Theodîse Di Ramanên John Leslie Mackie (1917-1981) de
Theodîse Di Ramanên John Leslie Mackie (1917-1981) de
‘Xwedê heye. (I)
Xwedê başiya mitleq e. (II)
Hêza Xwedê, têra her tiştan dike.(III)
Xirabî heye.’ (IV)
Şiroveya L. Mackie, bi vî şeklî ye: ‘Kesekê ku her sê madeyên ewilî bipejirîne, divê ew xala çaremîn red bike. Yanî heke Xwedê hebe, (xala yekem) û dixwaze ku başiya mitleq pêk bîne (xala duyem) û ji bo pêkanîna hemû tiştî hêza wî hebe (xala sêyem), divê xirabî tunebe.
Na heke Xwedê hebe (xala yekem) û başiyê dixwaze (xala duyem), lêbelê li dinyayê xirabî hebe (xala çarem), nexwe Xwedê nikare bi a xwe bike. Nexwe, Xwedê ne desthilatdarê her tiştî ye.
Heke Xwedê hebe (xala yekem) û qadirê (serwerê) her tiştî be (xala sêyem) û xirabî jî hebe (xala çarem), nexwe Xwedê xirabiyê afirandiye û ne başiya mitleq e.
Heke Xwedê başiya mitleq be (xala duyem) û qadîrê her tiştî be (xala sêyem) û ligel vê yekê jî xirabi her berdewam be, (xala çarem), nexwe Xwedayekî wiha tune.’
Di felsefeya ol (dîn) de, navê vê lêgerîne danîne theodîse (ing: theodicy / fr: théodicée) û bi vî hawî xwestine ku xwe bigihînin bersivan. Pirsgirêka xirabiyê, di heman demê de dibe sebebê gelek pirsgirêkên teolojîk jî û lewma jî, desta ewilî feylesofan xwestine ku têgeha ‘xirabî’yê, şirove bikin.
Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
22.05.2016Ji Gotara ‘Pirsgirêka Xirabiyê’ – Ali Gurdilî