê meseleya kolandina xendekan, tiştek jê nakeve serê meriv bê ka çima hewqas xendek hatin kolan û hewqas jî ciwanên kurdan serê danîn ser çoka xaka welêt? Çimku di serî de meriv dikare bibêje ku îlana xweseriyê, bi yek alî nabe, çimku tu di xweseriyê de dibêjî ku ez di karê navxweyî de serbest im, lêbelê di meseleyên giştî de girêdayî dewleta dagirker bi xwe me. Helbet, heke dewleta dagirker vê daxwaza te erê neke, dê bi hemû hêza xwe êrîş bine ser te û dê bixwaze ku bi temamî te ji holê rake. Ji xwe kurd, bi wesfa kûjer ya vê dewletê baş dizanin.

Niha jî a ku li Kurdistanê rû daye, mixabin ev e. Dewleta tirk ya mêtinkar bi tenq, top, balafîr û bi teqemeniyên gelek giran, bi hovîtiyeke nedîtî yek bi yek êrîş dibe ser navçe û bajarên ku xweserî lê hatiye îlankirin û temamî wan bajaran wêran dike. Hewldanên gilikirina dewleta tirk ya li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê jî, mixabin pûç dernektin û hemû saziyên navnetewî jî, çavê xwe ji vê hovitiya dewletê re girtin û hêjî digrin. Çimku bi hinceta kolana xendekan, dewleta mêtinkar sebebekî baş ji xwe re kiriye hincet û di civaka navnetewî de jî navê ‘terorê’ li vê yekê kiriye. Lewma jî, hemû cîhan niha bêdeng e û bi tenê li rûxandin û wêrankirina Kurdistanê temaşe dike. Li vir divê were gotin ku li dijî dewleta mêtinkar helbet mafê kurdan ya berxwedanê heye, ya ku şaş e ne ev e, lêbelê rê û rêbazên ku ji bo berxwedanê têne hilbijartin jî, divê nebin sebebê valabûna Kurdistanê, nebin sebebê koça kurdan, nebin sebebê hilweşandina cih û warên dîrokî.

   Ji xwe dema meriv bi awireke sosyolojîk li Kurdistanê mêze dike, meriv dibîne ku saziyên sivîl, civaka sivîl yan tune yan jî gelekê qels e. Ev yek jî, destê kurdan gelekî qels û lawaz dike. Di tekoşîna miletan de hebûna civaka sivîl hêzeke mezin e û civaka ku xwedî li destkeftinan derdikeve jî, ew sazî û civak bi xwe ne. Ji ber şerê çekdarî, mixabin civaka sivîl jî xwe organîze nekiriye yan jî rê li ber hatiye girtin û lewma jî, li dijî kiryar û kirinên dewleta mêtinkar, bertekên mezin nayên dîtin û ev yek jî, dewleta tirk bêtir hov û êrîşkar dike. Gelek bajar û navçeyên Kurdistanê mixabin niha bêdeng in û ketine ber tirsa kolana xendekan. Çimku deverên ku kolan lê hatine kolandin, mixabin yek bi yek hatine rûxandin û hilweşandin û ne diyar e bê dawiya vê proseyê jî dê çawa çêbibe? Bi qasî 100 sala ye ku kurd, li hemberî dewleta tirk ya dagirker li ber xwe didin û serî danaynin. Çimku di rojên herî dijwar de jî hêviya wan hebû, hêviya wan ya welatekî azad, aram û bextewar. Gelo a niha jî meriv dikare bibêje ku hêjî xwediyê wê hêviyê ne?    

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

12.03.2016

Çavkanî 

http://basnuce.com/ku/article/1325/tekcna-proseya-astiye-xendek-lijneya-aqilmend

Bersivekê binivîsin