Teoriya Herakleîtos ya Agir

Teoriya Herakleîtos ya Agir (B.Z. 530-475)
1– Gerdûn, ne ji aliyê Xwedêyan û ne jî, ji aliyê mirovan ve hatiye afirandin. Ew herdem hebû û agir bû. Wê heta bêdawiyê jî, wê hebe û wê agir be. Lewra, hilika her tiştî agir e.
2– Tovê her tiştî agir e û wê carekê din, biqulipe ser agir.
3– Madeyên din, şeklê (lewnê) agir yên taybetî û corê agir in û her tişt, bi agir tê guhertin.Herwekî: Di şûna mal de zêr û di şûna zêr de jî mal.
4- Agir, xwe bi madeyên heterojên diguherîne û wisa jîndar dimîne.
5- Agir, dikeve naveroka wanekan û heta bêdawî, tê veguhêrîn û dibe yekîtî.
6- Destpêk û diwaroja “pêşeroja” her tiştî û made bi xwe jî, agir e.
7- Agir “cosmîk” e û dibe hewa. Hewa dibe av, av bi axê tê veguhêrîn. Herakleîtos, ji vê demê re dibêje riya berbijêr. Di riya berbijor de jî; ax dibe hewa û bi agir tê veguhêrîn. Û ev herdu rê jî, mîna hev in.
Ali Gurdilî
Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021