Têkoşîn, Şer û Hiqûqa Navneteweyî

Têkoşîn, Şer û Hiqûqa Navneteweyî

Têkoşîn, Şer û Hiqûqa Navneteweyî

Li gorî hiqûqa navneteweyî destpê kirina têkoshînê weke prensîp di serî de ji ‘derî qanûnê’ tê dîtin û herwiha tundîtî jî di vê kategoriyê de ye. Hemû dewletên cihanî weke desthilatdar û wekhev tên dîtin û yên desthilatdariya dewletê tehdît bikin û yan jî destpê têkoshîna ya li hember dewletên serwer bikin weke binpêkirina vê hiqûqê tên dîtin. Destpê kirina têkoshînê tenê bi du mercan diguhere û her du mercên bo destpê kirina têkoshînê di rêznameya Neteweyên Yekgirtî de cih girtine.

Merca pêshîn bo destpê kirina têkoshîneke mafdar; bi amade bûyîna peywirê konseya ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî li gorî benda 39an ya di rêznameya Neteweyên Yekgirtî de. Konseya ewlekariyê tespît dike ku ewlekarî hatibe tehdît kirin, hatibe rawestandin yan jî li lêgerîna nîshaneyên êrîshkariyê dike û bo chareseriyê pêshniyarên xwe yan jî rê li ber girtina tehdîtên ewlekariyê dike. Di destpêkê de li lêgerîna chareseriyê ya meseleyê tê kirin. Bo chareseriyê serî li lihevrûnishtinê, lêgerîna rastiyê, navberkariyê, chareseriyeke dostane, konseya tahkîmê, dezgehên xêrxwaz yên dewletên din û li biryarên dadgehê tê dayîn (tribunaal yan jî ad-hoctribunaal). Eger mesele bi serî lêdana chareseriyan nehatibe chareserkirin, konseya ewlekariyê dikare bo chareseriyê bi tundî yan jî bêyî tundî ewlekariyê pêk bîne. Di pratîkê de konseya ewlekariyê kardestiya xwe ya bo chareserkirina ewlekariyê ya bi tundî, bi nûnertiya dewletekê yan jî bi dewletên cur bi cur pêk tîne. Welatên Yekbûyî yên Amerîkayî weke dewleteke herî dewlemend û bihêz chend caran serî li vê nûnertiyê daye.

Merca diduyan bo destpê kirina têkoshîneke mafdar; pêk hatina rewsha ‘xwe parastinê’. Xwe parastina ya ferdî û herwiha xwe parastina ya girseyî. Xwe parastin dîsa ji aliyê balyozê dewletekê ya li dewleteke din dikare pêk bê.

6 mercên meshrû yên bo bikar anîna ya mafê xwe parastinê:
1. Divê êrîsheke chekdarî li dijî dewletê pêk hatibe.
2. Divê êrîsha chekdarî ji aliyê dewleteke din hatibe kirin û weke mînak ne ji aliyê rêxistineke/komeke serhildêr.
3. Divê chalakiya xwe parastinê rasterast li dû êrîshê pêk bê.
4. Divê pêdivî li hember êrîshê hebe û bi awayeke mutenasip pêk bê.
5. Divê konseya ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî derbarê chalakiya xwe parastinê de bê agahdar kirin.
6. Divê chalakiya xwe parastinê pishtî dema konseya ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi pêk anîna mercên ewlekariyê yên navneteweyî, bi dawî be.

Chavkanî: Malpera fermî ya Neteweyên Yekgirtî 

Werger: Metîn Eser

Bersivekê binivîsin